Kengî xeberên reþ tên digihîjin me
xemgîniyekê li derûniya me bar dikin. Van rojên borî xebereke
xemgîn gihîþte me. Derhêner, wenêkêþ, nivîskar û gerîla
ango þervanê çiyan Halîl Uysal þehîd ket. Di cîhanê de, ji
kêm mirovan re bûye nesîb ku ev qas meziyetên ku pozîsyonên wan
li dijî hev li ser kesekî pêk bên.
Ev yek bi tenê serê xwe
tiþtekî harîqulade ye. Halîl Uysal yekî wisa bû. Ev meziyet û
ew bi hev re nirxên payebilind û bêhempa sembolîze dikin.
Þêhîdbûna wî careke din çiya, þer û jiyana wir û nirxên li
wir hatine pê anîne bîra me. Ew ruh, ew derûnî û ew manewiyate
ku li her der derê welatê me, li dijî zext û zora bêhesab û
bêpîvan mirovên kurd ên azadîxwaz çik li ser piyan digire.
Ku mijar bibe nirxên payebilind ên
welatê me û yên mirovahiyê, ev yek dibe bar û peywir ku yên
destên wan pênûs digire, yên dikarin li ser tualê resim bikin,
ên dikarin notayan bijenin, ên ku dikarin bi traþtinê ruh bidin
keviran, mermeran, ên ku bikaribin zêmaran bilorînin, dikeve ser
milên wan. Qet nebe destên min pênûsê digire ez ê ji bo wan
binivîsim. Ev nivîs ji bo bîranîna Halîl Uysal her wiha Delîla,
Hozan Serhet, Mizgîn Aydin, Hozan Sefkan û yên din e ku wan li
çiyayên welatê me, tevî yên ku her roj wateyekî li jiyana
welatê me, gelê me zêde dikin ji bilî çekên destên xwe, bi
tembûrên xwe, bi kamerayên xwe, bi pênûsên xwe jiyana welatê
me bedew û estetîze kirine; ya herî girîng jî reng, deng, awaz û
hestên me nemir kirine.
Ku mirovekî ji rêzê, di nav jiyana
asayî ya rojane de bê pirsîn ku mirinê tarîf bike bê guman wê
aliyê wê yê xemgîn û keserê berî her tiþtî bîne ziman.
Mirin ji bo me kurdan jî hêmayeke xemgîn e, ji bo kesekî
eskîmoyî, aborjînî, çermiksorî, spî, reþ, dewlemend û xizan
jî… Her wiha ji bo gerîlayên li serê çiyayên me jî. Ji ber
ku her mirinek bi xwe re jiyanekê dibe û diçe. Ji ber ku her mirin
fîzîkekî, azadiya wê fîzîkê jî bi dawî dike. Pê re ruhekî,
hestekî, þitleke bi manewiyat û derûniya mirovan jî bi dawî
dike. Mirovên jiyanparêz vê rastiyê bi hiþmendiyeke mezin ve
dizanin.
Þer, çiya û estetîk
Lê rûyekî mirina mirovan a din jî
heye. Dema jiyan bo nirxên mirovatî, li dijî bindestî, zilm,
koletî, bo edalet, azadî, wekhevî û nasnameyê bê fedakirin, bê
tercîhkirin wateya mirinê diguhere. Mirin êdî ew qas xemgîn
nabe. Ji ber ku wê mirinê bi þeklekî din jiyan ji nû ve
afirandiye, di nav hest, raman û manewiyata mirovatiyê de dijî.
Ango mirin bi xwe tê kuþtin. Mirin nikare jiyanê têk bibe.
Heke ku herkes li ser wan dinivîse,
heke navên wan li her derê tên neqþkirin, heke awazên wan bi
notayan digihîjine her aliyên welêt û dinyayê, heke dîmenên
wan giyanê zindewar dike, heke ew di hest û xeyalên me de dijîn,
heke wan ruhek bi tevî jiyanê kiribe wêga ew nemirine bi wan
hêmanan re, bi me re dijîn.
Em ê wan binivîsin. Em ê jî bi wan
jiyanê bedew û estetîze bikin. Pir nivîskar ji aliyê mijaran ve
xelayê dijîn. Xela ketiye mijaran, tiþtên ku teng û rijî û ji
jiyanê dûr dinivîsînin. Tu xela xelaya ku ji rastiyên welatê
xwe dûrketî û cinsiyeta ferîþteyan dikin roman, helbest û huner
xelatir nîn e. Em ê binivîsin, divê bê nivîsandin jî; rastiyên
welatê me ji bo wêjeya gerdûnî jî behr in ku çav dawiyê lê
naynin; kî bixwaze dikare bi dilê xwe avjenî bike.
