Wê rojê ez çûme sûkê, her payîz ez diçime sûkê ji bo zivistan û biharê tiþtan dikirim. Sûka me jî weke lepekî ye. Hema tu du gavan davêjî xilas dibe. Serîk berjêr yek jî hevraz hema ewqas. Li sûka me hinek dikan-mikan hene, ji xwe tu dikevî hundirê kîjan dikanê bêhna solê laylon, lastîk, cizlawêt û boyaxê davê ser çavên mirov. Ez dikevime kîjan dikanê hundirê wê dikanê tijî mirov in, hinek tiþtan dikirin, yê mayî jî xwe re rûdinên. Dibe êvar jî ew mêrên betevala diçin cem qesab hinek hur-pizur hinek jî goþt dikirin û berê xwe didin mala xwe. Betevalabûn sucê wan feqîran jî nîn e, li der û dora me hinek karên baþ hebin ew ê jî herin jî bixebitin. Ez jî nizanim çima li der û dora bajarê me û gundê me kar tune ye. Heke hebûya, ew mirov jî vala nediman.
We dît min meseleyeke din anîji ku ve girêda! Belkî ez jî hinekî gêj bûme, hiþê min carna li serê min diçe. Hûn ê qisura min nenêrin. Yên ku her meh maeþên xwe distînin, her tim diçin pêdiviyên xwe dikirin. Lê em jî salê carekê diçin pêdiviyên mala xwe dikirin. Yên ku perê wan zêde hene, diçin Sumerbankê pirtiyê herî xas dikirin, heta hetayê mirov bi wan pirtiyan dikare îdara xwe bike.
De min jî îsal bihar de, çi penêrê makînê û hinek hiriya pezê xwe ji bo pêdiviyên xwe yên zivistanê firot. Min perê xwe kir turikekî biçûk, kire paþila xwe û min berê xwe da sûkê. Hêj min gava xwe li mal teeze avêt derve, cînara min Kejê gazî min kir, got qurban heke tu diçî sûkê van pereyan jî bigire, ji min re soleke sor û dibiriqe bistîne. Min got ser çavên min, ez çûm.
Min virda -wêda al-vêra xwe kir, paþê jî ez çûm ketime dikana solan. Heyyyy çi dikaneke bedew e, çiqas solên nelçekirî hene. Gelo ez ê ji xwe re kîjan solê bijbêrim, hemû jî ji hevdu bedewtir in. Min got heta ez qerara xwe bidim, berê ez sola Kejê bikirim, du re jî ya xwe bistînim. Min soleke sor û biriqî kejê re kirî, paþê jî min gelek sol ceribandin, lê di nav de yek tenê zêdetir bala min kiþand, ew jî yeke sor û kesk bû, hema min çawa lingê xwe da ser, ew lingê min hat. Lê tenê qisurekê wê solê hebû, ew jî nelçeya wê hinekî bilind bû. Xwediyê dikanê gote min, dikarin nelçeya wê hinekî ser re bibirin. Wîî hema eþqek kete dilê min, min got bira hûn çêdikin, hinekî zû bikin, gote min na, em ê wê solê di nava sê-car rojan de bigîhînine te, qeeet meraqa neke. Hema min got buhayê wê solê çi dibe bila be, ez ê bikirim. Min pere da dikardar û jê xatir jê xwest û ez çûm.
Piþtî çend rojan ez li benda sola xwe sekinîm kesek ne hat û ne çû! De min got ez ê rojeke din jî bisekinim, heke nehatin ez ê herim. Sibetirê jî heta nîvro ez li bendê sekinîm kesek nehat. Ez ketime þikê, min got tiþtek heye, ez ê herim çavên xwe bibînim. Hem ez dîîîrek çûme ber deriyê dikana solan, min destê xwe avête derî, venebû,min ha hinekî der û dora xwe nêrî waye ew dikandarên din ber bi min tên. Ji min pirsîn, gotin tu hatî sola bikirî, yan tu pey solên xwe hatî? Min got na heyran, wê rojê min li vê dikanê ji xwe re soleke gelek giranbuha kirî, lê nelça wan hinekî bilind bûn, dikardar got em dikarin nelca sola te çêkin. Min jî ewqas pere da dikardar. Gotin heta çend rojan em ê sola te bînin.
Wan dikandarên din topî dora min bûn, gotin hal mesele ev e. Vî dikandarî gelek pere revandine. Tu kes wî nasnake. Ez poþman vegeriyam malê. Porteqal hate cem min, firnik pozê wê warimîne, soro-moro bûye. Gote min Gulîzer ka mizgînîya min, ew mirovê dikandar waye li cem mala me solan difroþe. Aha teeeeze tu ketî ber destê min, ez çûm dikandar di nava jinan de runiþtiye, solan difiroþe. Hema çawa ez dîtim rabû ser xwe min dest avête çakêtê wî min gok ka berê dewsa cote sol du cot solan bide min, ev cînarên min jî kîjan solan dixwazin qet dengê xwe neke û bide wan. Ya sisiya jî ew jin û malbatên van der û dora te xapandiye û perê wan diziye, ez ê niha xeberê ji wan re jî biþînim, bila ew jî bên deynê wan jî bide. Solê mane jî bavêje paþiya ereba xwe, kilîta erebê jî bide Porteqalê. Êdî Porteqalê solan bifroþe, dûra jî hinek nan û penêr bidine te û tu ji ku hatî, biçe wir. Feqîrî ji tirsan me çi digot, wî jî qebûl dikir. Du re rabû çû. me bihîst çûye sûkê, cendirma ew girtiye biriye. Paþê dereng derdikeve, xwe digîne erebekê diçe winda dibe... Ya herî rind min solek kirîbû, wî mirovî du sol dane min... Derdê min û solê min jî qet xelas nabe…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-10-2007 08:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment.
Last update on 05-10-2007 08:31 Views: 496
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 496