Çîroka me û van pergalên xwînrêj, êdî gihîþtiye asta lêpirsîna mezin! Mîna çîroka fîl û pepûkê ye! Dibêjin; di nava xeml û xêza mêrgê de, mîna her demê, pepûka aþtîxwaz, hêlîna xwe ji çar mendalên xwe re germ û nerm dikir, bi xêr û bereketa xwezayê, debara xwe û hêlîna xwe dikir, bi awaz û dîlokên demsalê lorîkên xwe dihejandin....!
Ji cihên dûr, fîlekî hov, har û dîn hatî û ketiye nava mêrgê, hiþk û ter, ser û bin dike, dar û deviyan radiqetîne, çawîr û nefelan binpê dike... Heta hat gihîþt ber hêlîna pepûkê! Fîlê hov û har, bi wan lingên xwe yên mezin û giran, dixwaze hêlîna pepûkê jî bipelçiqîne, pepûkê ji fîl re got; (... li vê xwezaya rengîn mêze ke! Wekî Þemdîn gotî, “ev dinya têra me hemûyan heye” bo çi hovîtî, wêrankarî, talan, þer, þewat, agir û barût ezbenî?)
Fîlê hov got: (mûyek ji canê min, bedelê vê dinyayê ye! Li serê min mêze ke, li ling û zikê min mêze ke... ez im xwediyê van mêrg û waran....)
Fîlê dagirker, hêlîna pepûkê pelçiqand û derbas dibû... Pepûka reben ji keder û þewata cerg û hinavên xwe re, hilfiriya û kete nava hawarê. Di mêrgê de hemû teyr û tilûr, ji hovîtî û dagirkeriya fîlê xwînxwar agahdar kirin... Hemû teyr û çivîk, ref bi ref hatin... bi nikil, nênûk û pençên xwe bi can û çavên fîl ketin.... Heta berê fîl dane bendewarekî ku êdî çav û guhên wî jî, bi nikil û pencên xwe ji hev belav kiribûn... Her weha, bi penca teyran a dawiyê re, fîl got: (ez mezintirîn hovê teba me, ez ê we û nesilê we ji vê herêmê biqewirînim...)
Bi liv û hilçenga dawiyê re, fîlê me çû binê bendewara kûr û newalan...!
Di Rojhilata Navîn de, êdî nakokiyên sed salekê tên riswakirin, siyaset û mantalîteya înkar û îmhakirina gelan, êdî têk çûye! Heger 70-80 sal in, vê siyasetê dikarî li ser înkar û îmhaya me xwe li ser lingan bihêle, ne ji marîfet û rasteqîna wan û mantelîteya wan e! Lê belê, ji ber kêmasî û ne yekbûna gelê me ye! Em wek gelê kurd, pêwîst e vê yekê, bi hûr û kûr ji xwe bipirsin...!
Ji bo rêveberiyên Enqere, Tehran û Þamê, kurd û kurdewarî, êdî xeter û felaketa herêmê ye! Gelo kî ji bo kê xeter û tehdîdkar e? Li ber çavên vê dinyaya durû û menfaetperest! Kî dixwaze kê tune û îmha bike?
Gef û tehdîdên li ser gelê kurd, pêwîst e yekitiya neteweyî xurt û geþ bike!
Bi gelemperî, hêvî û viyana gelê me di vê pêvajoya nazik de, her wisa ye, ez jî wekî xizmetkarekî çand û hunera gelê xwe, bang li rêveberiya baþûrê welêt dikim!
“Di serî de, helwesta birêz kek Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, her wiha helwesta rêveber û parlamena herêmê, bi rêz silav pêþwazî dikim! Îro, derfet û fersendeke dîrokî ketiye destê gel û neteweya me! Li hemberî gef û tehdîdên dagirkeran, bersiva herî girîng, êdî hin gavên stratejîk zor pêwîst bên avêtin e, em wekî gelê kurd, þer û pevçûnan naxwazin, lê mafê parastina rewa jî, pêwîst e xurt bibe!
Di wê baweriyê de me, heger pêngavek stratejîk bê afirandin, bi bingeheke hevbeþ bo berxwedana neteweyî re, bi deh hezaran xort û ciwanên kurd, di çeperên gerîla û peþmergeyan de, ji bo destkeftiyên neteweyî biparêzin, wê cih bigirin!
Bêguman, pergalên dagirker jî wê mecbûr bimînin ku hesab û siyaseta xwe careke din binirxînin!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 23-10-2007 11:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 40 time. You can leave a comment.
Last update on 23-10-2007 11:31 Views: 850
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 850