Duh di warê dîplomatîk
û siyasî de ji bo gelê kurd rojeke dîrokî
bû. Piþtî demeke dirêj di qada dîplomatîk
de kurdan nefeseke rehet wergirt. Belê neheqiyeke ku ev 6 sal
in dewam dikir bi dawî bû. Yekitiya Ewropayê di
sala 2002’yan de di demeke ku PKK di rewþa agirbestê de û
doza aþtiyê dikir de ew girtibû nava lîsteya xwe
ya ‘rêxistinên terorîst’. Vê biryarê
birîneke mezin di nava dilê gelê kurd de çêkiribû.
Lê di rastiya xwe de Tevgera Azadiya Kurd her tim li hemberî
terorîzmê têkoþîn dimeþand.
Bi derengî be jî ev biryara
þaþ û xelet ji aliyê Dîwana Edelatê ya
Ewropayê ve hate sererastkirin. Di vir de ya girîng ew e
ku kurd vê biryarê wekî bicihanîna edaletê
nenirxînin. Lewre ev biryareke nehiqûqî bû û
ew þaþtiyeke mezin bû. Niha ev hatiye sererastkirin. Lê
têkoþîna edalet û hiqûqê ya mafên
gelê kurd didome.
Divê neyê jibîrkirin
ku bêedaletiya herî mezin a li hemberî gelê
kurd pêk hatî Komploya Navneweteyî ya li hemberî
Ocalan e. Divê rola Yekitiya Ewropayê ya di vê
komployê de neyê jibîrkirin. Lewre jî ji þert
û mercên ku niha Ocalan tê de ye û ji tecrîd
û jehrdayînê rasterast YE û Dadgeha Mafên
Mirovan a Ewropayê jî berpirsyar e. Lewre kurdan bawerî
bi hiqûqa Tirkiyeyê neanî û doza xwe bir wir.
Ligel biryara jinûvedarizandina Ocalan jî dîsa
Konseya Ewropayê ev biryar betal kir. Ango bi ya Tirkiyeyê
kir. Sererastkirina vê yekê çêbe kurd dê
bikarin bêjin ‘edalet pêk hat’.
Belê xeletiyeke dîrokî
hate sererastkirin û niha jî dora têkoþîna
edaletê ye. Têkoþîna edaletê ji nû
dest pê dike.
***
Her wiha meseleya Ergenekonê jî
her tim di rojevê de. Beriya niha gelek caran rojnameya me
ragihand ku nakokiyên di navbera AKP’ê û çeteyên
wekî Ergenekonê de sûnî ne û ew nakokî
nîþana þerekî ji bo desthilatdarî û
fetîhkirina hemû mekanîznameyên Komara
Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê jî divê di
serî de siyaseta kurd, rewþenbîrên kurd û
her wiha gelê kurd baþ bizane ku AKP û
Erdogan di mijara ‘PIRSGIRÊKA KURD’
û ‘MAFÊ GELÊ KURD’
de ne ji Velî Kuçuk ne jî ji Artêþa Tirk
cudatir nafikire. Heta her roja derbas dibe zelaltir derdikeve holê
ku hikûmeta AKP’ê gelek stratejî û taktîkên
xwe ji wan hêzên tarî û þerxwaz digire.
Belgeyên ku di serdagirtina malên endamên Çeteya
Ergenekonê de derketine holê vê rastiyê bi
awayekî zelal û aþkera nîþanî me didin. Çi
ne ev belge? Ergenekon jî wekî Erdogan konsepta xwe ya
‘çareseriya’ pirsgirêka kurd li ser esasê
têkbirin, parçekirin û jihevbelavkirina Tevgera
Azadiya Kurd ava kiriye. Ew jî wekî Erdogan qebûl
dikin ku gelê kurd heye û ji bo wan cihê sed heyf û
mixabiniyê ye ku heta niha gelê kurd nehatiye helandin.
Ne demeke dirêj, pêr Erdogan li Swêdê anî
ziman ku ew entegrasyona kurdan a ji bo dewletê diparêze
û ev jî tê wê wateyê ku ew jî bi
hemû hewldanên xwe dixwaze kurdan bihelîne.
Îcar divê gelê kurd
bi temamî êdî bibîne ku þerê di
navbera Ergenekon û AKP’ê de ne li ser exlaq û
siyaseteke paqij e. Ew þerê desthilatdariyê ye.
This entry was posted on 04-04-2008 13:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 04-04-2008 13:54 Views: 103
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 103