1’ê Gulanê nêzîk dibe.
Daxuyaniyên sendîkayên kedkeran û yên rayedarên hikûmetê
nîþan didin ku dê îsal jî wekî gelek salên din 1’ê Gulanê
bibe roja êrîþ û îþkenceyê. Heta heke mirov li daxuyaniyên
hatine dayîn binêre mirov bi rehetî fêm dike ku dê ji her sal
dijwartir derbas bibe.
Bi taybetî nîqaþên der barê
pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de li ser mijara daketina karkeran a
Meydana Taksîmê gur bûn. Waliyê Stenbolê Muhammer Guler dibêje;
‘em destûrê nadin kedkaran ku bikevin Taksîmê. Heke ew bên em
ê þîdetê bi kar bînin’.
Lê Serokê Giþtî yê KESK’ê Hakkî
Tombul jî bi zimanekî dijwartir bersiv da û got; ‘çi bibe bila
bibe em ê bikevin Taksîmê. Walî bi daxuyaniyên xwe yên
þîdetxwaz dibe sedema afirandina hewayekî aloz. Walî bi xwe
dîwarên tirsê ava dike.’
Her sal pevçûn û alozî li ser vê
meselê derdikeve holê. Lê cara yekemîn e ku kedkar ev qas bi
biyar in û xwedî yekitî ne. Hema bêje hemû sendîkayên
demokrasîparêz qerar dane ku vê çalakiyê pêk bînin. Ji ber vê
yekê ye ku Walî Guler ji tirsan dike; hawar hawar!
Ango aþkera ye ku Taksîm dê dîsa
bibe ‘Meydana Þer’. Par jî Walî Guler qad qedexe kiribû, lê
kedkar digel her tiþtî ber bi Taksîmê ve meþiyabûn û Stenbol
li der û dora Taksîmê bûbû wekî qada þer. Bi sedan kes hatibûn
binçavkirin. Lê vê carê kedkaran yekitiya xwe pêk aniye û lewre
serkeftin dê bibe ya wan.
Heke hemû sendîka û saziyên kedê
bikarin 1’ê Gulana îsal bikin roja yekitî û hevkariyê mimkûn
e ku hesaba ev qas zem (buhabûn) û zordariyê ji vê hikûmetê
bipirsin. Li aliyekê ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin
her roj qetlîam tên kirin. Li aliyê din jî ji ber polîtîkayên
þer ên bi israr têne meþandin her meh du qat zem tên kirin. Lê
AKP bi rastî jî di polîtîkayên xapandinê de pispor e. Bi
rojevên cuda gel wisa bêhiþ kiriye ku tu kes behsa buhabûnê
nake.
Bêguman ne bi tenê kedkar, her wiha
hemû kesên ku ji demokrasî û azadiyê bawer dikin divê
piþtgiriyê bidin meþa ber bi Taksîmê ve. Girîng e ku di serî
de kurd û hemû sazî û dezgehên demokratîk wê rojê li wir bin.
Ji bo vê yekê jî YEKITÎ lazim e. Ji
bilî wê tu riyeke din nîn e ku serkeftinê bîne.
Me behsa yekitiyê kir. Lê mixabin
bûyerên nexweþ ên ku berdewama zihniyeta înkarker a dewletê ne
mirov xemgîn dikin.
Lê binêrin;
Nûnertiya Turk-Îþ’ê ya
Eskîþehîrê, lîsteya sloganan a ji aliyê Rêxistina DTP’ê ya
Eskîþehîrê ve ji Komîteya Amadekar a mîtîga 1’ê Gulanê re
hate pêþkêþkirin, bi hinceta sloganên kurdî, paþve vegerand.
Nûnerê Turk-Îþ’ê Nejat Kiliç, bi gotinên “Ez jî çerkez
im. Ma ez dê bi çerkezî binivîsîm?” ev pêkanîn parast.
Di demeke ku behsa Partiyeke Sîwane tê
kirin û behsa yekitiya kedkar û þoreþgerên kurd û tirk tê
kirin de ev pêkanîn xizmetî çi dike? Ma nerazîbûn û þerê
kurdan ên li hemberî dewletê ne ji ber vî zihniyeta wê ye?
Divê kedkarên kurd û yên demokrat
ku di bin banê Turk-Îþ’ê de rexneya vê helwestê bikin. Her
çiqas wekî bûyereke lokal xuya bike, berê jî helwesteke bi vî
rengî ya rêveberiya Turk-Îþ’ê li dijî daxwaza perwerdehiya
zimanê kurdî derketibû holê. Ev helwest zirarê didin giyanê
yekitiyê.
This entry was posted on 29-04-2008 09:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 29-04-2008 09:27 Views: 46
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 46