MalBurhan Erdem Pêþiyê Konferans û piþt re jî Saziya Neteweyî ya Rojnamevaniyê
Pêþiyê Konferans û piþt re jî Saziya Neteweyî ya Rojnamevaniyê
Rojnamegeriya kurdî îro
dikeve 110 saliya xwe. Belê beriya 110 salan li Qahîreyê
yekemîn rojnameya bi kurdî dest bi weþana xwe kir. Piþtî
110 salan rojnamegeriya kurd gelek pêþ de çû. Li
hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybetî
jî li Bakur û Baþûr gelek çeper bi dest
xistin. Di warê hejmarê de pêþkeftineke mezin di
warê TV, rojname û înternetê de heye. Gelek
weþanên bi kurdî hene û her roj yeke din lê
zêde dibe.
Lê mixabin hê jî
pirsgirêkên xwe yên çawaniyê bi tevahî
çareser nekirine. Ango kêmasî û qelsiyên
rojnamegeriya kurdî didomin.
Ji ber ku gelê kurd rastî
jenosîd û qirkirinan tê û ew polîtîka
berdewam in. Serdest van polîtîkayên xwe zêdetir
li ser çapemeniyê dimeþînin. Ji ber vê yekê
jî rojnamegeriya kurd yek ji çeperên parastinê
ye li hemberî van polîtîkayan.
Her wiha rojnamegeriya kurdî jî
pêþveçûneke berbiçav û girîng
pêk anî. Êdî kurd jî bi zimanê
xwe rojnameyên rojane, heftane û weþanên mehane
dixwînin. Lê di warê ziman, formasyona
rojnamegeriyê û kaliban de gelek pirsgirêk û
aloziyên rojnamegeriya kurdî hene. Cudabûna
alfabeya erebî û latînî wekî
astengiyeke giran a di navbera gihiþtina hev a weþanên kurdî
her didome.
Dîsa rojnamegeriya kurdî li
hemû parçeyan di bin zext û zordariya serdestan de
ye. Li Tirkiye, Sûriye û Îranê polîtîkayên
dewletên serdest nefesê li weþanê kurd û
kurdî dibirin û nahêlin ku ew serê xwe rakin.
Li baþûrê Kurdistanê
jî zîhniyeta paþvemayî ya civakê û
desthilatdarî jî bandorê dike ku rojnamevan bi
rehetî û azad karê xwe nekin. Ango rojnamegeriya
kurd li Herêma Kurdistanê jî bi zordariyên
zihniyet û desthilatdariyê re rû bi rû ye.
Wekî mînak; Ne gelek berê,
beriya 3 rojan li bajarê Hewlêra Rojnamevan Bêgerd
Qelatî di mala xwe de ji aliyê hevserê xwe yê
berê Mehemed Mustafa Heme Emîn ve bi kêran hate
kuþtin. Bêgerd Qelatî, rojnameger bû. Her wiha jin
bû û Endama Koma Parastina Mafên Jinan bû. Ev
rojnameger ji ber têgihiþtina þaþ a ‘namûsê’
bi dehan caran rastî êrîþa mêrê xwe
hatiye, lê ew nehatiye parastin.
Rojnamegeriya kurdî li bakurê
Kurdistan û Tirkiyeyê ji hemû parçeyên
din zehmettir e. Li aliyekê zordestî û zextên
dewletê yên li ser weþanan û li aliyê din jî
tesîra asîmlasyonê ya li ser zimanê kurdî.
Ango zimanê kurdî bi destê dewletê parçe
parçe bûye. Di nava salekê de ji 40’ê
zêdetir rojname û kovarên kurdan hatin girtin û
qedexekirin. Bi qasî 30 rojnameger di girtîgehê de
ne. Ev reqem mirov ditirsînin.
Dîsa li hemberî rojnameya
me Azadiya Welat polîtîkayên durû yên
hikûmetê didomin. Li aliyekê rayedarên
dewletê behsa serbestiya zimanê kurdî dikin û
wekî mînak rojnameya me nîþan didin û li
aliyê din jî Xwedî û Midûrê
Nivîsan ê rojnameya me Vedat Kurþun davêjin
girtîgehê. Bi sedan hejmarên me berhev dikin,
belavkar û xebatkarên me lêdanê dixwin. Lê
ligel hemû çewisandinan em kêfxweþ in ku li ser
axa xwe ango li Amedê weþana xwe dikin. Lê cihê
xemgîniyê ye ku hê jî TV, rojname û
kovarên kurdî neçar in ku li sirguniyê ango
li xerîbiyê weþana xwe bikin.
Hêjayî gotinê ye ku
hê jî SAZIYEKE NETEWEYÎ YA ROJNAMEVANÊN KURD
nehatiye avakirin û ew wekî hewcedariyeke lezgîn li
benda avakirinê ye. Beriya wê pêwistiyeke mezin jî
ew e ku KONFERANSA ROJNAMEVANIYÊ YA KURDISTANÊ pêk
bê. Piþtî ku biryar di vê konferansê de hate
dayîn, mimkûn e ku saziyeke neteweyî bê
avakirin. Heke saziyeke bi vî rengî neyê avakirin,
ev sazî pirs û pirsgirêkên rojnamegeriya bi
kurdî çareser neke dê aloziyên formasyonê
heta demeke dirêj bidomin. Divê saziyeke wisa bê
avakirin ku li ser aliyên kêm û qels, aliyên
nelihevkirî yên rojnamegeriya kurdî lêkolînê
bike, hin pîvan û qayîdeyan dane. Ji ziman bigere
heta exlaqê rojnamegeriyê divê ev sazî esas
bê girtin. Ango her rojnamegerekî kurd endama/ê
xwezayî yê vê saziyê be. Biryarên vê
saziyê divê ji bo hemû weþanên çapemeniyê
û rojnamegeran derbas bibin û ew xwedî wê
erkê be ku þaþtî û xeletiyan biþopîne.
This entry was posted on 22-04-2008 08:21. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 22-04-2008 08:21 Views: 56
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 56