Kengî destên xwe davêjim û pêli qumandaya
TV’ê dikim… kengî rûpelên rojnameyên tirkan vedikim... kengî dikevim malperên
tirkî… her tim dîtin, gotin û nirxandinên general û polîsên radebilind ên
teqawit derdikevin pêþberî min. Ez bawer im ê we jî.
Çav û guhên me êdî têrbûne ku niviskar,
lêkolîner, rewþenbîr û kesên ku bi hunera nivîsê re aleqedar ên tirk di
televîzyon, radyo, rojname, kovar û her cure alavên ragihandinê de bejna xwe
nîþan didin. Serî û guhên wan dilivin. Ketine pêþbaziya gotina li ser kurdan.
Tîr dikin, ron dikin, tund dikin, nerm dikin… hêmanê hevpar ê wan êrîþkirina
wan li ser kurdan û cîhana kurdan e; gerîla, siyaset, þaredarî, gel, raman û
yên mayî… baþûr, bakur, ji Sîbîryayê bigirin heta Awustirya di cîhanê yek der
nemaye deve xwe dirêjî kurdan nekiribin.
Aþkera ye ku ev mijar ji wan re bûye
paranoya. Heta rewþ nebe asayî ev paranoya dê bidome.
Ev derdor bûye komeke reþ. Em di cîhanê de
nîvîskar û rewþenbîran dinêrin problemên civaka xwe re aleqedar in lê ne li ser
dijminatiya gelan. Ew ji bo çareseriyên erenî tevdigerin, fikir û ramanan
derpêþî civakê dikin. Projeyên leþkerî, stratejî û taktîkên leþkerî amade
nakin. Her wiha fikir û ramanên leþkerî jî…
Ka bo xwedê yên tirkan býnihêrin! Her roj
derdikevin TV’an, an jî di rojnameyan de hûn diþopînin. Plan û projeyan pêþkêþ
dikin ku ka çawa ew ê kurdan baþ asîmîle bikin, çawa dê ji aliyê civakî, aborî
û çandî ve kurdan bi tirkan ve entegre bikin, kurdên çawa bên islah û
tunekirin, ku der dê bên bombe û operasyonkirin, divê Tirkiye çawa sînoran
biguhirîne û dagir bike û paþî li van raman-planan nayê. Hinek hene yekser
berdevkên serfermandariyê ne. Germî germî talîmatên serfermandariyê ji raya
giþtî re radigihînin.
Çi polîs û generalên teqawit, çi nivîskar û
rewþenbîrên tirk di navbera wan de ferqk nemaye. Ew bingeha îdeolojîk, siyasî û
çandî ya berevajîkirina rewþa kurdan û tirkan a îro datînin. Hûn bala xwe didinê
dewleta tirk mafdar, mazlum, masûm, a ku neheqî lêtekirin, êrîþ lê dibin, mafê
tê xwarin, êrîþên li kolanan li ser kurdan dibin wek mafdar di cih de
dinirxînin. Kurdan, partî û rêxistinên kurdan jî neheq, êrîþkar, terorîst bi
nav dikin.
Hinek jî hene dev ji wijdan û însafa
rewþenbîriyê berdin wijdana însanên ji rêzê jî pê re nîn in.
Tu car ji bîra min naçe; 2’ê adarê 1994’an
roja darbeya li hember DEP’ê, parlemenên DEP’î hatin binçavkirin Gunerî
Civaoglu, (þaþ nebim) di A TV’ê de þîroveya rojê ji vê mijarê re veqetandibû.
Hingê þîrovekarê wê TV’ê bû. Got, “Hatîp Dîclê xwe tiroviro dikir, cihêparêzî û
dabeþparêzî dikir. A niha dest û lepên ewlekariyê de ye. Niha tu hêza wî nîn e.
Çavên girtî, destên wî girêdayî ne. Ferqa muameleya wî ya yên ji rêzê nîn e. Ne
mimkûn e ku ji destê polîsên me xilas bibe. Ew ê yek bi yek hesabê van kirinên
cihê û dabeþparêz û piþtgiriya terorîzmê bide. Em ê bibîn niha kî berxe kî
beran e.” Belkî peyv bi peyv nebe jî gotinên wî ev bûn.
Hûn baþ dibînin, ev feraset ne di daboriyê
de maye. Îro ji vê ferasetê tujtir in. Êdî ji devê wan ji xayîn û xiyanetê
kêmtir tiþtek dernayê. Salên borî tiþtek neguhirandiye, bervajî ew paþde
birine.
Nivîskar û rewþenbîr rola xwe bikaribin
bilîzin wê demê wijdana civakê ne. Dikarin bi nivîs û ramanên xwe atmosfera
dijminatiyê daxin, ne ku bilind bikin. Ew dikarin roleke aþtiyane, demokratîk û
çêker bilîzin. Lê ji vê yekê dûr in. Dêvla ku nijadperestiyê û dijminatiyê
bixin wê gur dikin; dibin amûreke nijadperestî û dijminatiyê. Rola pêþverûtiyê
na, ya paþverûtî û kevneperestiyê pêk tînin.
Bi rastî jî ruhê civakê re dilîzin. Di
destên wan de agir diçin ser civaka sorbûyî. Civaka tirk xira dikin. Hestên
harbûyî bi fikrên genî û xwînperest civakê serobin dikin. Civaka tirk nexaþ
kirine û xistine dest û piyan.
Rola wan di bilindbûna vê pêla paþverû de
mezin e. Wisa dibe ku carinan xwe nagirin, dewletê re jî dibin xetere. Wê demê
dewlet balansa wan eyar dike lê dîsa pêþî li wan vedike. Wek qedexeya RTUK’ê,
wek qedexeya serfermandariyê ya ji bo generalên teqawit.
Ew li hember civaka kurd, gelê kurd sûcdar
in. Ew li hember dîrokê sûcdar in. Heta dengê wan li ser esasa dijmintî û
nijadperestiyê derkeve civak nayê ser hemdê xwe. Heta kazînî û kûzînî ji piþik,
qirik û devê wan re derkeve ne mimkûn e ku civak bibe normal.
Kes li bendê nîn e ku serfermandar
fermaneke din bide bêje vê yekê nekin. Heta ew nebêjin jî ew dengê xwe nabirin.
Wê gavê ta kingê ev kûzîn?!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 22-11-2007 07:53. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment.
Last update on 13-02-2008 10:40 Views: 543
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 543