• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Qêrîna Êdî Bes e berdewam e
Qêrîna Êdî Bes e berdewam e Binivîse E-posta
 
Êdî ji bo hemû kurdan gotina ‘kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibin’ nas e. Pêngava ‘Êdî bes e’ ku wekî ‘Kêr gihîþt hestî’ jî tê binavkirin, ji 15 Sibatê dest pê kir, bi 8’ê Adarê bi pêþ ket û di Newrozê de jî bi taca zêrîn hate xemilandin. Divê bê gotin ku ew bizavên girseyî yên gel di dîroka têkoþîna azadiya gelê kurd de rûpeleke nû ya ku neyê jibîrkirin vekir. Ev rojên watedar hê jî berdewam in.

Her wiha van çalakiyên gel ên mehþerî û li hemberî wê bilindkirina þerê taybet û qirêj ê dewletê noqteyeke din a balkêþ derxist holê ku li Tirkiyeyê her çiqas nakokiyên sûnî hebin jî nakokiya esasî di navbera Rejîma Þerê Taybet a Tirk û Hêzên Azadî û Demokrasiyê yên Kurd de ye.

Nakokî û têkoþîn di vê çarçoveyê de dimeþe. Ango rastî ne ew e ku wekî çapemeniya tirk û hin derdor dibêjin ‘Ergenekon û Hikûmet’ þerekî mezin li hemberî hev dikin.

Divê bê dîtin ku ew nakokiyên sûnî û ‘Meseleya Ergenekonê’ jî koka xwe ji þerê taybet û qirêj ê li hemberî gelê kurd hatiye meþandin, digire. Ango bingeha wê ev e. Heke dewletê beriya niha li hemberî Têkoþîna Azadiya Kurd çeteyên wekî Ergenekon û Hîzbullahê ava nekiribana û ew bi kar neanibûna dê tabloya îro derneketa holê. Bi vê tespîtê jî mirov dikare rehet bêje ku Tevgera Azadiya Kurd li Tirkiyeyê bûye hêmaya esasî ya ku reng û rûyê siyaseta Tirkiyeyê diyar dike.

Krîzeke mezin li

benda Tirkiyeyê ye

Li gel rastiya ku me li jor aniye ziman, heke ev polîtîkayên þer ên Tirkiyeyê bi heman awayî bidomin, aþkera ye ku krîza heyî ya ku Rejîma Þerê Taybet a li Tirkiyeyê tê de kûrtir bibe. Heta zelal e ku ev krîz dê bigihîje asteke wisa ku dê hem di warê civakî, hem di warê siyasî û hem jî di warê aborî de bandorê li hemû qadên jiyana civakên li Tirkiyeyê dijîn bike. Rejîma þer di encama têkçûna xwe de berê xwe daye aliyên cuda û dixwaze bi guhertinan rojevên esasî krîza heyî derbas bike. Nakokî û pevçûnên di navbera hêzên desthilatdar de ji vê yekê diqewimin.


‘Êdî bes e’ bû destpêka

berxwedana jiyanê

Piþtî derket holê ku Ocalan tê jehrdayîn gelê kurd got ‘Êdî bes e’. Bi vê pêngavê kurdan daye zanîn ku ji bilî berxwedaneke yeman riyeke din a jiyanê nemaye û nehatiye hiþtin. ‘Êdî bes e’ ji bo têkoþîna azadiya gelê kurd destpêkek e. Êdî bes e hawar û gaziya li hemberî mêtingerî, înkar, îmha û paþverûtiyê ye. Hin derdor dibêjin ku ev pêngav gihîþt armanca xwe û bi dawî bû. Lê þer û bizavên leþkerî yên li ser axa kurdan nîþan didin ku tiþtên hatine jiyîn destpêk bûn. Lewre jî mirov bi rehetî dikare bêje ku pêvajoya ‘Edî bes e’ bi hemû giranî û germahiya xwe didome.

Ji ber ku ligel rapora CPT’ê hê jî rewþ û þertên Ocalan ên li Îmraliyê nehatine guhertin.

Çiko hê jî her roj xeberekî din ê mirin û kuþtinê ji çiyayên welatê me tê.

Çimkî zil û zora giran a dewletê li ser gelê kurd her roja diçe ji ya din dijwartir dibe û hê jî ziman, çand û nasnameya kurd wekî tuneye tê qebûlkirin.

Hûn jî pê dizanin ku li vî welatî heta daxwazên gelê kurd bi cih neyên ne mimkûn e ku pirsgirêk bê çareserkirin. Lewre jî dema kurdan got; ‘Êdî bes e’, bi awayekî aþkera anîn ziman ku heta çareseriyê dê bidome.


15-04-2008 09:24 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 15-04-2008 09:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment. Last update on 15-04-2008 09:24
Views: 56    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;