Þerê azadî, nasname, çand û ziman
Li herêma Rojhilata Navîn li
Mezopotamyaya Jorîn welatek heye ziwa bûye. Li wê derê neteweyek,
gelek heye tî ye. Bi hezaran sal in ku ava wê li ser hatiye birîn,
av naçe damarên heyatê. Ew ax û ew gel tî ye; tiyê azadiyê…
bi hezaran sal in ku darên wê, nebatên wê, mirovên wê bêyî
azadî çilmisîne. Qelîþtek li axê ketine, nebat zerokî ne,
pelên daran weþiyane, rûyê jîndariyê yê þîn û geþ miçiqiye
li bedena jîndaran, jiyan bê wate û stûxwar e ji bo mirovên bêyî
azadî.
Vê cografyayê sal, sedsal û hezar
sal borandin. Çiqas mirov wek çilmisî çûn binê axa qelyayî,
çiqas dar û nebatên bêav û bêazadî bûn fedayên vê dîroka
bêbext. Sedsal û hezar sal derbasbûn hê jî ev mirovan, ev ax, ev
nebat û ev welat tî bûn. Sal, sedsal û hezar derbas bûn mirovên
hiþyar bûn li ser vê axa tî û qeliþî li avê geriyan. Heta wê
gavê hiþyarbûn zor û zehmet bû, lê piþtî hiþyarbûnê dîtina
avê zor û zehmet e. Bo wan gerîna avê zehmet be jî ne xem e. Ew
avê rojekê bê dîtin.
Ew ên ku ji xewê þiyar bûne û avê
ango azadiyê digerin kurd in. Ew ên tî em in. Em li avê digerin.
Em mîna tî û birçiyan bûne dînên wê avê. Ne nasname mabû,
ne azadî, bêhna çand û ziman çikiya bû; bi helke helk li ber
sekeratê bûn. Tiyên azadiyê, di vê gera xwe de berê fikra ku av
çawa tê dîtin û bidestxistin keþif kirin. Av û azadî di bîreke
kûr de bû, gihîþtina wê pir dijwar bû. Piþtre amûrên
gihîþtina wê dîtin. Xwe bi rêxistin kirin, di destên wan de çek
hebûn. Vî welatî bi hezaran sal in ku agir wek amûreke paqijiyê
tê dîtin, agir pîroz e. Agir xirabiyan diþewitîne, paqiþ dike.
Ma Newroz ne wisa ne? Agirê Newrozê yê azadiyê bi hezar salan
netemiriye. Wî agirî hêlên me yên nerizyayî û paqiþ
parastine. Yên ku çek û rêxistin dîtibûn agir berdan bedena
xirabiyan. Ew xirabî bûn ku bi hezaran salan pêþî li gihîþtina
kurdan a avê girtibûn, bûbûn bendav, bûbûn bobelat, bûbûn
karesat wek girêka jehrê þev û rojên kurdan heram kiribûn.
Þerekî dijwar dest pê kiribû. Agir
li her derê welêt xirabî disotandin. Li her derê ku ax lê
qeliþîbû hêvî lê hêþîn bûbûn, gul, beybûn, binevþên bi
wext û bêwext lê ho dabûn. Di demeke kin de ev þer gihîþte her
derên ku kurd lê dijîn. Li her derê cîhanê… Asya, Ewropa,
Amerîka û Awusturalya…
Bedela wî þerî li kurdan giran bû.
Bi hezaran gund hatin valakirin, þewitandin û koçberkirin. Bi
milyonan mirov ji cih û warên xwe hatin qetandin. Bi deh hezaran
kurd hatin kuþtin. Îþkence, sirgûn û girtin jî barê ser bû.
Lê bila be, ji bo azadiyê hejayî van bedelan e. Di jiyana kurdan
de her tim dijwarî hebûn, mirin hebû, tengezarî bê hesab bûn.
Ev bedelên bo azadiyê serfiraziya kurdan bû. Ji ber ku ev þerê
azadiyê, nasnameyê, çand û ziman bû. Ango þerê hebûnê bû.
