Pirsa “Em ji bo kê dinivîsin?”,
navê beþa sêyemîn a pirtûka “WÊJE ÇI YE?” ya Jean Paul
Sartre ye. Beþa ku ji nîviyê bêtir ê pirtûkê ye, bi
beramberkirina hewldanên nivîsandinê yên sedsalên XVII. XVIII. û
XIX, ne li bersivekê bi tenê, li gelek bersivan digere. Mirovê
raman û nivîsînê û xwedî çalakî Sartre, hewcedariya nivîskar
a nivîsandinê di 97 rûpelan de têr û tijî vedibêje: “Di
rastiyê de nivîskar dizane ku ji bo azadiyên veþarî û
bikaranîna wan ne gengaz ên di heriyê de mane diaxive; û azadiya
wê/î bi xwe ne paqij e, ji bo paqijkirina azadiya xwe dinivîse.”
Sartre weke sedema bingehîn azadiyê
datîne nava qadê. Her çiqas awarteyên wê hebin jî, bi giþtî
nivîskar ji bo xwe bi tenê nanivîse. Çinku peyamên wê/î ku
dixwaze ragihîne civakê hene. Van peyaman di berhema xwe de bi cih
dike. Ji bo ku tîr li kevanê bikeve, yanî civak peyamê wergire,
xemeke wêjeyî tê xwarin. Nivîskara/ê ku berhemekê ava dike, baþ
dizane ku berhemek bê qîmetê nivîskî nabe. Dizane ku dema civak
radihêje berhemekê dixwîne, pîvanên ecibandinê dikevin
meriyetê. Nivîskar ji bo ku pîvanên civakê têr bike, li gora
hin rêbazan dinivîse. Wê çaxê berhem ji sînorê ‘min’ê
derdikeve û dibe alaveke ber destê ‘me’yê.
Berhema ku ji bo ‘me’yan tê
nivîsandin, di xwe de peyamên pirhêl dihewîne. Çinku di her
bêjeya nivîskêr de du-wateyîbûn heye. Nimûne; nivîskar tenê
ji jinê re binivîse dê hîna bêtir jinparêz be û hevokên
mêyîtiyê rêz bike, tenê ji mêr re binivîse dê xîtabî
dozînên wan bike û hevokên serweriya mêrtiyê rêz bike. Dê di
rewþa yekemîn de berhem rexnekar, di rewþa duyemîn de berhem
hikumkar be. Di vir de xema gerdûnîbûnê ji teref nivîskar tê
xwarin. Her çiqas mirovekî qet ne xwende be jî, dibe ku rojekê
hînî xwendinê bibe û berhema nivîskêr bixwîne. Dibe ku
‘zarokekî çermreþik rojekê têkeve destê dijminê reþikan û
çavên wî vebin.’ Li gorî Sartre “wateya vêya ew e ku her
bernameya mirov(ekî/ê), dikare sînorên xwe derbas bike û gav bi
gav ber bi bêdawîbûnê ve here.”
Nivîsandin, jixwedayîna nivîskêr e.
Çinku nivîskar ne þoreþgerek e, di serî de serhildêrek e.
Serhildêr di serê pêþîn ê govendê de ye û dizane ku dê
berika pêþîn a desthilatdaran li eniya wê/î bikeve. Rastgo ye û
tu gotineke xwe danaqurtîne. Weke þoreþgerekî qezenc û
windakirinên xwe di hesaban re derbas nake. Hay ji berdêlên ku dê
bide heye. Pênûsa xwe bê minnet dixebitîne, nakeve binê hukmê
tu þexsiyet, rêxistin û saziyan; ji lewre bi tu kesî re ne li hev
e. Çawa ku ji dergeha Xwedê hatibe qewirandin, li tu cihî deriyekî
vekirî li ber tune ye. Bi vî hawî hey vedibêje û derî li dû
deriyan rêz dike. Bi tenê ji xwîner re vedibêje. Dizane ku
“Xwîner pasîf e: Li hêviyê ye ku jê re hunereke nû ango hin
raman werin vegotin. Sehêtiya (teftiþ) wê/î nerasterê û neyînî
ye; mirov nikare bibêje boçûnên xwe radigihîne; ancax ku pirtûkê
çawa bistîne, têkiliya nivîskar û xwîner diþibe têkiliya
navbera jin û mêr: Çinku xwendin riyeke hînkirina zanînê, nivîs
jî teþeya lihevkirina navbera mirovan e.”
