Hêzên þerxwaz û
dijminên gelê kurd dîsa Newroz bi xwîna
kurdan sor kir. Li Wan, Colemêrg û Sêrtê
waliyên bajaran bi awayekî aþkera neyartiya gelê
kurd kiriye. Divê bê gotin ku ev neyartî jî
bêyî agahî û zanîna Hikûmeta
AKP’ê nehatiye kirin.
Parlementerên AKP’ê,
Wezîrê Karên Hundir Beþîr Atalay, midûrên
ewlekariyê yên van bajaran ji kuþtina kurdên
bêguneh û sivîl, ji birîndarkirin û
perçiqandina dayîk û zarokên kurd berpirsyar
in. Vêca ya li mirov giran tê helwesta hin kurdên
noker e. Hevkarên wan, ango rêveberên AKP’ê
yên van bajaran jî þirîkên vî sûcê
mirovahiyê ne û çavên xwe jê re
girtine ku dayîkên kurd di bin tankan de bên
perçiqandin.
Bêrûmetiya ‘kurdên
AKP’ê’
Çi kurdê bi qasî
misqalê rûmet û hesiyet hebe dê êdî
di nava AKP’a ku destê wê di xwîna gelê
kurd de heye cih negire. Kurdistanê tu deman þahidiya
berxwedaneke ev qas mezin nekiriye. Lê hêjayî
gotinê ye ku tu caran zilmeke evqas bêînsaf
nehatiye meþandin. Di nava kolanan de kurd tên gulebarankirin,
leþker bi awayekî nîzamî li nava kolanan bi
sloganên ‘heqaretê li kurdan dikin’ meþê li
dar dixin. Cenazeyê ciwanên ku tên qetilkirin, nîva
þevê tên revandin û bêyî malbatên
wan tên binaxkirin. Ma kesekî bi qasê misqalê
rûmet û hesiyet heyî di nava AKP’ê de maye
ku ji vê rewþê re bêje; Êdî bes e! Ma
çend ji wan bi hesiyet nêzîkî vê rewþê
bûn û ji wê desthilatdariya xwînrêj
îstifa kir? Mixabin kesekî wisa tune ye.
HAK- PAR’ê li Wanê çi
pîroz kir?
Beþeke din a kurdan heye ku bi navê
‘welatperweriyê’ tevdigerin û bi pratîkên
xwe tu rûmetê ji gelê kurd re nagirin. Divê
ev derdor jî baþ bizanin ku êdî ‘xiyanet’ û
‘welatperwerî’ li kêleka hev nayê meþandin.
Gelê kurd bi berxwedana xwe ya birûmet ev feraseta genî
þikand û têk bir. Xwasma peyva ‘welatperweriyê’
tê wateya ‘fedakariya mezin a ji bo welat û gel tê
dayîn’. Ma welatparêzî dibêje; ‘dema ku
gelê te di bin panzeran û copan de dinale tu li odeyên
otelan þahiya li dar bixe’?
Mixabin HAK-PAR’a û Serokê
wê Setaç Bucak ku dema behsa welatparêziyê
tê kirin, toz û dûmanê ji erdî radike
li Wanê ev yek kir. Heta hewcedarî nedît ku êrîþên
bêrûmet ên hêzên dewletê þermezar
jî bike. Xwarina xwe xwariye û helbest ji hevdu re
xwendine. Ma kîjan kurdê xiþîm dê baweriyê
bi vê durûtiyê bîne.
Nebe wan kuþtin û qirkirin û
kuþtina kurdên bêguneh pîroz bikin? Belê
dibe ku ev gotin giran bin, lê bawer bikin ku ev tiþt ji wan
gelek nedûr e. Welatparêziya çi, halê çi?
De herin loo!
This entry was posted on 25-03-2008 11:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 25-03-2008 11:37 Views: 86
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 86