Çiya ji me dûrbûn em gihîþtinê
Împaratorê Makedoyayê Îskender li
rastî Çiyayên Kurdistanê bi taybet Zagrosan hatiye, rê nadane
artêþên wî ku derbasî aliyê din bibin. Dema hatiye, gotin li
gotinê asê bûye fermandarekî gerîlayê þerê azadiyê gotiye,
“Îskender nekaribû ji van çiyan derbas bibe, hûn ê jî li van
çiyan asê bimînin.” Wê artêþê timtêla xwe da ber van çiya
û geliyan hê ku ber þêmîka wan geliyên asê re derbas nebûbûn,
ji Îskender xirabtir serqunkî vegeriya lê paþiya xwe jî nenêrî
ka çi ma û çi nema.
Berê çiya li me dûr bûn, sedem ev
bû ku em jî li wan dûr bûn. Gava me serê xwe rakir, ku em ji
tîbûna xwe hesiyan, serê pêþîn çiyan hatin bîra me. Ava ku em
lê digeriyan pirtir li wir bû. Çiyayên Kudistanê bi heybet in,
serê wan bilind e. Natewin û narizin. Berfa li ser, ba, bager û
bahoz lê kêm nabe. Geliyên kûr, avên zelal dawetkarê azadiyê
ne. Warên destanan, wargehê þêr û xezalan e. Ji ber vê rastiyê
ye ku hevnasîna wan û þervanên azadiyê dereng nebû. Çiyan
hembêza xwe vekir û zarokên xwe hembêz kirin.
Niha ser bîst salan e ku ew hembêza
van çiyan de ne. Êdî ew mazûvan in. Çiyayên welêt bi hesreta
hezar salan wan dihewînin. Çar demsal ew li wir in. Þev û roj,
berbang û êvar, nîvro û esir; zivistan û havîn, bihar û payîz
ew mîna çiyan dijîn. Bi çiyan re bûne yek. Þiriniya avê, dengê
ba, þilaya baranê, kuliyên berfê, çilevila çûkan, firîna
balindeyan ê/a wan e. Hêvî li wir in, paqijî li wir e, xwerûbûn
li wir e. Hêvî û paqijî li wir mezin dibe û ber bi welat belav
dibe.
Çendî ku çiya bûn sedema
paþvemayîna me û xewa bi hezaran salan jî, îro çiya deynê xwe
didin kurdan, dibin war û wargehên parastina me. Çiya bûn warê
xwenûkirina me, vejîna me. Çiqas ku betilî bûn li çiyan bêhna
xwe vedan. Çi dem birîndar bûn birînên xwe li wê derê pêçan
û pak kirin. Heta îro çiyan nedihîþt kurd bibin þaristanî lê
wan þaristanî anîn çiyan. Bûn niþtecihên wir, jiyaneke nû pêk
anîn.
Êdî ne çiya ew çiyayên berê bûn
ne jî ew jî ew kurdên berê.
Ruhê jiyanê li çiyan xwerû û
estetîk e
Kurd avê geriyan û jêderka avê li
wêderê dîtin. Ji bo avê ango azadiyê þerekî dijwar kirin. Dema
av û azadî li wir dîtin têne ji bo þer û êwirbûnê li wir
neman. Ruhek li jiyanê zêde kirin. Ruh dan van çiyan, ruh dan avê,
berfê, baranê. Û ji bo vê jî van çiyan, ruh dan avê, berfê,
baranê silaveke ji dil da mazûvanên xwe yên nû.
Kîjan zivistan, serma û seqem ew qas
xweþ bû li Zapê bi armoniya strana Oramarê? Ka çend dehsal borîn
ku li heman derê kesera guleyên li bedena xizanên kurd re derbas
dibûn ew ên ku bi sînoran re diçûn ji bo parî nanekî ji bo
zarokên xwe bidestbixin, bê jibîrkirin? Ka lorînên dayikan li
ser cenazeyan dilorandin çawa tên jibîrkirin? Ev çiyan di bin
bandora qanûnên hov û dirindeyên dagirker de bûn. Niha li heman
deran dengê bayê dibe melodiyên þervanan, dengê avê dibe nota.
Berfa spî dibe seta fîlmên gerîla. Þikeft dibin stûdyo. Ka de
bêjin ev ne bedewiya jiyanê ye çi ye?
