• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Zemîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê çêbûye
Zemîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê çêbûye Binivîse E-posta
 
  Hewldanên dagirkirina çiyayên kurdan û Baþûr careke din hatin þikandin. Bêguman ev serkeftin di serî de ya lehengên mezin û þervanên azadiyê ye. Lê bandora çalakiyên bi ruhê yekitiyê li çar parçeyên welat pêk hatîn jî ne kêm e.

Çimkî kurdan li çar parçeyan li hemberî dagirkeriyê rabûn ser piyan. Kurdan bi reflekseke neteweyî berteka xwe nîþanî dagirkeriyê da û li gerîla xwedî derketin. Bi tevahî sê encam ji operasyonê derketin holê;

1 - Tevgera Azadiya Kurd hêza herî dînamîk e ya ku bikare li hemberî êrîþ û dagirkeriyê raweste.

2 - Heke reflekseke neteweyî di asta gel de bê nîþandan dê tu hêz nikarin îradeya kurdan biþkênin. Serkeftina psîkolojîk ket destê kurdan. Niha dora yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Çimkî derket holê ku armanc destkeftiyên kurd in.

3 - Piþtî têkçûna polîtikayên navneteweyî û yên Tirkiyeyê û xwedîderketina gel a li gerîla di serî de Amerîka û hêzên din mecbûr in ku planên xwe yên ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê di ber çavan re derbas bikin û rastiyê bibînin.

Her wiha piþtî vê têkçûnê hikûmet û artêþ dikare li dû planên nû bigire. Îhtîmal heye ku zext û zora li ser saziyên demokratîk û gelê kurd zêdetir bibin. Divê nerazîbûnên li hemberî êrîþan her dewam bikin. Her car piþtî êrîþan çalakî dest pê dikin. Lê divê çalakî pêþî li êrîþan bigirin. Ango beriya ku êrîþ pêk bên divê çalakiyên gel bergiriyê ji wan re bikin. Lê mixabin vê carê jî kurd dereng rabûn ser piyan.

Her wiha xapandineke nû di çapemeniya tirk de tê belavkirin û îdia dikin ku Amerîkayê zext dan ser Tirkiyeyê ku xwe bikiþîne. Lê Tirkiye bi teþwîq û alîkariya Amerîkayê ketibû wir...


 

Divê kurd vê carê helwesta Talabanî ji bîr nekin!

Wekî tê zanîn Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giþtî yê YNK’ê Celal Talabanî ji aliyê Serokomarê Iraqê Abdullah Gul ve ji bo ku bê Enqereyê hate dawetkirin. Talabanî her wiha gelek daxuyanî der barê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Baþûr jî dan û kirinên Tirkiyeyê rewa dîtin. Talabanî diyar kiribû ku ew dê heta dawiyê piþtigiriyê bidin Tirkiyeyê û ew ê li dijî PKK’ê ne. Her wiha li gorî hin çavkaniyên pêbawer jî Talabanî mîmarê êrîþa Tirkiyeyê ya li ser Baþûr bû. Bêguman Talabanî bersiva van îdiayan da û ev yek red kir.


Beyanên wî zirarê didin Kurdistanê

Endamên Mekteba Siyasî; ku nexwestin navê xwe aþkera bikin, diyar kirin ku daxuyanî û têkiliyên Talabanî di nava YNK’ê de jî bûne sedema nerazîbûnê û wiha pê de çûn: “Demek e dirêj e ku di nava rêveberiya YNK’ê de baweriyeke wisa heye ku Mam Celal daxuyaniyên xizmetî doza neteweyî ya kurd nekin dide.”


Çar komên cuda yên YNK’ê hene

Endamê Polîtburoya YNK’ê dibêjin ku grûbên cuda di nava YNK’ê de hene û wan jî zirareke mezin daye wê. Wekî tê zanîn ku di nava YNK’ê de girûbên Kosret Resul, Newþîrwan Mustefa û Kak Omer Seyîd Alî hene. Gelek grûbên biçûk jî hene ku Mam Celal li jor ve wan rexne dike û di bin re jî bi awayekî dîtir ji bo wan li çepikan dixe. Ji ber ku di encamê de Mam Celal bihêz dikeve.

 

Hikûmeta Kurd nerazîbûn nîþan da

Hate zanîn ku Talabanî bi gotinên xwe yên nesiyasî û yên ku xizmetî berjewendiyên hêzên kurd nakin, gelê kurd êþandiye. Piþtî ku Talabanî, Hoþyar Zêbarî û Alî Debaxî daxuyaniyên ku piþtgiriya dagirkeriya Artêþa Tirk dikin dan çapemeniyê nerazîbûn ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bilind bûn. Parlamentoya Kurdistanê piþtî civîna xwe ya di 26’ê Sibatê de êriþên hêzên leþkerî yên tirkan li ser axa baþûrê Kurdistanê wekî dijminahiya Kurdistanê bi nav kir û bi dijwarî Tirkiye þermezar kir. Di beyanameyeka heþtxalî de parlamentoyê bal dikiþand ser xaleke girîngtir û wiha digot:”Bila eskerên tirkan yên berê jî derkevin û bila Iraq jî peymanên xwe yên berê yên digel Tirkiyeyê betal bike û peymanên nû îmze kirî jî aþkera bike.”

Hikûmeta Kurd Talabanî bi serokdewletiya xwe ya Iraqê û endamên kurd ên di hikûmeta navendî de ji van peymanan berpirsyar dîtin.

Endamê Mekteba Siyasî yê ku newêre navê xwe bide, da zanîn ku Talabanî bi daxuyaniyên xwe yên der barê êrîþên Tirkiyeyê de fikarên mezin di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî çêkirine.”


Talabanî ji ya xwe nayê xwarê

Piþtî vekiþîna Artêþa Tirk ji baþûrê Kurdistanê Talabanî der barê rexneyên kurdan ên wekî; ‘hevkariya Tirkiyeyê dike’ daxuyaniyek da û wiha got: “Min çareserkerina pirsgirêka PKK’ê bi riyên çekdarî red kiriye. Her wiha min tu caran alîkariya Tirkiyeyê nekiriye.”

Piþtî 24 seatan dîsa Talabanî daxuyaniyeke ku di nava raya giþtî ya kurdan de bibe sedema nerazîbûnê da. Talabanî wiha got: “Vekiþîna Artêþa Tirk nîþan dide ku Abdullah Gul û Tayyîp Erdogan ji gelê kurd pir hez dikin. Ez niha ji dil û can li benda wê rojê me ya ku ez ê biçim Tirkiyeyê.”

Taybetiyeke Mam Celal heye ku ji gotinên xwe zû vedigere û 90 dereceyan çerx dike û di vî warî de bi huner e. Lê divê vê carê kurd van gotinên nebaþ ên ku di demeke Kurdistan û gelê kurd di çerxa felekê de re derbas dibûn hatine kirin ji bîr neke.


02-03-2008 09:18 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 02-03-2008 09:18. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment. Last update on 02-03-2008 09:18
Views: 246    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;