Berhema hunerî di asta ramanê de nayê
nirxandin: Çinku, ew pêþîn weke afirandina bûjeneke nayê
afirandin e. Ji bo wiha bîr û boçûnên wêjeyî yên nivîskar zû
bi zû nayên têgihandin. Bêtir ji serdemeke dîtir re dimînin.
“Ji dêleva navdariyê ku (nivîskar) nehatibe fêmkirin, hîna
çêtir e û ger hunermend berî mirina xwe bi ser ketibe, ev
serencama çewtiyekê ye. Û ger pirtûka weþandî têr û tîjî
bertek li dijî xwe neafirandibe, weke heqaretekê dê di destpêka
pirtûkê de pêþekek hatibe lêkirin.” Hevoka dawiyê ku qezaya
tê serê gelek nivîskaran aþkera dike, gotineke nivîskarê gewre
Dostoyevskî bi bîra mirov tîne: “Ger Xweda tune be, her tiþt
dikare were kirin.” Yanî, ger afirandineke xweser di pirtûka -ne
berhema- nivîskar de tune be, dikare bi pêþek û paþekan li
xapandina xwîneran bigere. Weke Paulhan jî gotiye, “Her kes
dizane ku di roja me de du pêþanî (gotin û ve-gotin) hene:
Pêþaniya xerab a ku xwendina wê ne pêkan û pêþaniya baþ ku tu
kes naxwîne.”
Ji ber ku wêje dixwaze ji bo
jibîrbûyan hiþmendiyekê ava bike, çîrokên zemanê berê tev li
henasên wan nîþe dike. Û wêjekar baþ dizane ku bi giþtî mirov
û bi nemazeyî jî jiyana mirov, kêm kîtekît dimînin. Li vê
derê nivîs û pêþanî digihîje hawara nivîskar. Rabirdûyê bi
îro ve girêdide û radigihîne dahatûyê. Çawa ku ew pêþaniyên
sedan sal berê dixwînin û þahidiya guherîn û veguherînên
jiyana mirov dikin, yên li dû me jî li pêþaniyên me þahidiyê
dikin. Ji bo wiha em, nivîskarên îro ku em ê di siberojê de weke
mirî werin hesibandin, ji xwînerên sibê re dinivîsin.
A çê ez nivîsê bi gotina Sartre bi
dawî bikim! Wê çaxê dê merema min a nivîsandina vê mijarê
çêtir were fêmkirin: “Nivîskar weke prensîb ji hemû mirovan
re dinivîse. Lê ji hêla hin mirovan ve tê xwendin. Ji valahiya
navbera xwînerê îdeal û xwînerê rasteqîn têgeha gerdûnîbûna
razber dizê. Yanî, nivîskar di dahatûyeke ne diyar de, dihesibîne
ku çend xwînerên niha di dest de dê tim xwe nû bike.”
* * *
DERWAZEYÊ WÊJEYA FELSEFÎ
Jean Paul Sartreyê Hebûnparêz
(Egzistansiyalîst), di berhema xwe Wêje Çi Ye? de sedema
nivîsandina ji bo kê dîsa li ser esasê hebûna mirov datîne.
Weke Kierkegaard jî diyar kiriye hebûn, jiyana xweser û þênber a
mirov e. Ji ber hindê divê felsefe berê xwe bide fikirandina
þênber, yanî hebûnê. Jixwe; felsefeya hebûnparêziyê di her
feylesofekî hebûnparêz de xwedî xweseriyeke cihêreng e. Sartre
felsefeya xwe di ser wêjeyê re ragihandiye xwînerê ku nivîskar
ji bo wê/î dinivîse.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 06-05-2008 08:48 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 06-05-2008 08:48 Views: 37
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 37