Huner kete çiyayên asê. Xwezayê
xwerûbûna xwe parast lê jiyana van demên þahlewend ji nû ve
hate afirandin. Bi tiliyên mahir, bi objektîfên kamerayan, bi dest
û mêjiyên afirînêr jiyan ji nû ve hatê raxistin ber çavan û
manewiyatek, wateyek lê hate barkirin û zêdekirin. Kê bawer dikir
ku çiyayên bibin setên xwezayî yên fîlmên gerîla, kê bawer
dikir xezalekê bibe þirîkê jiyana wan û wek aktorekî esas di
fîlman de rolan pêk bîne. Pir hatibû bihîstin ku xweza û gerîla
pir bi hev dikin û dibin yek lê eceb bû ku ew xezal beþdarî
konferanseke gerîla bibe û dema biryarên ji bo kuþtina xezalan
qedexe dibe derkeve ser maseya dîwanê û wek endameke dîwanê
tevbigere. Ev tev bûne rastiyên jiyanê. Ev ne efsane ne, ne jî
propogandayeke mîtolojîk; bi milyonan mirovan di ekranên
televiyonê de temaþekirine.
Vê xwezaya wehþî ji xeynî bayê
beredayî, av, bager, baran û birûskê dengê muzîka binota
guhdarî kir. Ji lûtkeyên çiyayên bilind dengê tembûr û bilûre
bi notayan aramî da kulîlkan, binevþ û þilêran; xezalan, çûk
û balindeyan ber bi deþt û bajaran belav bû, kete dilê mirovan.
Kurdan awazên ji çiyan hatin dagirtine cegera xwe di malan de, di
xwepêþanan de, di Newrozan de dengê xwe bi dengê awazên çiyan
re kirin yek. Heke hûn bixwazin estetîk û hunera li çiyan bibînin
li Newrozan binêrin. Wê tiþtekî ji we re bibêjin bi tevî awaza,
“gerîla serî hilda…”
Ev pir baþ hatiye fêmkirin, li serê
çiyan tenê þer ne hatiye kirin. derûniyek, manewiyastek jî
hatiye afirandin. Bi jiyaneke nû, bi perwerdeyê, bi hunerê rengek,
cewherek bi tevî jiyanê kirine. Çiyan bi nirxên demokrasî û
azdiyê re bi hev nasîne. Jin li vir, li van çiyan vejiyan,
derketin qada dîrokê. Wekheviya jin û mêran li van çiyan tê
parastin. Xwezaparêzî û mirovparêzî bûne heval, bûne dostên
hev ên esas. Çiyayên asê bi teleferîkan li hev hatine girêdan.
Pêþî li avê hatiye birîn û bi pêkanîna bendavên biçûk
elektrîk tê bidestxistin. Gundên bi hezaran salan e di tariyê de
ne û hikûmetê ew wek ‘no man’s land îlankirine û xizmetê
nabe wir bi roniya elektrîka azadîxwazan diîse. Teleferîk, bendav
û elektrîk; sê tiþtên ku ev çiyan tu car pê nehesiyabûn bi
riya wan ketine van kelehên asê yên xwezahî. Tîmên futbol û
voleybolê maçan li dar dixin. Ew çiyan bi wî awayî bedew bûne.
Êdî berbangê, sehera sibê, dema çiyan rojê pêþwazî dikin
bextewar in, dilgeþ û dilcoþ in. Çiya bi stranên wan silavan li
sibehan dikin.
Li van çiyan bi dehan roman, bi sedan
helbest, bi dehan sirûd û stran hatin nivîsandin û bestekirin. Bi
dehan þano hatin nivîsandin û lîstin. Li wan lûtkeyên bilind
þanoyan perde vekir. Erê li wan lûykeyan Prometeyan agir ji Zeusan
dizî da bê agiran. Sewalên wê, daristanên wê parastin, qeyd li
piyên xwezayê nedan. Bûn dostên xwezayê, xwezayê jî tu
comerdiya xwe ji wan veneþart. Xweza azad bû, mirovên paþila xwe
bêpar nehîþtin. Wan jî destên xwe li azadiya çiyan neda, gemar
nekir.
Li van lûtkeyan bi dehan fîlm hatin
kiþandin. Wan bi zimanê hunerê heta hêza wan têrê kir çîrokên
xwe vegotin. Evînên çiyan vegotin. Evîna Bêrîtanê, evîna
jinan, evîna dîrokê vegotin. Tîrêj, Nepeniya Rûyên Me, Eyna
Bejnê, Dema Jin Hez Bike, Bêrîtan ji wan çîrokên çiyan û
jiyanê ne û ji wir hatine wergirtin. Bi wan çîrokan em jî
jiyaneke nû di wê eynika ku li bejnê hatiye girtin de dibînin.
