Di vê dema ku ew qas teknolojî û fikirandina însan bi pêþketî de, li nik erd–germî û wêrankirina atmosferê û erazyona xwezayê, erazyonbûna li ser çand û nirxên civakan jî, bi xwe re peyda kirî.
Êdî, bandora vê yekê, li ser giyan û hiþê mirovan, bê ku bizanibe, roj bi roj xwe dispêre vê pergala sermeyandar a hovane.
Di psîkolojî û pergala fikirandina mirovan de, sotandina nirxan, di rastiya xwe de ji bo mirov felaket û serpêhatiyek giran e. Lê belê, em wisa bûne ku êdî em hem ne bi vê pergalê re ne, hem jî em pêre ne. Yanî, sedema hebûna me bi nirxên me ne, lê belkî jî ji her kesî bêtir em nirxên xwe disotînin.
Rast e, sotandina çand û nirxan, îro pirsgirêkeke hemû civakan e, lê belê ji bo civakeke mîna civaka me, her wiha ast û mercên ku em wekî netewe derbas dikin de, bandor û zîwana vê yekê, gelekî girane. Bi çend gotin û þirove yan naye vepijandin.
Bi dîtina min, pêlên lawazkirin, erazyona li ser çand û hunerê, jibîrkirin û nefikrandina nirxên ku sedema hebûna me ne, û hwd. herî zêde di hiþ û mêjiyê me de dijîn.
Sih sal in, em wekî civak têdikoþin û bedelên giranbuha didin, lê belê hê jî, di hewldanên çareserkirina pirsgirêkên çand û hunerê de, em bi merdî û wêrekî, sedem û kelemên di riya çareseriyê de nabêjin. Her wiha pêdiviyên vê yekê jî derbasî pratikê nakin.
Dizanim ku dubare dibe, lê mecbûr im ku dîsa bêjim; sih sal berê, manîfesto û destûra bingehîn a vê þoreþê, telesim û pîvanên çareseriyê bi tîpên zêrîn nivîsandî ye.
Pirsgirêk û xitimîna ku roj bi roj giran û tund dibe, gelek sedemên xwe hene, sedemên derveyî, girêdayî pergala globalîzmê, piyase û guhartinên navneteweyî û rewþa erazyona çand û nirxa ye, bêguman ev ji bo hemû civakan wisa ye.
Lê belê, civakên xelkê, xwedî sazî û zagon û makenîzmeyên parastinê ne, bingeh û lengerên xwe afirandine, bi hesanî nakevin bin bandora van pêlên sotandin û biyantiyê. Her wisa mîna me bi asoyên biyanî û nakokiyên hesan re tevnagerin.
Lê em? Xwezî û sed carî xwezî, bi qasî ku em di warê îdeolojî, ramanî, kesayeta milîtanî, aso ya ramana serbixwe û exlaq û terbiya þoreþê me bi dest xistî, her wisa jî der barê berpirsyartiya çand û hunera gel de jî, me nîvê wê bi dest bixista.
Bi rastî, ji sedî sed bi bawerim ku pirsgirêka çand û hunerê, ne tenê ya hunermend û rewþenbîra ye, ev pirsgirêk a hemû civakê û ya hêza îradeya civakê ye.
Rol û bandora her takekesî û kesayet, li ser vê mijarê he ye.
Heger mirov babetên bingehîn ên çanda gelê xwe, di takekesî û kesayeta xwe de, bi giyan, lezet û hevîrê hîs û ramanê re nesotîne; çand û hunera mirov jî, wê her tim ji mirov biyanî û xeyîdî be!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-10-2007 15:51. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 37 time. You can leave a comment.
Last update on 05-10-2007 15:51 Views: 582
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 582