Di nava hevalên xwe de ez en
gelekî ji Porteqalê hez dikim, car caran serê min
jî diêþîne lê, kengê ez bikevim
tengasiyê wê deqê dibeze hewara min, di destê
wê de çi hebe tîne bi min re par dike, tu carê
xwarineke xwe bê min nexwariye, gilî û gotinên
xwe bi min re par dike. Sewa wê jî hezkirina min a ji bo
wê tiþtekî din e, yanê weke xwîþka xwe,
weke dotmama xwe jê hez dikim. Ew di nava hemî karan de,
hemî tiþt ji destê wê tê, lê ya herî
rind ew gorên nexþ bi nexþ gelekî rind çêdike,
de wan gorena wisa dinexþîne, meriv hewas û xizmekar lê
dinêre, çavê meriyan serda diçirûse,
her sal ew wan goran sewa hemî der û cînarê
xwe çêdike, wexta meriv wan goran dixe lingê xwe
hemû kes serdan pê lingê me dinêrin, em jî
gavên xwe nermîka û weke em li ser ewran re rê
ve diçin, wisa dimeþin.
Îca wexta Porteqal goreyan çêdike
tenê yek çavnebariya wê dike, ew jî Muhbeta
navranpîne ye. Hema li ku derê rûdinê, tu
carê xwe topî ser hev nake, devdelingê wê ser
erdê dane her tim, wexta ew pesnê xwe dide, devê me
giþtan vekirî dimîne, em dibên gelo ev Muhbeta
navranpînekirî van gotinan dibê! Serê sibê
heta êvarê nava mala digere, wexta dibe êvar mala
wê dikeve bîra wê, ne goreyên xwe heta serî
dibe, ne jî kesekî paþde dimîne. Piþtî çend
rojan, min dî waye Porteqalê cote gorê nexþîn
çêkiriye daye destê xwe berva mala min tê,
min ha goran nêrî, min Porteqalê nêrî
ez gelekî bextewar bûm.
Go niha min dest bi cotegorê din
kiriye, ewana jî sewa roja tengasiyê, heta sibê ez
ê biqedînim, min go bira xêr be. Sibetirê
piþtî nîvro ez çûme ser kaniyê, min
dî waye hemû jinên ser kaniyê topî dora
Muhbeta navranpînekirî bûne li gorên lingê
wê dinêrin, ez jî metel mam, ez fikirîm
Muhbeta ez nas dikim, ew nikare ewqas goreyên wisa nexþkirî
nava çend rojan de çêke, careke din min go belkêm
jî þev û roj ranezaye hemû zora xwe daye ser van
gora û qedandiye. Nizanim, min ava xwe dagirt û ez çûme
malê, hema pey min Porteqal bi mirûzekî nerind hat,
min go keçê te xêr e! Were rûnê em
çayekê bi hev re vexwin, go na tu tiþtek di qirika min
de naçe xwarê. Hiiim derdekî te heye, ka bêje
çi bûye, em bi hev re derman bikin, go çend rojan
beriya vê min cotegore dabûn ser þîþikan, duh
êvarê jî min ew qedand, þûþt bir derve
raxist niha ez digerim-nagerim nabînim, nizanim kê
biriye! Min go bisekine ez zanim ew gorên te niha cem kê
ne.
Ez çûm ber derê
Muhbetê, hema çawa ez dîtim, go walle-bille
zarokan ew gorena li erdê dîtine anîn dane min, çi
bûye! Qey min diziya we kiriye! Min go zûke wan gorena ji
lingê xwe derxe, ew keda te nîn e, keda Porteqalê
ye, heke hinek þerm bi te re hebûya, teyê bigota ka ez
berê pirs kim gelo xwediyê van goran heye an tuneye, îca
tu jineke beleþcî yî, ku derê tê bila bê,
hema tu dibê ji min re. Ez çûme cem Porteqalê
min go careke din heke tiþtekî te yî teze hebe li derve
nehêle, xêrxwaz jî hene, xêrnexwaz jî
hene, bila eva ji te re bibe derseke mezin, keda xwe li derve
nehêle....
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 20-03-2008 08:35. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment.
Last update on 20-03-2008 08:35 Views: 197
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 197