Di cîhana pêþxistina teknolojiyê de weke tê
zanîn, mirovan ji sîstema mekanîkî li ser du beþên (analog û digital) di du
astên heman demê de, sîstema bi navê elektronîk afirandine. Bi pêþveçûna demê
re, hêsanetî û xizmeta vê sîstemê, di jiyana rojane ya mirovan de, li her
babetê jiyanê bûye xwedî bandora sereke û navê xwe jî bûye “Þoreþa
teknolojiyê”!
Cudatiya di navbera analog û digital de
bêguman beramberî cudatiya di navbera dewlemendan û xizanan de ye... Belkî jî
ji bo vê taybetiyê, di felsefe û koralên pergala global û sermayedaran de
gotine: “... pêþxistina teknolojiya me, di xizmeta demokrasiya me de ye!..”
bêþik û guman, derfet û nîmeta teknolojiyê, ji bo mirovahiyê xizmeteke mezin û
pîroz e! Lê belê, gelo rûyê vê pêþketinê yê din jî nîn e?
Dinya, alem, her kes îro sûd ji ber
pêþketina teknolojiyê ji xwe re digirin. Li gorî berjewendiyên xwe û civaka
xwe, ji xwe re þîrove dikin û dinirxînin, xwe û demokrasî û demokratbûna xwe,
li ser hîma berjewendiya netewe û civaka xwe, xwe nuh û taze dikin..!
Di encamê de, ji bo xizmeta mirovahiyê,
mirovan ev teknolojiya afirandî, da ku di eynika teknolojiya re, mirov berê xwe
û piþtre jî dinyayê bibîne û biþopîne! Heger mirov di ekrana dê de xwe nebîne,
her wiha di piþt makineya teknolojiyê de, xwe winda bike! Nebe, nebe, mirov wê
bibe kesekî hizir elektronîk! Ango rewþenbîr, hunermend, siyastemedar... hwd bi
fikir û raman û her wiha bi helwesta xwe, elektronîk e!
Mirov, rewþenbîr dibe, siyasetmedar û
demokrat dibe, hunermend dibe, populîst dibe, sazî, rêxistin û dezgeh dibe, çi
dibe bila bibe, di pirsgirêkên neteweyî/civakî de, rastiya mirov dikeve ber
pîvana civakê, di heman demê de, dost û nasên mirov jî, pîvan a mirov dikin..!
Di vê pêvajoya nazik û dijwar de dema ku
hin sazî û derdorên kurd, ji bo hin berjewendiyên xwe yên rêxistinî û kesayetî,
di bin navê demokrasî û lîberalîzmê de konsepta þer û cengê ya dewleta tirk
naxwazin bibînin, çareseriyê di îmha û tunekirina PKK’ê û xeta parastina rewa
de dibînin..! Gelekî balkêþ e!
Vê carê, di piþt xelekên konsepta topyekûnê
de, stratejiya demdirêj heye, îmha û tunekirina nirxan û destkeftiyan heye! Ew
çima dinya alem, tev de vê yekê dibînin, lê hin jî, hin ji me ku xwe rêxistinên
pêncî salî ne, rewþenbîr û zanyarên aqilmend in, vê yekê nabînin? Gelo çima
nabînin? Hem me dikujin, hem di dibistan û saziyên xwe de zarokên me asîmîle
dikin, hem jî, ji zarokên me diravên (alîkarî ji bo mehmetçikan) bi darê zorê
distînin, hem jî alên xwe didin destên me, dixwazin bi me sixêfan li me bikin!
Gelo di dinyayê de, miletekî li ber çavan (ev dinya ev qas pêþketî!) ew qas
heqaret lê dibe heye?
Gelo, di kampanyaya þerê psîkolojîk de, qet
kesî ji xwe dipirse heye? Bê çima hunermend û populîstên ku bi eslê xwe kurd in
“Mîna Îbo û Y. Erdogan” ji me hin kesan re surprîz kirin?
Belkî jî, ev pirsa dawiyê, dive ku mirov ji
hin sazî, dezgeh, rewþenbîr, xebatkar, kedkar û hunermendên kurd ên eleqedar re
bipirs e!
Ji bo niyeta tu kesî, tiþtekî nabêjim, lê
ji bo pîvanên ne polîtîzekirî û hesabên þaþ, mirov dikare gelek tiþtan bîne
ziman!
Roj roja hevgirtin û yekitiyê ye. Bila em
krîtîk û rexnên hev jî bikin, lê belê, li ser piþta neteweya me, her kesî ji
xwe re (xetên sor çêkirine!) gelo kesî bi qasî me muhtacê van xetên sor
heye!???
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 06-11-2007 07:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 49 time. You can leave a comment.
Last update on 06-11-2007 07:45 Views: 780
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 780