Ji nav rojevên îro de du
heb hene, kurdan ji nêz ve eleqedar dikin. Heyetek ji Amedê
çû Enqereyê di serî de serokkomar Gul hin
derdorên radebilind re hevdîtin pêk anîn.
Nîqaþa li ser zimanê kurdî careke din tê
rojeva Egîtîm Senê.
Çend saziyên li pêþ
ên Amedê ji aliyê serokkmar Gul ve hatin vexwendin.
Beriya her tiþî van saziyan teqez Amed temsîl nedikir.
Platforma Demokrasiyê, KESK û saziyên din ên
sivîl nehatine vexwendin. ÎHD’ê jî ji ber ê
yekê beþdariya xwe betal kir û Reyhan Yalçindagê
temsiliyet rexne kir, neçû Enqereyê. Tenê
saziyên bazirganiyê, karsaz, baroya Amedê û
yên nêzî AKP’ê hatibûn vexwendin. Bi
rastî jî ji aliyê temsiliyetê ve Amed tam
nedihate temsîlkirin. Di serî de ev hevdîtin seqet
bû.
Dema heyeta kêmtemsîl çû
Enqereyê berê bi serokwezîr Erdogan re hevdîtinek
pêk anî. Erdogan polîtîkayeke taybet li ser
Amed û herêmê dimeþîne. Ev vexwendin jî
parçeyekî vê polîtîkaya taybet e.
Beriya hilbijartinê hewayek da wezandin ku dê ji bo
pirsgirêka kurd hin tiþtan bike. Ji herêmê pir
mebûs derxistin. 5’ê mijdarê li Waþhingtonê
got ku 70 mebûsên wî kurd in û tenê AKP
kurdan temsîl dike. Ji bilî vê Erdogan bi devê
xwe îlan kir ku ew ê di hilbijartinên herêmê
de Amed, Batman û Dêrsimê bi dest bixin.
Di vê hevdîtinê de
serokê baroyê Sezgîn Tanrikulu behsa daxwaza
perwerdeya bi zimanê zikmakî û çareseriya
pirsgirêka kurd kir. Erdogan pir caran gotinên berevajî
hev jî gotine. Lê tenê rastiyeke wî heye wê
helwestê naterikîne. Vê care jî takiye nekir
rastî wek þeqamekî li rûyê heyetê,
rûyê Tanrikulu û raya giþtî xist. Erdogan
tenê karibû bibêje gotinên Tanrikulu derew
in. Helwesteke tund û tirþ li ber çavên vê
heyeta qaþo nûnerên Amedê nîþan da. Di
navbera helwesta wî ya hevdîtinê û ya ku dema
digot, “jin bin jî zarok bin jî rayedarên
ewlehiyê dê çi hewce be bikin” de çi ferq
heye? Ev helwesta Erdogan careke din pir aþkera dike ku serokwezîr
Erdogan û partiya wî AKP çawa nêzî
pirsgirêka kurd dibin. Li gorî rojnameya Milliyetê
Erdogan gotiye ku li dinyayê tiþtekî wisa nîn e.
Tenê mirov bi awayê ku tirkî tê gotin bêje
‘pes’, ne tiþtekî din. Dema ev gotin hatin ziman
parlamenterên AKP’ê yên ji herêmê
hatine hilbijartin jî hazir bûne. Wek peykerên
mermer ker û lal bûne. Sezgîn Tanrikulu heqaret
qebûl nekiriye û ji wê derê derketiye, çûye.
Heyeta ku qaþo li ser navê Amedê, li ser navê
kurdan çûye hêj wan peykera mermer mermertir bê
deng û bê helwest maye. Ango dîsa berjewendiyên
bazirganî û karsaziyê dane pêþ nasname û
aîdiyeta xwe. Jixwe ew li wan dike. Çiqas Amedê
temsîl dikin aþkera bûye.
Egîtîm Sen 9-10’ê
gulanê de kongreya xwe pêk tîne. Hin kom û
derdorên di nav Egîtîm Sen’ê de di nav xwe
de nîqaþa xala “perwerdeya bi zimanê zikmakî”
dikin. Ev derdor hewl didin ku xala “perwerdeya bi zimanê
zikmakî” careke din bikeve destûrnameya Egîtîm
Senê. Berpirsyar û rayedarên sendîkayê
yên giþtî diyar dikin ku ev di rojeva wan a giþtî
de nîn e û ne diyar e ka dê bê nîqaþ
kirin an na.
Ji bo sendîkayeke ‘demokrat’
derengmayîn û nîqaþ nekirina vê mijarê
bê siudiyek e. Sendîkaya perwerdeyê wek paradîgmaya
fermî nikare li vê mijarê binêre. Sendîkayê
bi zexta darazê ev xal li destûrnameyê derxist û
xwe ji pirsgirêkê “azad” kir.
Niha ji aliyê derûdorên
teng ve be jî ev nîqaþ dixuyê ku dê dîsa
bikeve rojeva kongreya giþtî. Divê sendîka bi
giþtî ji vê xalê nereve, bi rastiyên welêt
re rû bi rû bimîne; ji bo çareseriyê
tevbigere. Ev yek tenê ne pîvanê demokratbûnê
ye, di heman demê de pîvaneke însanî ye jî.
Ev mijareke girîng e û
Egîîm Sen bi azmûnekê re rû bi rû
ye.
This entry was posted on 10-04-2008 09:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 12-04-2008 10:40 Views: 135
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 135