MalTayyîp Temel Mirina bi awazê 'hay þenge þenge' û dîsa xiyanet
Mirina bi awazê 'hay þenge þenge' û dîsa xiyanet
Hay þeng e þeng e / Þekir Axa þeng e
Dîsa pîrika Kurtay serê
wî danî ser çongê xwe û ligel hin
þîretan wiha behsa çîroka qetilkirina kalikê wî Þekir Axayê ku ji aliyê Alayên Hemîdiyê ve hatibû qetilkirin, dikir. Kurtay bi baldarî li vê
meseleyê guhdarî dikir. Bi taybetî jî
qetilkirina kalê wî Þekir Axa bi destê Cerdevanên
wê demê ango Alayên Hamîdiyeyê êþeke
mezin di dilê wî de çêkiribû...
Hay þeng e þeng e
Þekir Axa þeng e
Hay þeng e þeng e
Þêrê Sor þeng e
Þekir Axa kuþtin
Ertoþiyan da denge
Geliyokê Þaxê
Geliyekê kûr e
Li me heware
Gazî li me dûr e
Þekir Axa rêvîng e
Rêka wî dûr e
Geliyokê Þaxê
Geliyekê sar e
Þekir Axa kuþtin
Li me hewar e
Dîtina Þêrê Sor
Bû li me ev car e
Belê Kurtay çawa çavê
xwe li jiyanê vekir, ev stran nas kir û li derdora xwe,
di dawetên gundiyên xwe de ev stran bi ahengeke mezin
dihate gotin. Wî jî wekî her zarokî/ê
gund çîroka vê zêmara xembar baþ dizanî.
Belê Kurtay baþ dizanî ku ev stran li ser kalê wî
Þekir Axa hatiye çêkirin û çîroka wî
jî baþ dizanî. Kal û pîrên wan her tim
zarok berhev dikirin û çîroka Þekir Axa ji
neviyên wî re digot. Kurtay bi baldarî li vê
meseleyê guhdarî dikir. Bi taybetî jî
qetilkirina kalê wî Þekir Axa bi destê Cerdevanên
wê demê ango Alayên Hamîdiyeyê êþeke
mezin di dilê wî de çêkiribû.
Her çiqas kalê wî ji
aliyê cahþên ‘kurd’ ve hatibû kuþtin jî
baþ dizanî ku dewletê riya xiyanetê ji kurdan
re vekiriye.
Sal:1900
Geliyê Þaxê û xiyaneta Hamîdiyê
Li gorî riwayetên kal û
pîran Þekir Axa di dema êrîþên Alayên
Hamîdiyeyê û Qetlîama Ermeniyan de zilma
dewletê qebûl nekir û lewre jî ji bo ku zilmê
bi dawî bike tevî eþîreta xwe serî hilda.
Demeke dirêj li hemberî Alayên Hamîdiyeyê
û hevkarên wan li ber xwe da. Hêzên dewletê
Þekir Axa li Geliyê Þaxê bi hevkariya cerdevanên
mamedî xistin kemînê û ew qetil kirin. Piþtre
ew strana dilmelûl a ku di her þahî û þîniya
gundê wan de dihate gotin li ser Þekir Axa hatibû
çêkirin.
Gelo ma bi tenê ev bû tiþtê
ku bandora xwe li ser Kurtay kirî? Bêguman ne. Malbata wî
piþtî ku kalê wî ji aliyê dewletê ve
hate kuþtin, ji aliyê dewletê ve wekî malbateke
‘dijmin’ hatibû îlankirin. Ji ber vê yekê
jî hemû gavan þûrê dewletê li ser wan
bû.
Ebûbekir Axa jî jehr dan
Dîsa pîrika Kurtay serê
wî danî ser çongê xwe û ligel hin
þîretan wiha behsa çîroka duyemîn a bi xwîn
kir; Di salên 1955’an de dîsa bûyereke ku tu
zarokên wê malbatê ji bîr nekin qewîmî.
Bi biryara dewletê hemû girgire û mezinên
kurdan, mîrekên wan û serokeþîrên wan
hatin sirgûnkirin. Kurê Þekir Axa, Ebûbekir ango
bavê bavê Kurtay jî ji bo Sîwasê hatibû
sirgûnkirin. Wekî polîtîkayeke taybet a
dewletê mezin û rihsipiyên kurdan ên wê
demê li wir rastî pêkanîn û muameleya
bêrûmetkirinê dihatin. Ev rewþ li Ebûbekir
gelek giran dihat. Çiko piþtî bavê xwe Þekir Axa
ew bûbû semiyanê malbat û erîþa xwe.
Ji ber ku kesekî dinyadîtî bû, miameleyên
dewletê yên wekî heqaretê li wî gelek
zor dihat. Piþtî çend salan rojekê derket hemberî
rayedaran û wiha got; ‘Hûn min bikujin jî ez ê
vê jiyanê qebûl nekim. An min berdin an jî
min li vir bikujin.’
