• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
13
gulan
Mal arrow Mal arrow Ziman arrow Bextreþî
Bextreþî Binivîse E-posta
 
EHMED OSMAN

Li Lêlûnê bihar zû tê. Rojên sar, sir, seqem bi carekê ji Lêlûnê radibin. Di cih de jî þînahî tê dikeve þûna wan. Li her dere giha dibe sewz. Gangulîk, beybûn, çavsipik, xecxecok… Bi destên hev digirin û (Lêlûn) nîgar dikin. Ji niþka ve, jiyaneke xwedayî dest pe dike.

Kanî mîna ku ji dilekî evindar der bibin, bi eþq bi ser her deverê de diherikin. Xwîna jiyanê li her deverê digere. Sira bayî jî dikeve hembêza tîna biharê. Bi hev re dibin giyanek û bi ser Lêlûnê ve tên. Xweþî tevlihev dibin; dibine cot. Çivîk jî, ji vê lihevkirinê re þahiyê dikin.

Di serê biharê de li Lelûnê her tiþt zindî ye. Bi hev re distrên, bi hev re dikenin. Bi hev re dibin bûkeke delal. Bi dildarî hembêza xwe vedikin. Bi rûkenî, bangî zava dikin. Gelo kî naxwaze ku ji vê xweþiyê û bûke re nebe zava?