Carinan xemgîn dibin, carinan dibin evîndar, carinan dibin dilgeþ
û bextewar. Bi riya wan, hezkirina xwezayê, ya mirovan û nirxên
mirovatî û serpêhatiyên me kurdan hîn dibin. Her tiþtê wan
çiyan de hatiye afirandin di heman demê dibistaneke perwerdeyê ye.
Mirov ji nû ve rastiya jiyanê bi ziman û rûyekî din hîn dibin.
Çîrokeke her fîlmê heye. Þer
diqewime. Gerîlayek birîndar dibe, Xezalek rê nîþan dide û diçe
þikefteke asê, ji nav qelîþtekên axê jinek derdikeve û dibêje,
“pênc hezar sal in ez li benda te me.” Em bi riya wê hunerê
vejîna jinan bi zimanê vegotineke þahkar hîn dibînin. Eynika
Bejna safîtiya hestên li van çiyan, beþdariya li van çiyan
vedibêje. Dema Jin Hez Bike mirovheziyeke xwerû û bêhempa bi me
dide temaþekirin. Ken, hest û jidiliya wê keçika ciwan di her meþ
û rêwîtiya þervanên van çiyan de deng vedide misoger…
Berîtan bi gerîlayên hevalê xwe re
wek teyran lîstika basklêdanê dilîze. Berîtan serkêþa wan e.
Geþ e, bi coþ e. Kenê devê Bêrîtanê ji evîneke bêdawî tê,
em vê evînê di coþa Bêrîtanê ya li ser perdeya spî de
dibînin. Heman Berîtan bistekê bi þûn de wek bazên çiyan milên
xwe vedike ji gelî ber bi jêr difire. Estetîka hunera van çiyan
di vir de ye. Bêrîtan bi coþ diçe mirinê. Hunermend bi riya
estetîkê, bi hunerê mirinê bê wate dike, dikuje.
Her tiþt xwezayî ye. Bi milyaran pere
li holê nîn e, teknîka pêþ nîn e. Lîstikvan ne profesyonel in.
Lê dîsa huner derdikeve holê. Ew ji refên þervanan hatine
wergirtin, ji yên profesyonel ne kêmtir in. Ango van ruhekî xwerû
û amator tevî hunerê kiriye. Jiyana wan profesyonel e lê hunera
wan amator… yanî li van çiyan her tiþt hatiye guhertin û bi
wateyeke din pêk tê.
Ev giþt yek bi yek ji rastiyê hatine
girtin. Hunera li çiyan ajdayî serpêhatiyên kurdan estetîze û
nemir dike. Em bi milyonan kurd û dinyayî ji vê estetîkê,
bedewiyê hêz digirin, li manewiyata mirovan nirxên nû zêde
dibin. Stranên kurdan ên gerîla deþt û bajaran belav dibin.
Wêne, dîmen û jiyana çiyayên Kurdistanê, qadên azadiyê li her
derê belav dibin. Ew bi vê hêzê li hev zêde dibin, dibin hezar,
dibin deh hezar, dibin milyon, nasname, azadî û demokrasiyê
diqîrin. Ew gav bi gav ber bi rojên serfiraz dimeþin…
Ev afirêneriyên van çiyan bi xeyal,
pejn, hilma nefesa wan û evîna dilên Halîl Uysal, Sefkan, Mizgîn
Aydin, Serhat, Delîla û nemirên din hatine ristin. Tevna wê di
dil û mêjiyên wan ên evînkûr de hatiye lidarxistin.
Em vê dilxweþiyê, vê serbilindiyê
bi wan deyndar in.
Wateya estetîk û hunerê ev e; bi
amûrên jiyanê, ji nû ve pêkanîn an jî afirandina jiyanê.
Halîl Uysal, Sefkan, Mizgîn Aydin, Serhat, Delîla bi kamera,
pênûs, tembûrên xwe, bi notayan, bi hêmayan, bi lehengên xwe
jiyan ji nû ve afirandin. Fîzîka wan çû ew xwe bi van man. Heke
jinûveafirandin ev be, ew nemirine. Bi me re ne.
Wan çîrok û serpêhatiyên me nemir
kirin. Divê em jî di çîrok û serpêhatiyên xwe de wan bidin
jiyandin, wan pêk bînin, nemir bikin.
Berhemên wan riya me ronî, dilên me
geþ, ruhê me bextewar dikin.
This entry was posted on 28-04-2008 12:44. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment.
Last update on 02-05-2008 12:34 Views: 140
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 140