Berî çend rojan di xebata semînerekê de, gengeþî û nirxandina bi girseyên gel re xwedî tehm û lezeteke cuda bû. Guhdarkirina gel, nirxandina bi gel re, ji bo kesên ku bi çand û hunerê re mijûl dibin, nêrîn û fikrên gel, weke derfetên zêrîn in.
Rastî ew e, ku terazî û pîvana siruþtê, li cem gel e!
Îcar, ji berî demekê, rewþenbîrekî ku ez bi xwe jî ji kesayeta wî û xebatên wî re, bi rêz û minetdar im. Di nava nirxandin û sohbetên me li gel hev, tablo û wêneyên bi ecêb derdiketin holê...!
Di baweriya min de, hunermendîtî, rewþenbîrîtî, feylesofîtî, siyasetmedarîtî, gundîtî, bajarvanîtî...hwd. di krîtera pirsgirêka neteweyekî mîna me de, netewebûne û dîsa hezar carî Netewebûna tekakesayete! Herî kêm, min careke din ji xwe re bawerî anî ku takekes, di giyan û xwîna xwe de, netewebûna xwe jiyan neke, ji bo vê doza bi rûmet û pirsgirêka mirovahiyê têr nake, têr nake û têr nake! Bi taybetî, di pirsgirêka çand û hunera miletekî mîna gelê kurd ku xwedî dîrokeke dewlemend û nirxên resen e, bê netewebûna tekakesayetî, mirov ne bi navê hemdemiyê, ne jî bi navê þoreþgerî û fedekariyê dikare îzah û aþkera ya vê yekê bike!
Ger her tim di asoya te de, di pîvan û fikrên te de, nirxên xelkê mînak û alternetîf bin! Pergal û çerxên wan, di pergala fikirandin û ponijandina te de sereke bin! Îcar kundê serê þikêra wê henek û leqirdiyên xwe bi mirov bikin!
Bi dîtina min, heta niha jî gelek ji me, nirxên me yên çandî/ dîrokî. Ji ezbere dipejirînin û jê diaxivin! Gelo pejirandin û axaftina ji wan nirxan bes e?
Îcar gelo, ez rabim û rûnim, bêjim “Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyra, Meley Cizîrî.... Cegerxwîn...hwd ” lê di kirin û mînakên min de jî, ji Omer Xeyam ê ecem de heta Ferezdeqê ereb be, ji Pîr Sultan û C. Sureyayê anatoliyayê, heta Nazim Hîkmetê tirk be (tevî ku wan hemûyan bi rêz dibînim û nirxên mirovahiyê dipejirînim!) gelo di vê yekê de nakokiya min nîn e? Gelo ma kes nîn e ji min re bêje: “Yaho nirxên te û neteweya te hene, ka ji bilî ezbereya navên wan, perspektîf û havêntiya wan li gel te qet nîn e???”
Dîsa di baweriya min de, pejirandin û ezberkirina nirxên neteweyî, asta pîroz e. Lê belê ne bes e, ji nirxan re di fikir û felsefa civakan de, pêdivî hene. Wan pêdiviyan tên wateya ku dar li ser koka xwe þîn û bilind dibe. Tê wateya berdewamî, netewebûn û vegera ser kokê.
This entry was posted on 09-10-2007 07:23. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 33 time. You can leave a comment.
Last update on 09-10-2007 07:23 Views: 776
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 776