Tam salekê beriya niha parêzerên
Ocalan aþkera kirin ku ew bi xetereya jehrdayînê rû
bi rû ye. Ji wê demê heta îro gelê kurd
bê navber daxwaza xwe ya zelalkirina vê rewþê anî
ziman. Kurdan bawerî bi saziyeke navneteweyî ya serbixwe
bebû ku encax ew dikare biçe îmraliyê û
vê meseleyê zelal bike. Yek ji van saziyan jî
Komîtiya Pêþîgirtina li Îþkenceyê ya
Konseya Ewropayê nago bi kurtenavê xwe CPT bû.
Jixwe Ocalan bi xwe jî bang kiribû ku CPT bê û
þert û mercan di cih de vekole.
Piþtî bi sedan çalakiyan
û grevên birçîbûnê yên
sazî û dezgehên kurd axirî CPT'ê
heyetek þand Îmraliyê. Lê beriya wê hikûmetê
heyata xwe þandibû û bi destê heyeta xwe ya ne
bêalî hewl dabû bide ispatkirin ku Ocalan nayê
jehrdayîn.
Lê tiþtek ji aliyê kurdan
ve hatibû jibîkirin û ew jî ew bû ku ew
cîhana ku derfet neda ku Ocalan li ser welatekî wê
bi cih bibe û bijî, ew Ewropaya ku li hemberî
Ocalan û gelê kurd serî li hemû cureyê
durûtiyan dabû, ne mimkûn bû ku sûcê
dewleta tirk aþkera bike û an jî wê deþîfre
bike. Ji ber vê yekê jî ew her tim li bendê
man ku CPT'ê rastiyê aþkera bike. Lê bi qasî
salek bi ser ve çû daxuyaniyek nehate dayîn.
Çima got 'Tirkiye dê
aþkera bike?'
Kurdan kir û nekir CPT'ê di
nava salekê de rapora xwe aþkera nekir û top avêt
ber Hikûmeta Tirkiyeyê. Lê her kes dizane ku
dewleteke ku li hemberî yekê sûcek kiribe ne mimkûn
e ku sûcê xwe aþkera bike. Jixwe ji ber ku baweriya
kurdan bi Tirkiyeyê û heyeta wê nedihat bangî
CPT'ê kir û ji bo ku ew biçe Îmraliyê
ketin greva birçîbûnê.
Ji ber çi rapor aþkera kir?
Lê nizanim çi hîkmet
e ku piþtî salek û 10 roj bi ser jehrdayîna Ocalan
re derbas bûn, CPT'ê ji niþkan ve derdikeve û
daxuyaniyeke bi rengê 'Ocalan nayê jehrdayîn' dide.
Tabî pêþnûçeyên ku ajansa fermî
ya dewleta tirk weþandîn her kes agahdar kiribû jixwe.
Jixwe me wekî rojname agahiyek standibû ku Hikûmeta
AKP'ê dê encama lêkolîna CPT’ê aþkera
bike û bêje ‘'Ocalan nayê jehrdayîn'. Lê
nizanim ji ber çiye ku CPT aþkera dike. Dibe ku AKP’ê
ji CPT'ê xwestibe encamê aþkera bike. Lewre jî me
beriya 4 rojan manþeta 'CPT JEHRPARÊZ E' avêt. Çimkî
li gorî agahiyên wê demê ketibûn destê
me Cemîl Çîçek li ser navê hikûmetê
ji CPT'ê xwestiye ku encameke wisa aþkera bike. Bêguman
niyeta Çîçek û hikûmeta wî hemû
kurd dizanin.
Lê li vir çend pirs tên
hiþê mirov û divê CPT û AKP bersiva van
pirsan jî bidin gelê kurd;
1- Mademkî dê CPT'ê
encam aþkera bikira, çima ji roja ewil heta niha her tim
digot; 'erka aþkerakirinê ne ya me, ya dewleta Tirkiyeyê
ye?
2- Madem encama wê ev bû û
'Ocalan nedihat jehrdayîn' ji ber çi ev saleke ev yek bi
raya giþtî û gelê kurd re nehate parvekirin. Ligel
ev qas daxwaz û çalakiyan çima bi israr encam
hatin veþartin?
3- Çima beriya Newrozê ku
kurdan biryar daye wekî; 'Newroza Ocalan'pîro bikin, ev
rapor hate aþkerakirin. Gelo armanca wê ew e ku kurd bawer
bikin û lewre çalakiyan gur nekin?
4- Çawa dibe ku rojekê
beriya CPT'ê raporê aþkera bike, xebera Ajansa Anadolu
ya dewletê ye jê dibe û ew encama ku dê bê
aþkerakirin jî dike nûçe?
Heke bersiva van pirsan bi awayekî
zelal neyê dayîn, ne gelê kurd dê zarokekî
kurd jî bawerî bi rapora CPT'ê neyîne.
Ji xwe însiyatîfa gel
daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku êdî
encama rapora CPT’ê çibe bila bibe ji bo gelê
kurd tiþtêkî îfade nake. Çimkî kurd
di wê baweriyê de ne ku ev rapor jî bi însiyatîf
û daxwaza Tirkiyeyê hatiye aþkerakirin. Kurd dewletê
sûcdar dibinin û lewra jî yên sûcdar û
sûc kirine di wê mijarê de tu carî nikarin
edaletê bi cih bînin.
This entry was posted on 07-03-2008 08:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 07-03-2008 08:37 Views: 203
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 203