Çima Artêþa Tirk ku wekî
parastvana kemalîzmê xwe bi nav dikir di van rojên
dawî de ev qas bêdeng e? Çi guherî ku
Buyukanit ev qas ji siyasetê dûr bikeve?
Dengeyên Artêþa Tirk û
AKP’ê yên beriya hilbijartinê gelek guherîn.
Serokomarî, YOK û herî dawî jî meseleya
turbanê nîþan dide ka lihevkirina Buyukanit û
Erdogan çiqas kûr e. Lê xaleke gelek muhim heye û
ew jî têkiliya di navbera meseleya turban û Çeteya
Ergenekonê de ye. Beriya ku meseleya turbanê bê
rojevê, hikûmeta AKP’ê bi piþtgiriya Amerîkayê
operasyonek li hemberî hin çeteyên koka wan bi
artêþê ve girêdayî pêk anî. Qaþo
hin çeteyên ku li dû aloziyê bûn
‘tasfiye kirin’. Lê rastî ne ew bû û
rastî her ku diçe aþkeratir dibe.
Rastiya meseleyê ev e; bi
hevdîtina Buyukanit û Erdogan a li Dolmabahçeyê
pêvajoya kêmkirina nakokiyên di navbera hikûmet
û artêþê de dest pê kir. Her du alî jî
di wê baweriyê de bûn ku zêdebûna
nakokiyên di navbera wan de derfetê dide derdorên
din xurt bibin. Jixwe destebirayê wan Bush jî her du alî
li Qesra Spî anîn cem hev û ji wan xwest ku li hev
bên. Bêguman xwest ku her du alî bikevin xizmeta
Washingtonê.
Niha pirsa esasî ew e ku gelo
çima Artêþa Tirk a ku her dem xwe wekî temînat
û garantiya kemalîzmê bi nav dikir li dijî
þikandina kelehên kemalîzmê yên wekî;
Çankaya, YOK û serbestkirina turbanê bêdeng
ma. Çawa bû ku ev qas ‘demokrat’ bû?..
Li gorî þîrove û
agahiyên ku der barê doza Ergenekon û Daniþtayê
de tên kirin ev çeteyên ku pêþengiya wan
Velî Kuçuk û yên hatine girtin dikir ne bi
tenê ne. Delîl hene ku ling û þaxên vê
çeteyê di nav Artêþê de hene. Ango van
hêzan tenê bi çalakiyên xwe yên kaotîk
dixwest þert û mercan ji ‘baskekî di nava artêþê
de’ amade bikin ku darbeyê pêk bînin. Ango yên
darbe pêk anîban ne Velî Kuçuk û
hevalên wî yên girtî bûn. Heta hin îdia
hene ku tîrên vê mijarê digihijin hin
generalên mezin ên ku yawerên (cîgir)
Buyukanit jî.
Her wiha çavkaniyên ku
dosyaya dozê ketiye ber destê wan aþkera dibêjin
ku kesên ku bi navê Çeteya Ergenekonê hatine
girtin rola ava destnimêjê lîstiye ji bo artêþê.
Ango bi girtina wan pêþî li aþkerabûna têkiliyên
çete-leþer û çete-siyasetê hatiye girtin.
Em li vir kevanekê vekin û
hin tiþtan bînin bîra we;
Pir balkêþ bû ku kujer û
êrîþkarê Daniþtayê Alparslan Arslan di
mehkemeya xwe ya dawîn de bang li Erdogan û Gul kir ku
êdî þerîatê îlan bikin û ji
Artêþa Tirk jî rica kir ku pêþî li
îlankirina þerîatê negire. Heman zatî gotiye
heke pêþî li îlana þerîatê bê
girtin ‘dê Tirkiye bibe gola xwînê’. Ev bûyera
lokal jî nîþan dide ku têkiliyên Çeteya
Ergenekonê ne yekalî ne û ne wisa sererd in. Lewre
jî aliyên wê yên binerd zêdetir in.
Çimkî heman Alparslan Arslanî dema êrîþa
çekdarî pêk anîbû jî wiha
gotibû; ‘Tiþtekî ku ez bêjim nîn e. Jixwe
di demeke kurt de dê li Tirkiyeyê darbe çêbibe
û ez jî dê serbest bêm berdan’.
Niha dîsa em bên ser
meseleya bêdengiya Buyukanit û Artêþa Tirk li
hemberî hin pêkanînên desthilatdariya
Erdogan. Operasyona Ergenekonê bi qebûlkirina Buyukanit
pêk hat. Lê bi þertekî; divê operasyon kesên
di nav Artêþa Tirk de nede ber xwe. Daxuyaniya Buyukanit a
wekî; ‘TSK ne rêxistina sûc e’ jî nîþana
vê xweparastinê ye. Ango çi dikin bikin lê
tevli artêþê nebin. Þertekî din jî ew bû
Hikûmeta AKP’ê xeta êrîþkar û înkarê
ya li dijî gelê kurd bi temamî qebûl bike.
Jixwe Amerîkayê starta vê dabû.
Gelo wekî din çi peyman û
hesab di bin Operasyona Ergenekonê de hebûn?
Tabî di peymanên bi vî
rengî de gelek hîle jî derdikevin holê. Lê
bêdengiya Artêþa Tirk nîþana avisbûnê
ne. Hikûmet ji aliyekê di polîtikayên înkarê
de xeta artêþê li dijî kurdan didomîne, ji
aliyê din ve jî peyama; ‘em ê heta dawî
biçin ser çeteyan’. Li aliyê din jî ji
yek bi yek daxwazên xwe yên dîrokî bi cih
tîne û peyama; ‘tu biaxivî em ê belgeyên
Ergenekonê aþkera bikin’ dide Buyukanit.
This entry was posted on 19-02-2008 08:06. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment.
Last update on 19-02-2008 08:06 Views: 267
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 267