MalTayyîp Temel 'Fîrawûnên Hemdem' civiyan, kurdno bitirsin!
'Fîrawûnên Hemdem' civiyan, kurdno bitirsin!
Tayîp TEMEL nivîsand...
Van rojan trafîka di navbera Enqere-Qahîre-Bexda û
Washingtonê de zêdetir bû. Her çiqas carina Hewlêr jî hewl bide ku kirasê xwe
biçirîne û beþdarî vî karwanî bibe, lê dîsa jî kakila meseleyê di nava Enqere,
Bexda, Qahîre û Washingtonê de tê parvekirin. Taybetmendiyeke van navendên
navborî heye. Kengî dek û dolab li serê kurdan bên hûnandin ev navend dikevin
dewreyê. Em dikarin yek bi yek li ser van navendan rawestin.
Enqere û Bexda
Rola Enqere û Bexdayê di tepisandin û çewisandina gelê kurd
de jixwe tê zanîn. Her çiqas niha ji wê rewþa xwe rizgar bike jî heta dema
desthilatdariya Sedam jî Bexda ji bo kurdan ‘Keleha Zilmê’ bû. Bi hezaran kurd
di zîndan û îþkencexaneyên wê de hatin qetilkirin û windakirin. Dîsa Helepçe
hêj wekî duh zîndî û birinên wê nehatine dermankirin.
Enqereyê jî nêzî sed salan e ku navê xwe bi ‘înkara
nasnameya gelê kurd û hebûna kurd’ di rûpelên dîrokê de nivîsandiye. Nêzî 30
serhildanên kurdan li dijî van polîtîkayan pêk hatin. Hemû jî bi kuþtin û
qetlîam hatin tepeserkirin. Ev qasî 30 salan e jî li hemberî daxwaza kurdan a
azadiyê þerekî bixwîn dimeþîne.
Fîrawûnên hemdem
Gelo çi karê Qahîrê di dek û dolabên li dijî gelê kurd de
heye? Bersiva vê pirsê ji her tiþtî girîngtir û zehmetir e. Lê tiþtek zelal
heye ku Misir ji serdema fîrawûnan heta niha li Rojhilata Navîn wekî welatekî
kilîd tê zanîn. Kîjan hêz bixwaze darbeyekê li Rojhilata Navîn bide, divê pêþî
serî li fend û fêlên ‘Fîrawûnê Hemdem’ Husnu Mubarek bide. Di Komploya Navneteweyî
de rola wî gelek çalak bû û wî bi xwe ev yek îtîraf kir. Rol û bandora Misirê
li ser ‘Cîhana Ereb’ mezin e. Washîngton vê yekê baþ dizane û hem Îngilistan û
hem jî Amerîka ji bo polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn, Qahîreyê referans
digire.
Dîsa gef û dîsa Mubarek
Niha jî beriya Tirkiye daxwaza xwe ya ji bo ‘Operasyona
Bejayî’ ya li dijî baþûrê Kurdistanê ji Bexdayê re ragihîne û destûrê ji
Amerîkayê bixwaze Abdullah Gul çû cem Husnu Mubarek. Di heman demê de generalê
Artêþa Tirk Ergîn Saygûn çû Bexdayê û destûra ketina Baþûr ji wan re ragihand.
Keleha Zilmê Bexda dîsa mêvanî ji hevdîtin û bazarên nepenî
yên li ser gelê kurd re kir. Ji ber ku fîrawûn û decalên hemdem li hev kom divê
kurd hiþyar bin û bitirsin.
Artêþa Tirk dê bikeve Baþûr
Xuya ye ku Tirkiye dê ji bo ku biharê ‘operasyoneke bejayî’
li dar bixe, destûrê bigire. Ji daxuyanî û nîqaþên li ser Makeqanûnê jî xuya
dibe ku AKP ji bo ku hin kurdan bixapîne û bingeha xwe ya hilbijartinên
þaredariyan li bajarên kurdan xurt bike, hin pêngavên xapînok bavêje. Heta li
gorî hin agahiyên hin xalên Makeqanûna Nû bizanebûn li çapemeniyê hatin
belavkirin û armanc propagandaya hilbijartinê ye.
Fînala têkoþînê hilbijartin e
Mirov dikare bêje ku dê hilbijartinên þaredariyê li bajarên
kurdan wekî têkoþîneke fînalê di navbera dewlet û Tevgera Azadiyê de pêk bên.
Lê heke kurd li mewziyên xwe yên heyî Sêrt, Wan û Çewlikê zêde bikin dê hem
Amerîka û hem jî hemû dijiminên kurdan neçar bimînin ku hesabên xwe di ber
çavan re derbas bikin. Jixwe ji hemû daxuyaniyên Amerîka û Tirkiyeyê yên li
dijî PKK’ê mirov fêm dike ku ew jî ba dizanin ku PKK naqede. Lê ew aþkera
dibêjin ku hedefa wan ew e wê ‘marjînal’ bikin. Yek ji pêngavên mezin ên ji bo
marjînalkirinê jî bêhêzkirina DTP’ê li bajarên kurdan e. Vê yekê jî dixwazin di
hilbijartina þaredariyan de pêk bînin. Êdî ji bo kurdan hilbijartina
þaredariyan û bidestxistina hemû bajarên kurdan meseleya ‘namûsê’ ye.
Wê demê dê Amerîka û hemû hêzên serdest bibînin û fêm bikin
ku Tevgera Azadiyê ya Kurd hêzeke wisa ye ku çiqas bi ser de biçin ew qas bi
hêz dibe.
This entry was posted on 18-01-2008 13:16. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 18-01-2008 13:19 Views: 523
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 523