MalTayyîp Temel Bi emeliyata Ergenekonê pêþî li çi hate girtin?
Bi emeliyata Ergenekonê pêþî li çi hate girtin?
Rayedarên dewletê dibêjin ku ev operasyon
‘operasyoneke pêþîlêgirtinê’ ye. Gelo pêþî li çi hate girtin? Ev çete di nava
çi amadekariyê de bûn ku ev qas dewlet tirsand û pêwîstî bi operasyoneke
pêþîlêgirtinê hate dîtin?
Li hemberî hêzên tarî yên dewletê’
operasyoneke mezin a nedîtî pêk hat. Em nikarin behsa detayên vê bikin. Lê
tiþtekî pir aþkera heye ku pirsa ‘Gelo çima di vê demê de ev operasyon pêk
hat?’ di hiþên hemû kesî de ye. Belê çima niha. Di demeke ku nijadperestiya
tirk rabûye ser xwe û wekî hespekî bi çargavî dibeze de?.. Çima di demeke ku
neyartiya li dijî kurdan ev qas hatiye zêdekirin de ‘Çeteya Ergenekon’ tê
tasfiyekirin.
Li gorî hin îdiayan Hikûmet û Artêþê ji ber
ku ev çete di bin kontrola wan de bûn û ew diþopandin xetereyeke mezin dît.
Gelo dê vana çi bikira? Diyar e ku Ergenekonê dê hin çalakiyên ku xizmetî
polîtîkayên dewletê yên demî nekin, kiribana û lewre jî operasyona astengkirin
an jî bisînorkirinê pêk hat. Jixwe tê zanîn ku van hêzan xwe li tax û kolanan
jî bi rêxistin dikirin. Ji ber vê yekê jî her ku diçûn ji bo desthilatdariyê
dibûn xetereyeke mezintir.
Rayedarên dewletê dibêjin ku ev operasyon
‘operasyoneke pêþîlêgirtinê’ ye. Gelo pêþî li çi hate girtin? Ev çete di nava
çi amadekariyê de bûn ku ev qas dewlet tirsand û pêwîstî bi operasyoneke
pêþîlêgirtinê hate dîtin? Îhtîmaleke mezin ev hêzên ku bi xeyala ‘Ergenekona
Mezin’ dijîn xwe amade dikirin ku muharebeyeke din a meydanê ya mîna þerên
Çardêran û Malazgîrtê. Gelo pêþî li vê yekê hate girtin?
Heke tiþtekî wisa nebe jixwe dê aþkera bibe
ku operasyon bi temamî fiyasko ye. Çimkî gelek caran operasyonên bi vî rengî
yên ‘bisînorkirinê’ hatine meþandin û têne meþandin. Heke me dewleta Tirkiyeyê
nas nekirba û nezanîba ka ew çiqas xwedî hêzên tarî û nepenî ye, me dikarî
bêjin, ‘ev operasyoneke paqijiyê ye’. Lê mixabin rastî ne ev e.
Dîsa bi awayekî zelal di hiþên me de pirsa;
‘Gelo dê heta dawiyê biçin ser van çeteyên ku tiliya wan di hemû kar û barên
tarî û reþ de heye?’. Gelo dê dîsa heta noqteyekî biçin û bên astengkirin?
Bersiva vê yekê bêguman dê Hikûmet û Artêþ bidin. Ne bi gotinan be jî dê
helwesta wan bersiva vê yekê bidin.
Ergenekon û rêxistina wê ya bi navê Lobî
beriya niha bûbû mijara gelek nûçeyên Azadiya Welat. Lê noqteyeke girîng heye
ku Ergenekon bi êrêkirina Artêþa Tirk hatiye avakirin. Heta belgeya ku wekî
rêzikname dihate binavkirin ji aliyê rojnameya me ve hate weþandin. Rêziknameya
navborî ji aliyê leþkerên teqawîtbûyî ve hatibû amadekirin û ji bo ku erê bikin
ji Serfermandariya Giþtî re hatibû pêþkêþkirin. Ev ne þîroveya me ye. Di nivîsa
pêþgotinê ya rêziknameya navborî de ev yek bi awayekî zelal tê gotin.
Velî Kuçuk û rêhevalên wî yên ku li
Tirkiyeyê bi qasî lîstikvanekî sinemayê bi nav û deng in ne mirovên ji rêzê ne
û ne ew kes in ku þevekê Midûriteya Ewlekariyê ya polîsan biryarê operasyonê li
hemberî wan bide. Beriya her tiþtî divê ev rastî baþ bê zanîn. Velî Kuçuk
tekane kes e ku navê wî di hemû kiryarên reþ ên ‘Dewleta Kûr’ de derbas dibe û
ligel vê yekê jî heta niha carekê bi tenê jî îfadeyê wî nehatiye girtin. Ligel
daxwaza dozgeriya Stenbolê jî dîsa îfade neda Komîsyona Meclisê ya Susurlukê.
Navê wî bi Yeþîl hate rojevê. Piþtî kuþtina
Hrant Dînk em li arþîva Azadiya Welat a berê ya der barê Velî Kuçuk de
vegeriyan. Me tiþtekî balkêþ dît. Belê me dît ku di wêneyekî wî yê ku me 11
mehan beriya êrîþkariya Daniþtayê weþandî de, êrîþkarê Daniþtayê Alparslan
Arslan jî heye. Wêne hate kontrol kirin. Hin wêneyên wî yên din ku li heman
cihî (Stokholm) hatibûn kiþandin jî hatin bidestxistin û aþkera bû ku ew wêneyê
nûçegihana me ya Swêdê Mizgîn Bîngol bi dest xistî yê Velî Kuçuk û Alparslan
Arslan e. Lê ligel ku wêne beriya êrîþa Daniþtayê jî hatibû weþandin, wî dîsa xwe
bi îdiaya ‘wêne fotomontaj e’ parast.
Ev wêne ne tiþtekî ji rêzê bû û em behsa
wêneyekî wisa dikin ku ji bo gelek tiþtan dedektîf û lêkolîneran bibe belge.
Heke Komîser Columbo ji fîlma tirsê derketibûya li ser vî fotorafî lêkolîn
bikira, dê þîfreya xof û tirsa ji Fredy bîta.
Wêneyê Velî Kuçuk ê bi Muzaffer Tekînê yek
ji bersûcên piþtperdeya êrîþa Daniþtayê ye jî hêj di hiþên me de zindî ye. Ev e
Velî Kuçuk… Lê yên din kî ne?
This entry was posted on 24-01-2008 12:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 21 time. You can leave a comment.
Last update on 24-01-2008 15:10 Views: 447
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 447