Duh me hinekî behsa þexsiyet û
kesayetên ku bêyî êþ û janên
kurdan parve bikin, li ser navê kurdan diaxivin kiribû.
Lê îro zêdetir divê mirov nav bi nav li ser
van þexsiyetan bisekine. Çiko bêyî ku þerm bikin
her roj li ser navê kurdayetiyê televizyon bi televizyon,
rojname bi rojname diçin û beyanên êcêb
didin. Umit Firat, Mehmet Metîner, Altan Tan û çendekên
din ên ku mirov naxwaze navên wan bi nav bike...
Gelo heta niha kê bihîstiye
ku ew navên li jor me bi lêv kirine, li hemberî
dijwarî an jî qetlîameke dewletê derketine?
Yek ji wan hesaba zarokên bêguhen ên li nava
kolanên Amedê hatine gulebarankirin ji hikûmetê
pirsiye? Yek ji wan serokwezîrê ku bi beyanên xwe
kuþtin û qetilkirina zarokan rewa û meþrû didît
rexne kiriye? Hema yekî gotiye el însaf û hesaba
sivîlên ku li Cizîr û Erdîþê
hatine qetilkirin pirsiye ji efendiyên xwe? An jî yekî
gotiye ew dewlet çima te zarokê 12 salî Ugur
Kaymaz bi 13 guleyan qetil kir?
Heke mirov bi wijdan pirsên li
jor bibersivîne, bêguman bersiva hemû pirsan NA û
dîsa NA ye.
Ew zat-î muhterem ne di dema ku
kurdên bêguneh tên qetilkirin de, di dema kurd serî
li hemberî vê zilmê radikin de derdikevin meydanê
û dibe QEBEQEBA wan wekî dijminperestên bêînsaf.
Hema bi yek dengî dibêjin; 'Dem dema çareseriyê
ye'. Derdê wan jî ew e ku aqilî bidin serdestan û
têkoþîna kurdan bêtesîr bikin. Ji ber vê
yekê ye di dema raperînan de dikevin dewreyê.
Gelo rewþenbîrên cîhanê
çi dikin? Ma rewþenbîrî ne helwesta wijdanî
ya li hemberî neheqî û zilmê ye? Vêca
kîjan kurd e yê ku baweriyê bi wijdan û
exlaqê van bîne? Ma ne tenê derdê van
derdoran ew e ku li ser xwîna gelê kurd hinekî din
populer bibin.
This entry was posted on 16-03-2008 08:40. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 16-03-2008 08:40 Views: 125
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 125