• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Li Amedê komediya hiqûqê
Li Amedê komediya hiqûqê Binivîse E-posta
 
Duhî li Amedê du darizandinên zimanê kurdî pêk hatin.

Yek ji wan daniþîna xwediyê rojnameya me Azadiya Welat Vedat Kurþun bû ya din jî darizandina 56 þaredarên DTP'ê ku ji bo negirtina ROJ TV'ê name þandibûn.

Di her du dozan de jî rûreþiya polîtîkayên piþaftinê ên dewleta tirk derketin holê. Hevalê me Vedat Kurþun ligel ku ev 3 meh in girtî ye jî li ser hemû daxwazan dîsa serbest nehat berdan û heyeta mehkemeyê bawerî bi wergera nûçeyan a ji bo tirkî ku ji aliyê polîsan ve hatibû kirin anî. Her çiqas parêzerên rojnameya me bi awayekî aþkera anîn ziman ku ev doz ji ber ku zimanê rojnameya me kurdî ye û dozeke wiha an go darizandina Birêz Vedat Kurþun di qada navneteweyî de ji bo Tirkiyeyê þermeke mezin e jî lê dadgehê ji bo biryarê bide ango ceza bibarîne daniþîn ji bo 29'ê nîsanê taloq kir. Pir aþkera bû ku li wirê zimanê kurdî dihate darizandin.

Doza þaredaran a ji ber nameya ku ji bo ROJ TV neyê girtin þandibûn jî bi biryareke komîk bi encam bû.

Hem di belgeya mufetiþên Wezareka Karên Hundir de hem jî di mutalaya dozger de dihat gotin ku di nameya hatî þandin de iþaretên sûc tune lê name, ji ber ku ROJ TV sûcdar e, bûye sedema pesindayîna sûc. Lê belgeya ku Navenda Enformasyona Danîmarkayê ji mehkemeyê re þandibû, aþkera dikir ku ROJ TV kanaleke televizyonê ya çandî, gelêrî û siyasî ye û ji dadgehên Ewropayê biryarên ku wê sûcdar dikin derneketine.


Baydemir parastina zimanê kurdî kir

Di doza ROJ TV'ê ku zêdetir vegeriya parastina zimanê kurdî de, li ser navên þaredaran Osman Baydemir paraznameyeke berfireh kir. Parastina Baydemîr piranî li ser mafên gelê kurd ên çandî û siyasî bûn. Baydemir got ku ew ne mecbûr in ku wekî Erdogan bifikirin û ew di wê baweriyê de ne ku divê bi dehan televizyon û rojnameyên kurdî li Tirkiyeyê bi serbestî weþanê bikin. Ango þermek e ku ROJ TV li devreyî welat weþanê dike. Û qerara mehkemê çi be bila bibe tiþtê wan kiriye rast e û ew ji wê fikra xwe paþve gav navêjin. Dîsa bi awayekî zelal got ku divê zarokên kurd karibin bi zimanê kurdî li fîlmên karton temaþe bikin. Wan ji ber vê yekê xwestiye ku ROJ TV neyê girtin.


16-04-2008 09:23 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 16-04-2008 09:23. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment. Last update on 16-04-2008 09:23
Views: 51    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;