• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Cemîl Bayik arrow Êdî Bes e!
Êdî Bes e! Binivîse E-posta
 

“Te mala min xera kir, te bi hezaran gund û warên min þewitandin, te bi hezaran dayik û bav, xwîþk û birayên min kuþtin û du caran jî ew qas di zîndanan de sotandine, bi milyonan jî koçber kirine... ÊDÎ BES E!

Sed sal in, zilm û zordariya ku me ji destê we kiþandî, beranberî hemû zilm û zordariya ku mirovahiyê ji destê nijadperestî û faþîzmê kiþandiye! Em dibêjin; ÊDÎ BES E!

“... ji ber lawazî û ez, eziya bav û bapîrên me, te gelek caran hewl daye ku rûyê rojê bi herî û çamûrê siwaq bike... te çend caran jî dinya xapindiye... te dîn û îmana ku xwida jî, xapandî!... heta kengî? ÊDÎ BES E!

Rast e, em bi salan ji vê qêrîn û helwesta xwe dereng mayîne, lê belê “tu” ne ji mirovahiyê, biratiyê, ne ji pêkvejiyana gelan, ne ji aþtî û ne jî ji aramiyê fêm dike! Êdî bes e!

... xwezaya pîroz, dayîna yezdanê mezin, rastiya siruþtê û realîteya dinyayê, hemû neyarê te ne! Bi komkujiyên reng û reng, tu nikare rastiya dîrok û hebûna neteweyeke herî kevnar êdî tune bike! Êdî bes e!

“... tu û hemû aqilmendên te yên (aktorên demokrasiyê û xwediyên parastina mafên mirovan) êdî dizanin ku tarî kirin û çewisandina Roja kurdan tê çi wateyê! Hezar sal in em li gel hev dijîn, hûn gornebaþên jiyana gelan e! ” Ji jehrkirina jîna hevbeþa gelan re... Êdî bes e!

* * *

ÊDÎ BES E!

...Ji kurdewariya bi minet re!

Êdî bes e, ji biratiya ne wek bira!

Êdî bes e, ji parçebûn û cudekariyê re!

Êdî bes e, ji dostaniya sexte û durû re!

Êdî bes e, ji nakokiyên rêxistinî, partîtî, malbatî, eþîretî û êlî, civakî ên sedsalan ku sedema bindestiya me û neteweya me ne!

Êdî bes e, ji bê stratejiya neteweyî! Bê xêz û xeteke neteweyî..!

 

* * *

Êdî bes e, ji ne têrbûn û kêmasiyên me...!

Êdî bes e, ji qelsî û xafilbûnên me...!

Êdî bes e, ji fikir û nêzîkbûnên ji rastiya xwe û çand û hunera me biyanîbûne re...!

Êdî bes e, ji heyrantiya xelkê re, ji malxopaniya biyantî û teqlîtkirina, çep û rasta pergalên xwîn xwar re...!

Êdî bes e, ji sotandina keda þêr û qehremanên me, ên di bin hoyên giran de, ji zîndanan de ta nava dilê çiyan, ku bi berxwedana rûmetdar, þeref û namûsa gel û neteweyekî, her wiha hebûna me diparêzin re!

Pêngava êdî bes e! Pêngava serkeftinê ye!

ÊDÎ BES E!

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

18-12-2007 08:53 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 18-12-2007 08:53. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 65 time. You can leave a comment. Last update on 18-12-2007 08:53
Views: 2820    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;