Gelê kurd
piþtî 3 rojên din dikeve salvegera ‘Roja Reþ’. Heke
mirov li dîroka gelên cîhanê binêrê
di dîroka kêm gelan de rojên evqas ew birîndar
kirine, hene. 9 sal di ser Komploya Navneteweyî de derbas bûn.
Lê ne 9 sal, 999 sal derbas bibin gelê kurd dê tu
carê vê roja reþ ji bîr neke. Çimkî
cara yekemîn e ku hemû hêzên serdest ên
cîhanî li hemberî rêberê gelekî
evqas bêbextiyeke ‘yekgirtî’ pêk anî.
Hemû rêberên gelan dema ketine tengasiyê
hêzeke din an jî dewleteke din dîtiye ku alîkariyê
jê bixwaze û xwe bispêre wir. Lê gelo ji bo
kurdan mirov dikare vê yekê bêje?
Bêguman ne
mimkûn e. Çimkî gelek hêzên kurd bi
xwe jî di nava vê lîstîka mezin de cih
girtin. Hemû hêzên ku dibêjin ew parêzvanên
demokrasiyê ne nêzîkahiyeke wisa nîþan dan
ku ew dê rojekê li hemberî dîrokê ji vê
nêzîkahiya xwe þerm bikin û lêborînê
ji gelê kurd bixwazin. Va ye îro Kanada ji ber pêkanîn
û polîtîkayên xwe ji gelê eskimo
lêborînê dixwaze. Gelo kîjan hêz maye
ku heqaret û neheqî li dijî gelê kurd
nekiriye. An jî kîjan dewlet dikare bêje ‘tiliya
min di Komployê de nîn e’?
Di dîrokê de
ji bilî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu
rêberên gelan evqas rastî zilm û zorê
nehatine. Sîstema ku li giravê ava kirine wisa diþixule
ku bi her awayî Ocalan bi gel bide jibîrkirin. Heke ne
hêza Ocalan ya mezin bûya û ne pêþengiya wî
ya watedar bûya ne mimkûn bû ku di nava van þertan
de kesekê bikariya evqas li ber xwe bide.
Heke ne kesayetiya wî
ya manewî û felsefî bûya tu mirovan nedikarî
di nava ewqas þertên giran de evqas siyaseta li derve diyar
bikira. Jixwe dewleta Tirkiyeyê û Amerîka jî
matmayî mane ku çawa di nava van þertan de kesek bikare
evqas bandoreke îdeolojîk li ser gelê xwe bike.
Ma tenê bi tecrîdê
xwestin Ocalan bi gelê kurd bidin jibîrkirin û
navbera wî û kurdan vekin? Bêguman na. Bi hezar rê
û rêbazan xwestin/dixwazin wî li ber çavê
gelê kurd ê ku bi dilsoziyeke mezin bi wî re
girêdayî ye reþ bikin.
Ya ecêb û
sosret ew e ku vê yekê bi destê hin kurdên
noker û bêexlaq pêk tînin. Niha jî hin
kurdên ‘ruhfiroþ’ ku bi kirinên xwe aþê
neyarên gelê kurd dizivirînin. Hin malperên
ku pir aþkera ye hêzê ji kê digirin û her
kurdek pê dizane ka bi xebatên xwe xizmetî kîjan
navendan dikin.
Li gorî van derdorên
bêrûmet û hevkarên wan ên noker Ocalan
li Îmraliyê di nava jiyaneke xweþ de dijî û
li wir li gorî dilê dewleta tirk polîtîkayan
dimeþîne. Bi devê wan be ‘Tevgera Kurd kedî
dike’. Dîsa li gorî van bêwijdanan Ocalan têkilî
bi Ergenekonê re heye.
Ma heke wijdana van
mirovan hebe dê bikarin van îdiayan biparêzin? An
jî dê qîmetî bidin van îdiayên
‘Navenda Þerê Psîkolojîk’?
Li vir ne watedar e
ku em bi hin raman û dîtinan îspat bikin ku ev
îdiayên wan ên kenê guran bi wan tê
derew in. Lê divê dîsa jî em hin tiþtan
bînin bîra van derdorên ku karê wan bi tenê
fitne û fesadî ye.
- Beriya her tiþtî
Ocalan girtiyekî ku bi tu awayî mafê bersivdayînê
jê re nayê dayîn. Her gotin û nirxandina wî
dibe sedema cezayê hucreyê. Ligel ku di hucreyeke
tekekesî de ye jî dîsa cezayê tecrîdê
jê re tê birîn. Ji ber vê yekê jî
sinc û exlaq rê nade ku bi taybetî hin derdorên
ku ji xwe re dibêjin ‘kurd’ îdiayên bi vî
rengî ji Navenda Þerê Taybet bigirin û wekî
rastî pêþkêþ bikin.
- Her wiha bi milyonan
kurdan bawerî bi fikr û ramanên Ocalan aniye û
ligel hemû xetere û zextên hiqûqî wan
gotiye ku ew Ocalan wekî rêberekî qebûl dikin
û diparêzin. Lewre jî her hêza kurd an jî
kesê kurd ku Ocalan dinirxîne, tevli fikrên wî
dibin an jî nabin divê li gorî vê rastiyê
tevbigerin û peþî hurmetê ji evqas mirovan re
bigirin.
-Her wiha hin ‘qaþo
kurd’ her tim þûna ku þert û mercên dewletê
ji Ocalan re ava kirine û tecrîd û bêrûmetkirina
li hemberî rêberekî þermezar bikin û rexne
bikin, ji van þertên giran sûdê werdigirin û
bi feraseta ‘dem dema bêbextî û îftirayan
e’ tevdigerin. Tu eleqeya vê helwestê bi rewþenbiriyê
re tune ye. Ev bêexlaqiya herî mezin e.
Ew derdorên
mîna Î. Guçlu û hevalên wî ku
her gotin û îdiayê ji xwe re wekî maf dibînin
û li her derê çêr û heqaretê li
tevgereke ku bi milyonan tê îfadekirin dikin, gava hatin
rexnekirin jî bi herdu çavan digirîn û
dibêjin ‘em tên tehdîdkirin’. Ê baþ e ma
dema tu heqaretê li her tiþtê pîroz dikî ev
yek nayê bîra te. Ev derdor divê bizanin ku herkesê
heta dereceyekê sebr û aram heye. Vêca hewce nake
ku yên wekî Î.Guçlu bêjin ‘dê
min bikujin’. Jixwe divê bizanin ku ew bi xwe her roj di
wijdana gelê kurd de ‘mirî’ ne. Çimkî
tiþtê ku mirov dide jiyîn þexsiyet, rûmet û
eqlax e. Ew jî bi wan re nemaye. Jixwe yên bi vî
rengî heke zirara fizîkî bibînin dibin
qehreman û leheng. Lewre jî ez di wê baweriyê
de me ku tu kurd hewceyî vê yekê nabînin.
This entry was posted on 12-02-2008 10:09. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 12-02-2008 10:09 Views: 363
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 363