Dozger Yalçinkaya ramûsaneke
jiyanî da AKP’ê. ( Can Dundar)
Der barê doza girtina AKP’ê
de gelek îdia di çapemeniya tirk de tên kirin.
Beriya hilbijartinên giþtî yên 22’yê
tîrmehê, ji ber polîtîkayên wê,
AKP’ê di nava civakê xwîn winda dikir. Her ku
diçû deng winda dikirin. Lê dozgerekî
Dadgeha Bilind ê teqawît rabû û ‘paketa
367’ avête holê.
Þerê li ser Serokwezîrtiyê
û e-muxtirayên Artêþa Tirk ketin dû hev.
Ango bi tevahî operasyoneke rizgarkirinê ji bo AKP’ê
hate destpêkirin. Ji ber vê yekê îmaja AKP’ê
ya di nava civakê de hate restorekirin. Desthiladariya AKP’ê
ya serdema duyemîn hate garantîkirin.
Lê piþtî ku AKP duyemîn
car jî bi dengên zêdetir bû desthiladar jî
ji bo demokratîk-kirin û pêþvebirina Tirkiyeyê
tu gavên girîng neavêtin. 8 meh derbas bûn lê
tu guhertinên bingehîn çênekirin.
AKP’ê di nava dema borî
de ji bo Tirkiyeyê tu gavên ku pirsgirêkên
civakê çareser bike neavêtin. Tu pirsgirêk
çareser nekirin. Di riya Yekitiya Ewropayê de ku civaka
tirk gelek hêviyên xwe bi wê ve girêdane,
pêþkeftin çênebû û ev mijar bi temamî
ji rojevê ket.
Meseleya turbanê di demeke ne
musaît de û bêyî ku zemîna wê
amade bikin bi lez û bez di meclisê re borand. Di dema ku
operasyona derveyî sînor pêk dihat ev mijar bi
awayekî nepenî li gorî berjewendiyên xwe
çareser kir.
Dane û îstatîstikên
ekonomîk ber bi jêr ve çûn û
þaredariyên AKP’ê yek bi yek bi aliyên xwe yên
neyînî hatin rojevê. Hemû cureyên
îstîsmarkirinê bi awayekî zelal derketin
holê.
Burokrat û siyasetmedarên
AKP’î ji nîmetên desthiladariyê sûd
wergirtin û bi îmkanên dewletê ji xwe re
gelek derfetên jiyanê afirandin û her roj yek ji
van kete rojeva Tirkiyeyê.
Mucahîdên duh ketin nava
jiyaneke luks û ji vîlayan bigire heta keþtiyan. Hin ji
wan ji bo malbatên xwe ji derfetên dewletê milk û
mal standin. Holdîngên mezin ketin destê wan û
civaka Tirkiyeyê hêdî hêdî bi vê
rastiyê hisiya.
Serokwezîr Erdogan bi sifata xwe
ya ‘ZILAMÊ TEKANE’ gelek mesafe li dû xwe hiþt. Her
þîroveya wî ya der barê mijarekê de beþeke
civakê birîndar kir.
Bi tenê navê guhertina
Zagona Bingehîn hate telafuzkirin. Di warê mafên
esasî, azadî û demokratîkbûnê de
tu pêngav nehatin avêtin.
Hikûmet li Þemzînanê
tirsiya. Di mijara Atabeyan de xwar û vîç bû.
Ne diyar e ka dê Ergenekonê bibe heta ku derê.
AKP’ê xwe elimand serîtewandina li hemberî
zehmetî û zorê.
Jixwe AKP’ê ji bo kurdan tu
proje nexistin dewrê. Ji bilî înkar û
qetlîamê tu polîtîkayên din amade
nekirin. Her wiha bi awayekî sînsî xwest Tevgera
Kurd û gelê kurd ji hev veqetîne. Tiþtên bi
rêbazên leþkerî nekariye bike, hewl da ku bi
awayekî siyasî pêk bîne. Kurdan berpirsyariya
operasyona derveyî sînor li AKP’ê bar kir û
çiko wê tezkereya þer derxist.
Li aliyekî ceza li weþanên
kurdî dibare, cezayê pere li klamên kurdî tê
birîn. Tehamûlî tîpa ‘W’ ya Newrozê
nake, li aliyê din jî durûtiyê dikin û
‘qaþo’ televîzyoneke bi kurdî weþanê dike û
paketên aborî amade dikin.
Her wiha ji nûnera kurdan a
siyasî DTP’ê re jî dibêje ‘terorîst’.
Bi rastî jî siyaseteke ev qas gemar û xeternak
dîroka Komara Tirkiyeyê nehatiye meþandin.
Di demeke ku AKP bi awayekî qels
û dezavantaj diket Hilbijartinên Herêmê û
hemû dane têkçûna wê nîþan
didin, Dozgerekê Komarê bi hawara AKP’ê ve hat û
doza ‘girtinê’ lê vekir. AKP’ê û
Erdogan dîsa derfetên edebiyata mexdûr û
mazlûman xistin devê xwe.
Eynî wekî piþtî
e-muxtirayê dê dengên AKP’ê yên ku
kêm dibûn ber bi zêdebûnê ve biçin
û dê baweriya civakê ji bo hikûmetê
zêde bibe. Jixwe Erdogan jî îtîraf kir ku ev
doz dê hêza wan mezintir bike û dê dengên
xwe bilintir bikin.
Li gorî hin îdiayan ev
tertîbeke çêkirî ye û Serdozger
Abdurrahman Yalçinkaya sîxûrê AKP’ê
ye. Dibe ku ev yek ne rast be lê tu ajanên AKP’ê
ev qas feyde nedida wê.
This entry was posted on 19-03-2008 08:19. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment.
Last update on 19-03-2008 08:19 Views: 180
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 180