Piþtî demekê rayedaran ew
gazî kir û ji wî re wiha gotin: ‘Em ê te
berdin. Lê beriya ku tu biçî divê em
derziyekê li te bixwin. Ji ber ku tu li vir gelek mayî
dibe ku nexweþiyekê tu girtîbî.’ Her çiqas
wî îtîraz kir û xwe nerazîkiribe jî
dîsa rayedarên dewletê bi ya xwe kir û
derziyek li Ebûbekir dan. Di sala 1962’yê de vegeriya
Wanê û çû gundeyê xwe Merwana yê
bi ser navçeya Þaxê ve. Piþtî demekê
nexweþiyeke giran di canê Ebûbekir de dest pê kir.
Piþtî wê derziyê ew roj bi roj zeyîf dibû
û diheliya. Di sala 1963’yan de jiyana xwe ji dest da. Wî
jî û hemû kesî baþ dizanî ku ew
derziya li wî hatiye dayîn, jehrî bû. Jixwe
wî ew mesele ji hevjîna xwe û hemû malbatê
re gotibû.
Bêlê Kurtay ji zaroktiya
xwe de ev çîrokên rastîn ku parçeyekê
dîroka gelê wî bûn bi dehan caran guhdarî
kir. Her cara ku guhdarî dikir êþ û jana di dilê
wî de mezintir dibû. Carna ji kerba digiriya û
carna jî bi hêrs û kîna xwe soza tolhildanê
dida.
Çîroka kalê xwe ji
Ocalan guhdarî kir
Dem hat û dewran guherî.
Kurtay bi van hestên tevlihev dest bi dibistana seretayî
kir. Dema ku ew gihiþt lîseyê wî rastiyeke mezin
dît. Jixwe hêrs û nerazîbûna wî
ya li hemberî pergela serdest û xiyanetê gelek
mezin bû. Lê wî dît ku ew bi tenê nîn
e yê ku wisa difikire. Keç û xortên kurdan
ên ku li hemberî serdestan dest bi têkoþîneke
mezin kirî dîtin û ew nas kirin. Vê rewþê
nakokiyên di navbera wî û pergela desthilatdar a
dewletê de mezintir bûbûn. Belê êdî
dem hatibû. Bi van hestên xwe yên welatparêz
di 31'ê cotmeha sala 1991'an de çû Xakurkê û
tevli refên azadiyê bû. Wekî rêhevalên
wî yên têkoþînê jî dibêjin,
tiþtê herî zêde wî jê hez dikir
xwendina pirtûkan bû. Di warê felsefe, dîrok
û psîkolojiyê de gelek berhem xwendibûn û
bi têkoþîna Tevgera Azadiyê re kiribûn
sentez. Her wiha wî ev raman û fikrên xwe di sala
1992’an de bi Serokatiya Tevgera Azadiyê re jî parve
kirin. Her wiha gelek tiþtên nû ji wir wergirtin. Hema
bêje cara yekemîn çîroka kalê xwe
Þekir Axa ji devê Rêberê Gelekê guhdarî
kir. Vê carê rewþ cudatir bû. Ne tenê
mexdûriyeta meseleyê ya ji malbatê guhdarî
kirî, bihîst. Wî di nirxandin û nîqaþên
li wir pêk dihatin de ‘tolhildan’ jî didît. Wî
di þîretên Ocalan de çîroka kalên xwe
dît û dîrok wekî rêzefîlmekê
di ber çavên wî re derbas bûbû.
Dema tolê hatibû
Di sala 1993'yan de derbasî qada
Botanê bû û heta 1999'an li welat ma û demeke
dirêj hesab ji dîrokê pirsî. Her wekî
rêhevalên wî jî dibêjin ew bi her awayî
wekî mirovekî mînak bû. Ji bo wî yetkî
û erk ne girîng bû. Bi terzê xwe evîn
di dilê hevalên xwe de çêkiribû.
Piþtî ku Kurtay tevli
RefênAzadiyê
bû dewlet dîsa li malbata wî hat xezebê.
Birayê wî Tacettîn Ertaþ ku wî gelek jê
hez dikir, di 6’ê adara 1996’ê de li Wanê rastî
êrîþa çekdarî ya kontrolayên dewletê
hat û ew jî tevli karwanê kalan bû. Vê
bûyerê bandoreke mezin li ser Kurtay kir.
Sal:2008
Geliyê Hêzilê û xiyaneta Cehþan
Belê piþtî dem û
demsalan dîsa ew restî rûyê sar û reþ
ê xiyanetê hatibû. Eynî wekî di çîroka
kalê xwe de guhdarî kirî, hin cerdevanên
serdestan, rê nîþanî melkemûtên mirinê
dabû ew anîbûn heta geliyê Hêzilê.
Bi hevalên xwe re bi lehengî li ber xwe dan. Lê
mala xiyanetê xirabibe ku wî jî da ser riya kalê
xwe.
Lê vê carê wî
bi hezaran dilên evîndar li dû xwe hiþt.
This entry was posted on 28-03-2008 08:38. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 31-03-2008 11:26 Views: 130
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 130