Min xwe nedît ji niþka ve ez li ser vê xaliya rengîn ketim. Lêlûn ez hembêz kirim. Min jî mîna zarokekî ku di hembêza dayika xwe de ye û xwe bi ser de berdaye ku þîr bixwe, xwe di hembêza Lêlûnê de berda. Min xwest ez razên vê hembêzê hîn bibim. Dengê gulan, çivîkan çi dibêje? Hejîna giha çi dibêje? Rengê gulan çi dibêje? Herikîna avê çi dibêje? Min dixwest ez razên hevkirina Lêlûnê û biharê hîn bibim. Hîn ez diçûm ku bi carekê dengê girînekê bi ber guhe min ket. Di nava vê xweþiyê de min qet heviya girînê ne dikir. Li vir dengê girî, mîna lekeyeke xwînê bû ku dikeve ser rûyê berfê, kî ye gelo? Ji bo çi digirî. Aya di nava xweþiyê de jî girîn heye? Aya rondik di nava kenînê de jî bi cih dibin? Nêzîk bûm. Nezîktir bûm. Keçek bû. Mîna ku Lelûn hemdengek ji xwe re peyda kiribe, bedewîtiya wê li tîrêjên sibehê werdigeriya. Tenê di nav de bûn. Digiriya. Sê gor hebûn û ew di nava her sê goran de runiþtîbû û digiriya. Carinan ji girî vedibû û dest bi lorikan dikir. Piþtre dîsa digiriya. Haya wê ji min çênebû heta ez gihîþtimê. Û min dest da ser serê wê. Bi herdu çavên þil li min niherî. Nexwet ku tiþtekî ji min re bêje. Çaven wê yên bi rondik pêleke kederê da rûyê min; êdî roja ku bi tîrêjên xwe çavên min dixurandî wergeriya bû þevekê ku hemû stêren wê li pey hev dirihên… Mîna ku ev e her sê gor ên ku keçik di nav de rûniþtî yên min bin. Pêleke girîn herikî hundirê min. Rondik di çavên min de jî hiþyar bûn. Min xwest ez êþê di gel wê parve bikim. Min bi destekî wê girt û jê pirsî: “Tu kî yî? Ev gor ên kê ne? Ma qey xwediyê van goran tu bi tene yî?” Wê destê xwe danî ser destê min, serê xwe bi ser sînga min de xwar kir û bi kelegirî gote min: “Loma ji min neke ku min navê xwe ji bîr kiriye. Lê her kes ji min re dibêje bextreþ”. Destên xwe ji nava destê min deranîn. Serê xwe ji ser sînga min rakir û rabû ber bi gora mezin ve çû. Li ber rûniþt, hembêz kir. Mîna ku dengê Wê ji nava êtûna girî derkeve axivî. “Em bi hev re mezin bûn. Bi salan me ji hev hez kir. Êdî dem hatibû ku em þa bibin. Gav bi gav babilsoka hêviyê di hembêza xwe de em ber ba dikirin. Em bi hev dikeniyan û em dihatin vir. Li vir evînê hembêza xwe ji me re vedikir, me jî bi destê hev digirt û bi hev re diketin hembêz wê. Bi ramûsanan stêrk me li rûyê hev çêdikirin. Li vir me pêþeroja xwe ji hev re digot. Êvar zû dihat. Bi ramûsanekê me xatir ji hev dixwest û em ber bi malan ve diçin. Me bawer dikir ku heta em hebin rojên me dê wisa dubare bibin. Çavên xweþiyê kor in. Rojekê ji niþka ve winda bû. Em gelekî lê geriyan. Lê me nedît. Sal buhurîn. Ez li hêviyê mam. Lê di nava cilên reþ de. Rojên min þevên min bi girî dibuhurîn. Hesretê her roj hinekî din ez dixwarim. Mîna þemara li ber tava havînê meyînê mayî, diheliyam her gav. Rojekê xebera dîtina wî hat. Destpêkê ez pir þad bûm. Min cilen reþ ji ber xwe kirin. Min çavên xwe kil kir. Piþtî salan þeh berda nava porê xwe. Kirasê spî bi ser bedena xwe berda û çil kezî hûnand. Bêsebr li hêviya wî mam. Min hembêza xwe ji heviya re vekir û ji bêmariyan rabûm. Hat. Lê bi bedena xwe ya mirî. Serê wî bê hêl min xist ber sînga xwe û lorîk ji hesreta xwe re jê re gotin. Êdî min dikarî ez çi bikim?! Dara evîna min þikestî bû. Min xwest ku bînin li vir veþêrin. Ev der cihên ramûsanên me bûn. Min nexwest ku di nava miriyen din de veþêrin. Mîna ku min xwestîbû, li cihê ku me hev hembêz dikir veþartin. Kevirên ku me bi hev re serê xwe dida ser û em diketin xeyalên rojên bên, jê re kirin kêlik. Û ez, ji wê rojê de ji vir ranebûm. Ji xwe min hemû hêviyên xwe ji bedena xwe, dixwazim ji sebra wî bînim. Me hêvî dikir ku, rojekê em bigihêjin hev û jîna me herduyan bibe kulîlkeke darekê. Piþtre jî berê me rûyê jînê bibîne. Me hêviya zarokekî dikir. Xortbûya, mê nav Lekira Xerîb. Lê nebû. Pelgê me zû weþiyan. Berê me di bedena me de ziwa bû; hêj ne jiya bû mir. Gora wê jî ma ku ne jiyayî min li vir li rex dildarê girînê xwe bersivê bide min. Çi bikim, deng jê nayê. Deng jê nayê… Ev jî gora hêviyên min e. Bi destên xwe min erd kola û hêviyên xwe min binax kirin. Lewre piþtî evîna min mir, hêviyên min jî li ber xwe nedan. Destpêkê min xwest ku ez bi wan bijîm, lê ew li hêviya min nesekinîn. Wan jî çav li jînê girt. Hêvî bêevîn, jiyan nedibûn. Li ku goreke dildaran hebe, li wir gora hêviyê jî heye. Herdu cêwî ne. Lê bi giyanekê. Niha jî dora min hatiye. Piþtî çend rojan goreke din dê li vir zede bibe. Ez jî bê wan najîm. Min bi destên wê girtin û xwest ku wê ji nava wan goran derxim. Lê nexwest. Dîsa gote min: “Tu biçe, jînek li hêviya te ye. Ji jîna xwe hez bike. Evîna xwe li hêviyên xwe bipêçe. Qet jî li ser min rondikan nebarîne. Êdî jîne xatir ji min xwestiye. Ez nikarim careke din wê vegerînim. Divê ez wê bihêlim. Bihara kulîlka min buhurî. Venagere careke din. Êdî tu jî bi xêr biçe”. Bi dil þikestî ez jê bi dûr ketim. Heta qederekê denge girî û lorîken wê li dû min hatin. Piþtre min êdî tiþtek nebihîst. Xweþikiya Lêlûnê, bi carekê tune bûbû. Deng ji çivîkan nedihat. Giha li ber sira bayî pêl nedida. Kulîlk stûxwar bûbûn, taca wan ketibû. Bûk xeyidibû, zava hembêz nedikir.


30-01-2008 09:59 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 30-01-2008 09:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 41 time. You can leave a comment. Last update on 30-01-2008 09:59
Views: 200    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved