• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Burhan Erdem arrow Seredana tariyê -1-
Seredana tariyê -1- Binivîse E-posta
 
Demekê ji wan demên jibîrkirinê

bi laþekî..

miþt ji xewnên rojê avis,

da bû pêþiya min.

Pencera min vekir.

Hindek li dijî þevê bûn.

Di kolanên bêdengiya min de,

Bi maçeke li ser

dêmên welatê min î birîndar, windabû.

Hûrbarana spêdê,

mîna deþteke vala,

hevpara dengê giyanê min bû di iþqê de.

Bayê viyanê konê xwe

li ser bêhna laþê te, veda,

cîranê rojê bû.


-2-

Asîman wek xwe nemaye,

textê serêþiyeke lihevhatî ye,

derewa xwe belav dike.

Bêhnçikîna belgên þevê di sînga wan de,

sernameya xecxecokên kelkela dilê te,

gopîtkên tirsê,

tîqe-tîqa matmayînê þil û pil dikirin.


-3-

Belengaz e bajar.

Nivistî ye bajar.

Ji dengê þevê re, pehniya gulekê,

li kenarê taristanê difroþe.

Term e,

di goristana vedenga bêdengiya min de,

tariya xwe li ber bayê hênik vedihûne.

Tu qîrîna xunafa piþta pencerê

bi rengê þevê diþopînî.

Mîna te leylan e ev giyan.

Asîman hêla xwe bi dengekî

miþt valabûn,

li ser cegera barana min radide.

Þev xwe bêvirî dike

Û ez çavên xwe ber bi bilindahiyê ve dihinêrim.

-4-

Balinde li wir in

“ta hayî ji wan heye”?

Bi elendê re

an jî þefaqê

dengekî derdixin,

dil diwestînin.


-5-

Bêdengiyê dest danîn ser hev

Jibîrkirina min di gavên te de

roja xwe hiþtiye.

Kes nanere,

Aso miþt e ji tariyê.

Ez nexweþ im.

Bireve


-6-

rut î tu

peyv î,

xewna me,

biryara sêrojên þînê ne, nifirên te.

-7-

Li/

jor

jêr

serma amade ye

abrûyên te bêdengiyê distrênin.

Bajar

li ser palgeha tirsê, helbesta min li sêdare da.


-8-

Ditirsim

Ji xwe

Ji te

Ji nivîsînê

Li rêka din digerim.


-9-

“Weyla li min xerîbo

Bi teli,i û nesîbo

Xwedê neke kes bê xwedî be”

***

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


30-04-2008 09:59 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 30-04-2008 09:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment. Last update on 30-04-2008 09:59
Views: 80    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;