• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Binxetê
Binxetê Binivîse E-posta
 

Baþûrê Rojava an jî Binxetê? Ji bo min, navê herî bi wate, her wiha di dilê min de zindî, BINXET e! Ji ber ku Binxet (ji bilî xeta hesin a trênê ) tê wateya ku gelê me di warê sosyolojîk û manewî de ew sînorên bi mayin û têlên rêsayî nepejirandiye û parçekirin û ji hev raqetandin qebûl nekiriye.

Di baweriya min de, wate û israreke vî navê hanê heye.

Binxetê, di her beþê de dîrokî, civakî, ramanî, aborî, çandî, hunerî û hwd. di bizava rizgariya neteweyî de seranserî sedsalekê ye, di dîroka gelê me de xwedî ked û taybetmendiyek serbilind e. Dînamîka welatparêzî, raman, çand û hunerî, mirov dikare bêje ku ji erdnîgarî û hejmara nifûsa binxetê bi hezar caran mezintir e.

Di  nav herikandina  sedsala borî de, li ev beþê welêt her wiha bi ked û livbaziya rewþenbîr û ronakbîrên mîna mîr Celadet û Kamuran Bedirxan, Seyda Cegerxwin, Apê Osman Sebrî û hwd. tovên bizava çand, huner, ziman û ramana welatparêzî hatiye reþandin!...

Bêguman, bi xwe re nirxên neteweyî û bingehên resen afirandine... Hewldanên tevgerî yên mîna rêxistina Xoybûn, xebatên çapemeniyê û nûkirina di çand û wêjeya kurdî de, li pêyî xwe nirx û welatparêziyek siruþtî hiþtiye!

Bi vejîna tevgera azadiyê li SERXETê, piþtî sala 1980’an êdî bandora xwe dabû Binxetê. Xêzek alternetîf a nuh, siyasî, rêxistinî û tevgêrî bi pêþ diket, bi îdeolojî û stratejiya xwe ya zelal, bi þêweya xwe ya hemdem, di demeke kurt de, piraniya gelê Binxetê hembêz kir.

Êdî di raman û hêviyên Binxetê de asoyên nuh vebûn, giyan di rehên dînamîkên civakê de vejiya... Êdî binxetiyan çareserî ji bêzartiya xwe û parçebûna rêxistinên xwe re dîtibûn! Dîsa Binxetê dubare kir ku wan sînorên li dijî mirovahiyê napejirîne,  yekem car e ku êdî keç û lawên Binxetê dikarin herin seyrana vejîna welatê xwe, ta li Serhedê, li Mako, Mehabadê, Mereþê û Colemêrgê, Kerkûk, Hewlêr û Sêwasê... Ger canê xwe jî bidin, lê vê carê bi zanebûn, bi xwe û ji bo xwe û armancên xwe yên neteweyî canê xwe didin! Nexesme, îro bi hezaran pakrewanên Binxetê li her herêmeke welatê me, bi xwîna xwe ya paqij bax û gulistanên hêviyan avdane û av didin.

Îro Binxetê, di encama kedeke pîroz û nirxên giranbuha ên rêberê gelê me de, xwedî wesiyet, mîras û peymandarê rêberê gelê xwe ye!...

Di sêyemîn salvegera damezirandina PYD’ê de, gelê me li Binxetê, tevî hemû zext û zordariyên rêjîma baas jî bi coþ û fedekariyeke mezin, nirx û keda tevgera azadiyê hembêz dike û diparêze!

Bêguman, PYD di sê saliya xwe de, wekî nûnerê van nirxan, ji bo tevgerkirin û pêþengtiya gel û parastina nirxan de, bi delamet û barekî giran ve         rû bi rû ye!...

Bi teybetî, di warê parastina nirxan û mayînde kirina sazî û afirandina dezgehan de, bi pêwîstiya þêwazên nuhkirin û firehkirinê re jî, bi berpirsiyar e...

Bi dîtina min prensîba herî pêwîst û pêdiviya herî leztirîn, (der barê parastina nirxan û pêþxistina sazî û dezgehên hunerî û civaka sîvîl de).

Yekemîn; nirxên ku hatine afirandin, pîroz in! Sohtandin, xerckirin, windakirin, îhmalkirin, qurbankirina nirxan bo polîtîkayên taktîkî... gunehkarî ye!

Duyemîn; bingeh û dînamîka heyî, layîqî ku pêþengtiya yekîtiya neteweyî li ser hîma felsefeya civaka demokratîk û ekolojîk bike ye! Her wiha derfet û taybetmendiya PYD’ê vê yekê jî heye.

Di sêyemîn sal vegera xwe de, tu li pakrewan û gelê me pîroz be!

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 
05-10-2007 15:52
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 05-10-2007 15:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 43 time. You can leave a comment. Last update on 05-10-2007 15:52
Views: 697    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;