Mamosta Silêman
Ya min tu nedîtiye | Ya min tu nedîtiye |
|
|
Vê þevê bi tenê me
Li kolanên mijgirtî
Niha demê wê ye were,
ji kerba diçim û têm,
bibêje, were
dema wê ye, bibêje..
ya min tu nedîtiye.
Birînên min demeke tirsê ne
Asîman li ber lingê te dîlanê digerîne
Sirûdên min, sermemikên xewna te dinoþin,
li nav xewnên min,
kenê te ayet e, li piþt derî ye.
Tiliyên te, sîberên westiyayî
zimanekî nepenî
hêlîn di dilê min de.
Dar e, li ser sîtava lêvên min
wiha dûr e
wiha êþ e
wiha çol û beyar e
wiha ken e
û wiha ya min tu nedîtiye.
Ferîþte ye, hêviyên xwe li ser evîna me radixe.
Tîpên tirsa min, di valahiya ewrekê de,
têkilî pêlên derya dibin.
Tav û birûsk in, þev
Poþmaniya keskesorê, kevalê rêka kadiza
Ji bo diyonîsos, bilûra xwe dilorînim
Strana berê spêdê di meya lêvên te de, dimijim
Jiyana min, li ber destê Hephaistos, dibe toz.
Pêl xwe davêje ser pêlê.
Bêdeng… bêdeng
Tu wêneyekî di helbesta min de.
De were keleþgewra min
Þev e, zimanekî bêdeng e
Þeva min bi girnijîna xwe bixemilîne.
Sal, heft asîmanan mijankên te vedihûne
Tu dûr î,
mirin jî kêfa xwe dike
havîn dide pey Buharê,
têm,
striyên salê tazî ne.
Strana Orpheus xemên min dirêse
rondikên te, li xewna min mêvan in.
E.mail bo te têra evîna min nakin.
Dergeh vekirî ne
Xêzên ronîdar hene.
Di sîtava belgan de
Tîrêjên hetavê hatin.
Toz bi ser xewnên me de,
mêrgên asîman î reþ.
Li ser dêmên van þevan, gula min
Þûþa dengê te nivist,
Tawisê min,
Govenda te awaza li xemên min û te giryan.
Li nav sîtava lêvên min, darekê biçîne
Wiha dûr
Çol
Êþ
Ken
Û wiha
Ya min tu nedîtiye.
Divê tu rijd bî,
Roj derdikeve.
Aso vekirî ye
Were dîlbera min
Were
Ya min tu nedîtiye.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
Users' Comments (0) |
|
| Only registered users can comment an article. Please login or register. |
No comment posted
| Jêr; A beriya wê | A piþtî wê jor; |
|---|
![]() |
| Edîtor |
![]() |
| Cemîl Bayik |
![]() |
| Yildiz Gultekîn |
![]() |
| Adil Zozanî |
![]() |
| Ahmet Dere |
![]() |
| Azîz Ogur |
![]() |
| Burhan Erdem |
![]() |
| Ehmedê Huseynî |
![]() |
| Hemîd Dilbahar |
![]() |
| Hevî Berwarî |
![]() |
| Musa Anter |
![]() |
| Îrfan Babaoglu |
![]() |
| Kakþar Oremar |
![]() |
| Luqman Guldive |
![]() |
| Mem Mîrxan |
![]() |
| Mizgîn Bîngol |
![]() |
| Necîbe Qeredaxî |
![]() |
| Omer Dilsoz |
![]() |
| Rênas Jiyan |
![]() |
| Taha Xelîl |
![]() |
| Xelîl Xemgîn |
![]() |
| Rêþad Sorgul |
![]() |
| Yaqob Tilermenî |
![]() |
| Cemal Þerîk |
![]() |
| Mizgîn Aydin |
![]() |
| Rizoyê Xerzî |
Views: 63