• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Cemîl Bayik arrow Rewþenbîriya elektronîk!
Rewþenbîriya elektronîk! Binivîse E-posta
 

Di cîhana pêþxistina teknolojiyê de weke tê zanîn, mirovan ji sîstema mekanîkî li ser du beþên (analog û digital) di du astên heman demê de, sîstema bi navê elektronîk afirandine. Bi pêþveçûna demê re, hêsanetî û xizmeta vê sîstemê, di jiyana rojane ya mirovan de, li her babetê jiyanê bûye xwedî bandora sereke û navê xwe jî bûye “Þoreþa teknolojiyê”!

Cudatiya di navbera analog û digital de bêguman beramberî cudatiya di navbera dewlemendan û xizanan de ye... Belkî jî ji bo vê taybetiyê, di felsefe û koralên pergala global û sermayedaran de gotine: “... pêþxistina teknolojiya me, di xizmeta demokrasiya me de ye!..” bêþik û guman, derfet û nîmeta teknolojiyê, ji bo mirovahiyê xizmeteke mezin û pîroz e! Lê belê, gelo rûyê vê pêþketinê yê din jî nîn e?

Dinya, alem, her kes îro sûd ji ber pêþketina teknolojiyê ji xwe re digirin. Li gorî berjewendiyên xwe û civaka xwe, ji xwe re þîrove dikin û dinirxînin, xwe û demokrasî û demokratbûna xwe, li ser hîma berjewendiya netewe û civaka xwe, xwe nuh û taze dikin..!

Di encamê de, ji bo xizmeta mirovahiyê, mirovan ev teknolojiya afirandî, da ku di eynika teknolojiya re, mirov berê xwe û piþtre jî dinyayê bibîne û biþopîne! Heger mirov di ekrana dê de xwe nebîne, her wiha di piþt makineya teknolojiyê de, xwe winda bike! Nebe, nebe, mirov wê bibe kesekî hizir elektronîk! Ango rewþenbîr, hunermend, siyastemedar... hwd bi fikir û raman û her wiha bi helwesta xwe, elektronîk e!

Mirov, rewþenbîr dibe, siyasetmedar û demokrat dibe, hunermend dibe, populîst dibe, sazî, rêxistin û dezgeh dibe, çi dibe bila bibe, di pirsgirêkên neteweyî/civakî de, rastiya mirov dikeve ber pîvana civakê, di heman demê de, dost û nasên mirov jî, pîvan a mirov dikin..!

Di vê pêvajoya nazik û dijwar de dema ku hin sazî û derdorên kurd, ji bo hin berjewendiyên xwe yên rêxistinî û kesayetî, di bin navê demokrasî û lîberalîzmê de konsepta þer û cengê ya dewleta tirk naxwazin bibînin, çareseriyê di îmha û tunekirina PKK’ê û xeta parastina rewa de dibînin..! Gelekî balkêþ e!

Vê carê, di piþt xelekên konsepta topyekûnê de, stratejiya demdirêj heye, îmha û tunekirina nirxan û destkeftiyan heye! Ew çima dinya alem, tev de vê yekê dibînin, lê hin jî, hin ji me ku xwe rêxistinên pêncî salî ne, rewþenbîr û zanyarên aqilmend in, vê yekê nabînin? Gelo çima nabînin? Hem me dikujin, hem di dibistan û saziyên xwe de zarokên me asîmîle dikin, hem jî, ji zarokên me diravên (alîkarî ji bo mehmetçikan) bi darê zorê distînin, hem jî alên xwe didin destên me, dixwazin bi me sixêfan li me bikin! Gelo di dinyayê de, miletekî li ber çavan (ev dinya ev qas pêþketî!) ew qas heqaret lê dibe heye?

Gelo, di kampanyaya þerê psîkolojîk de, qet kesî ji xwe dipirse heye? Bê çima hunermend û populîstên ku bi eslê xwe kurd in “Mîna Îbo û Y. Erdogan” ji me hin kesan re surprîz kirin?

Belkî jî, ev pirsa dawiyê, dive ku mirov ji hin sazî, dezgeh, rewþenbîr, xebatkar, kedkar û hunermendên kurd ên eleqedar re bipirs e!

Ji bo niyeta tu kesî, tiþtekî nabêjim, lê ji bo pîvanên ne polîtîzekirî û hesabên þaþ, mirov dikare gelek tiþtan bîne ziman!

Roj roja hevgirtin û yekitiyê ye. Bila em krîtîk û rexnên hev jî bikin, lê belê, li ser piþta neteweya me, her kesî ji xwe re (xetên sor çêkirine!) gelo kesî bi qasî me muhtacê van xetên sor heye!???

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 

06-11-2007 07:45 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-11-2007 07:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 49 time. You can leave a comment. Last update on 06-11-2007 07:45
Views: 777    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;