Hûn jî dizanin, van mehên
biharê baran gelekî dibare, qet nebe du-sê rojan
carekê baran dibare, wexta baran dibare rûyê me geþ
dibe, em dibên ev rehm e, bila baran her tim bibare ku erd û
zeviyên me jî toximê xwe nava xweliyê da serê
xwe derxin, ew toxim bila bibe ekin, ew ekin jî risqê me
yê zivistanê ye. Rizqê me hemûyan e. Sewa wê
jî wexta baran dibare, em dibên ya rebî þikir em
îsal jî bê risq namînin.
Wan demê baran dibariyan, diya
min weke çîrokan ji min re behsa keskesorê dikir:
Digot dema keskesor derdikeve, zarokan kê bi ser wê
keskesorê re gav ke, keç dibin xort, xort jî dibin
keç...
Ez piçûk bûm, hema
kêm tê bîra min, nizam ez çend salî
bûm, þeþ yan jî heft salî bûm, hevalê
min jî salê wan weke min bûn, Her roj me bi hev re
malkanî dilîst, em diçûn gerê, em çol
û beyaran diketin, heta danê êvarê em
nedihatine malê, wexta danê êvarê jî em
dihatin malê, di birçî de yan jî ber westa
laþê me, em diketin nava ciyan me serê sibê çavê
xwe vedikir.
Rojek ji wan rojên biharê
ez û hevalên xwe çûne paþ mala me bi xwe re
holkanî dilîst, piþtî demekê baranekê
dest pê kir, me xwe avêt ber zindaran, têra nîv
saetekê baran barî, dûra bêhna xweliyê,
bêhna çêrê, bêhna gul û gupikan
da her derê, em ber zindaran derketin, baran jî sekiniye,
me dît waye keskesoreke mezin derketiye, ewê deqê
çîroka diya min hate bîra min, min ji hevalên
xwe re got, diya min digot kî li ser vê keskesorê
re baz de, keç dibin xort, xort jî dibin keç. Em
hemî zarok ber bi keskesorê reviyan, her ku em direviyan
ew keskesor jî ji me dûr diket, heta ku ew keskesor li
hewa winda bû, em jî pey reviyan lê me xwe
negîhandê. Em cih de rûniþtin, me hinekî
bêhna xwe girt, me got careke din em ê bi lez bazdin,
sewa ku em ser da bazdin, em rabûn ser piyan me der û
dora xwe nêrî tu kes tuneye, em çûne cihekî
asê, em van deran nas nakin, em tirsiyan, me ser hev de kire
qurînî dayêêê em winda bûn! Hêdî
hêdî tarî kete ser erdê em tirsiyan, em
nizanin em ê riya malê çawa rast kin! Me kire
hêwirze, heta dengê me derket em qêriyan, ji dûr
ve dengê zengilekî hat, piþtî çendekê
keriyek pez û þivanê keriyê pez em dîtin,
hate cem me, li me pirsî gelo em zarok bi tena serê xwe
li van çolan li çi digerin, me behsa keskesorê
kir jê re. Wî ji me re got netirsin, ez ê we bibim
cem dê û bavê we, qet ew tirsa dilê me neçû.
Em ketine rê, bi dûr ve
çira diçurisiyan, dengê jin û mêran
dihat, hinekî em nêzî hev bûn, waye malbatên
me li me digerin. Min xwe avête hemêza diya xwe, ez
digiriyam,min ji diya xwe re qala keskesorê kir, min go dayê
wê keskesorê em xapandin, em dane dû xwe û
birin serê çiyan, dûre jî ew winda bû
û em jî gelekî tirsiyan. Ji wê rojê vir
de ez qet li pey keskesora xapxapok neketim, hema bila her tim wisa
rengîn derkeve xwe nîþanî me bide bes e....
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-04-2008 08:56. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 24-04-2008 08:56 Views: 200
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 200