• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Îro dîlan e: 'Deþt' bê 'Çiya' nabe
Îro dîlan e: 'Deþt' bê 'Çiya' nabe Binivîse E-posta
 
cudi511.jpgÎro meþa meþa mezin a kurdan pêk tê. Qonaxa dawî ya meþê hêlîn û dergûþa mirovahiyê; Cûdî ye. Ligel hemû nîqaþ û nirxandinan rojeva kurdan a mehekê ev meþ bû. Çimkî gelek wateyên vê meþê hene. Ev meþ;

bangeke ji bo parastina ROJÊ…

helwestek e ji bo xwedîderketina li ÇIYAYÊN AZADIYÊ…

Evîn û hesretek e ji bo TÎROJÊN ROJA AZADIYÊ…

***

Meþa ber bi Cûdî ve, beriya her tiþtî ev helwesteke watedar e li hemberî bombeyên ku li zarokên herî bedew ên vî welatî tên barandin. Ne mimkûn e ku kurd û Kurdistan careke din zarokên ev qas bedew û fedekar ên dilê wan bi evîna azadiyê dagirtî bibîne. Lewre jî kurd ji heft salî heta heftê salî nirx û qîmeta van ‘zarokên bedew’ baþ dizanin.

Ji ber vê çendê ye ku dema dibêjin ‘gerîla’ ava çem û rûbaran radiweste…

Ji ber vê yekê ye ku dema di nava kurdan de zarokek ji diya xwe dibe, pêþiyê navên leheng û þehîdên ku gerîlatî kiriye li wî/wê dikin…

***

Meþa ber bi Cûdî ve helwestek e mezin e li hemberî polîtîkayên ji bo veqetandin û vederkirina çiyan û deþtê. Ev meþ nerazîbûneke li dijî îzolekirin û marjînalkirina ‘Çiyayên Kurdistanê’. Lewre ev demeke dirêj e ku polîtîkayên taybet tên meþandin da ku kurd ji çiyan dakevin û kedî bibin. Bi gotineke din armanc ew bû ku serî li van ‘zarokên bi rûmet’ ên gelê kurd bidin tewandin.

Ji ber vê çendê ye ku ji heft salî heta heftê salî berê kurdan li çiyayên azad e…

Ji ber vê yekê ye ku wateya çiyan ji bo kurdan bi qasî ya perestgeheke pîroz e. Çimkî çiyan her tim kurd ji neyar û dijminan parastine…

***

Meþa ber bi Cûdî ve nîþana herî berbiçav a evîn û hezkirina ji Rojê ye. Kurd evîndarên Rojê ne. Her çiqas hewldanên nebaþ û dijminan hebin ku ‘Rojê’ tarî bikin jî kurd baþ dizanin ku ‘Tîrêjên Roja Pîroz’ li çiyan dibiriqin. Bi gotineke din gelê kurd tînî û hesretî ‘Roja Azadiyê ‘ ne. Lewre jî ew ji hesreta ‘Rojê’ dîn û har in.

Ji ber vê rastiyê kurd li benda Rojê nabînin û dimeþin. Va ye xwe digihînin ‘Tîrêjên Rojê’.

Ji bo vê jî divê kes bawerî bi gotina ‘Çiya sar in’ neyîne. Kurd ji heft salî hetfa heftê salî ji bo ‘Rojeke Azad’ û ‘Azadiya Rojê’ diherikin Cûdî…

***

Dê ji tofanê biparêze

Ev çiya hemû razên xwe ji yên ku ber bi wan ve dimeþin re dibêjin. Ji ber vê yekê divê hemû kurd bimeþîn çiyan. Divê me hemû nêzîkî wan bibin û li ber wan terî bitewînin. Divê em li jêr li bilindahiya wan mêze bikin û bikevin secdê li ber wan. Ne karekî hêsan e meþa ber bi çiyan ve…

Li gorî ‘Efsaneya Nuh Pexember’ çiyayê Cûdî bi bilindahiya xwe keþtiya wî parastiye û lewre jî mirovahî ji tofana mezin rizgar bûye. Niha jî çavê kurdan li Cûdî ye. Yên ku Cûdî tercîh kirine û ew ji xwe re kirine war û yar vê rastiyê baþ dizanin. Niha li ser kurdan dîsa tofaneke mezin heye. Lê vê carê ev tofan a xwedawendên derewîn û zalim e. Kurd ji ber tofonê dîsa berê xwe didin Cûdî. Cûdî dê biparêze mirovahiyê.

Meþa mezin a ber bi Cûdî ve ji bo vê yekê ye… Çiyan hembêz vekiriye.

Oxira we ya xêrê be!


05-02-2008 09:13 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 05-02-2008 09:13. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment. Last update on 05-02-2008 09:13
Views: 332    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;