• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Binçavkirina Kurþun û durûtiya Gul
Binçavkirina Kurþun û durûtiya Gul Binivîse E-posta
 
wedat513.jpgJi roja ku Azadiya Welat dest bi weþanê kirî heta îro bi dehan rojnameyên kurd ên bi tirkî weþanê dikin hatin girtin. Di sala dawî de hejmara wan gihiþte 20’ê. Gelek ji wan bi mehan hatin qedexekirin. Kovarên wekî; Ozgur Halk ên ku bûne parçeyekê jiyana kurdan hatin girtin û bi dehan midûr û xwediyên wê hatin girtin. Ev polîtîka di dema desthilatdariya Erdogan de pir zêde bûn. Hema bêje dîroka Tirkiyeyê þahidiya qanûnên ku ev qas sansûrê meþrû dikin nekiriye. Ev polîtîka ji aliyê we hemû xwendevanan ve tên zanîn. Lê divê mirov bi awayekî taybet behsa pêkanînên li ser weþanên kurdî û bi taybetî rojnameya rojane Azadiya Welat bike. Gelek caran dibû mijara henekê û dihate gotin, ‘gelo çima ev qas rojname tên girtin lê biryareke bi wî awayî ji bo Azadiya Welat nayê standin’. Heke mirov rastî bêje hemû xebatkarên rojnameyê li ser vê mijarê difikirîn. Çimkî polîtîkayên taybet dihatin meþandin û rojname dihatin girtin. Lê ji bilî carekê Azadiya Welat nehat girtin. Zêdetir bi dozan xwestin ku di warê hiqûqî de wê bifetisînin. Di nava salekê de neçar ma ku du caran midûr û xwediyê xwe biguherîne. Ji 100 salî zêdetir cezayê girtîgehê jê re hate xwestin.

Ligel van pêkanînan dadgehan bi zanebûn tiþtek nekir. Gelo çi bû ev? Dadgehan doz û lêpirsînên ku dihatin vekirin bi hinceta propaganda kiriye ji ‘endamtiya rêxistinê’ û ji ‘alîkarî û hewandinê’ vedikirin. Ango doz û lêpirsîn ji ber weþanê û nûçeyan dihate vekirin, lê xalên çapemeniyê nedihatin bikaranîn. Arman ew bû ku Azadiya Welat ji nasnameya wê ya meþrû û qanûnî bê dûrxistin.

Abdullah Gul rast negot!

Tiþtekî din jî kirin; þûna ku weþana Azadiya Welat bê rawestandin û ew bê girtin, doz li ser dozê û lêpirsîn li ser lêpirsînê hate vekirin. Ango ji aliyekê ve Abdullah Gul û hevalên wî li Konseya Ewropayê axivîn û gotin; ‘Kurdî serbest e û va ye rojnameyên kurdî derdikevin’, ji aliyê din ve jî Wezareta Dadê Azadiya Welat îxbar kir ku wê bi sernava xwe ya der barê gera Abdullah Gul a Sêrt û Colemêrgê de ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye. Ango hem li nalê didin û hem jî li mixê!

Kî ji Azadiya Welat û weþana wê aciz e? Di serî de çeteparêzên wekî Velî Kuçuk û hevkarên wan ên rojnameger ku her roje me hedef nîþan didin. Piþtre jî AKP û hevkarên wan ên ku dixwazin dengê gelê kurd bibirin.

Belê armanca girtina hevalê me Vedat Kurþun ew e ku bêyî biryareke hiqûqî bidin, weþana Azadiya Welat rawestînin. Ango li gorî wan rojnameyeke bê xwedî û bê midûr nikare weþanê bike. Lê divê baþ bê zanîn ku Azadiya Welat bi piþtgirî û dilsoziya gelê kurd weþana xwe dimeþîne. Lewre jî girtin û zextên li ser xebatkarên rojnameyê dê me qelsiyê çênekin û berovajî vê yekê em baþ dizanin ku dê xwendevanên me û gelê kurd zêdetir li azadiya xwe ango li Azadiya Welat xwedî derkevin.

Divê tu sazî û dezgehên kurd li hemberî vê biryara nehiqûqî û rûreþ bêdeng nemînin.


07-02-2008 09:28 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 07-02-2008 09:28. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment. Last update on 07-02-2008 09:28
Views: 304    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;