• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Tayyîp Temel arrow AKP'ê careke din neyartiya xwe îlan kir
AKP'ê careke din neyartiya xwe îlan kir Binivîse E-posta
 
Ev 5 sal in ku Tevgeza Azadiya Kurd di her tespît û nirxandina xwe de aþkera dike ku heta piþta desthilatdariya AKP’ê neyê þikandin an jî tewandin ne mimkûn e pirsgirêkên esasî yên Tirkiyeyê bên çareserkirin.

Bêguman hin sedemên vê tespîtê hene û hêzeke wekî Tevgeza Azadiya Kurd ku ev qas bi siyasetê re mijûl e belasebeb nirxandineke bi vî awayî nake. Her wiha di hevdîtina dawî de Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan jî aþkera anî ziman ku niyeta AKP’ê ya çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê nîn e.

Bi mudaxeleya hiþk û qebedayî ya li hemberî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ev taybetiya AKP’ê dîsa hate rojevê. Niha mirov dikare li ser sedemên nêzîkahiyên AKP’ê bisekine.

Beriya her tiþtî AKP partiyeke rastgir û muhafazakar e ku hêvênê xwe ji hêzên kapîtalîst ên cîhanê werdigire. Her çend ew behsa Îslamiyetê bike jî ew projeyeke çêkirî ya Amerîkayê ye û ji bo kedîkirina ‘Misilmantiyê’ derketiye holê. Vêca partiyeke wisa ne mimkûn e ku berjewendiyên gel biparêze û pirsgirêkan çareser bike. Ew bi tenê dikare xizmetî efendiyên xwe bike.

Dîsa tê zanîn ku AKP xwedî karektereke kapîtalîst e. Hemû rayedarên wê di 6 salên desthilatdariyê de bûn karsaz û xwedan holdîng. AKP dê çawa pirsgirêkên kedkar û karkeran çareser bike. Her kes dizane ku ev yek ne mimkûn e.

Jixwe zamên ku hatine kirin ji %100’î derbas bûn. Lê heke mirov bala xwe bidê, ev yek di rojeva kesê de nîn e. Xasma divê kedkar hesaba vê yekê ji desthilatdariya AKP’ê bipirsin.

Her kes dizane ku AKP’ê neyartiya xwe ya li hemberî gelê kurd îlan kiriye. Operasyon, îþgal û êrîþên Newrozê nîþaneyêna vê yekê ne.

Lê heman hikûmetê neyartiya xwe ya li hemberî kedkaran jî bi nêzîkahiya xwe ya 1’ê Gulanê îlan kiriye.

Hêvî ew e ku her derdor ji van êrîþan derseke mezintir derxîne.




Piþtî bûyerên Newrozê yên li Wanê rûdan, me nivîseke rexneyî li ser helwesta ‘kurdên AKP’ê’ û hin partiyên kurd nivîsandibû. Beþeke nivîsê jî li ser pîrozbahiyên HAK-PAR’ê yên Newrozê bû. Wê demê di çapemeniyê de hatibû belavkirin ku HAK-PAR’ê di êvariya 22’yê Adarê de li Otela Akdamarê bi þahiyekê Newroz pîroz kiriye. Ev nûçe di 23’yê Adarê de ketibû ser ajansan. Her wiha tu daxuyaniyên HAK-PAR'ê yên ku bûyer þermezar kirin neketin ser tu ajansan:

Lê binihêrin; http://www.firatnews.org/modules.php?name=News&file=article&sid=39514


Me jî mafê xwe yê rexneyê li ser van nûçeyan bi kar anî. Lê Cîgirê Serokê Giþtî yê HAK-PAR’ê Mazhar Zumrut sererastkirin û rexneyek ji rojnameya me re þandiye û ji ber sinc û exlaqê weþangeriyê em vê sererastkirinê bi we re parve dikin.




Birêz Rêveberiya Azadîya Walat,


Di hejmara Azadiya Welat a 25’ê adara 2008’an de, di nivîsara bi navê ‘Ji alçaxiyê re êdi bes e!’ ku ji aliyê Tayîp Temel ve hatiye nivîsandin, navê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dide û der heqê partiya me û serokê giþtî yê partiya me de wiha gotiye:


HAK- PAR’ ê li Wanê çi pîroz kir?


Beþeke din a kurdan heye ku bi navê welatperweriyê tevdigerin û bi pratîkên xwe tu rûmetê ji gelê kurd re nagirin. Divê ev derdor jî baþ bizanin ku êdî xiyanet û welatperwerî li kêleka hev nayên meþandin. Gelê kurd bi berxwedana xwe ya birûmet vê feraseta genî þikand û têk bir. Xasma peyva welatperweriyê tê wateya fedakariya mezin a ji bo welat û gel tê dayîn . Ma welatparêzî dibêje; dema ku gelê te di bin panzer û copan de dinale tu li odeyên otelan þahiyan li dar bixe ?


Mixabin HAK-PAR û Serokê wê Sertaç Bucak ku dema behsa welatparêziyê tê kirin, toz û dûmanê ji erdê radikin, li Wanê ev yek kir. Heta hewcedarî nedît ku êrîþên bêrûmet ên hêzên dewletê þermezar jî bike. Xwarina xwe xwarine û helbest ji hevdu re xwendine. Ma kîjan kurdê xiþîm dê baweriyê bi vê durûtiyê bîne.

Nebe wan qirkirin û kuþtina kurdên bêguneh pîroz kiribe? Belê dibe ku ev gotin giran bin, lê bawer bikin ku ev tiþt ji wan gelekî nedûr e. Welatparêziya çi, halê çi? De herin loo!


1- Di vê nivîsarê de, pîvanên exlaqî û rojnamegeriyê hatine binpêkirin. Wî zatî, li ser ku me li Wanê çi kiriye? lêkolîn nekiriye. Li gorî pîvanên xwe, ji bo ku heqaretê bike, hinek sedem ji xwe re afirandine.

2- Me roja 21’ê Adarê Cejna Kurd û Kurdîstanê pîroz kiriye. (Ev cejn cejna hemû kurdan e. Di bin mulkiyeta tu kesî de nîn e)

3- Bûyera Wanê, di roja 22’yê adarê de li dar ketiye. Mirov li hevdu rexne digire, lê mirov bi derewan hevdu þermezar nake. Gava derew têkeve navê, xweyê wê þermezar dibe.

4- Serok Sertaç BUCAK, di axaftina xwe de bala Walî û Rêveberên Wîlayetê kiþandiye. Biryara qedexekirina pîrozbahiya Newroza Wanê, þermezar kiriye.

5- Partiya me roja 24’ê adarê bi daxuyaniyeke teybet, erîþên li ser gel þermezar kiriye.

6- Her çiqas, hewcedariya we, bi yên Kurdîstanî nebe jî, hewcedariya giþa kurdan bi hev heye. Helwestên wiha ji neyarên gelê kurd re xizmetê dikin.

7- Ji ber ku em hinek xeletiyan wekî xayîntî bi nav nakin, helwestên bi derewan ji çavxistinê, ji bo gel, xerabiya mazintir e.

Ez hêvîdarim ku hûn ê vê nivîsarê biweþînin û pîvanên rojnamegerîyê bi cih bînin.

19.04.2008

Cîgirê Serokê Giþtî yê HAK-PAR’ê

Mazhar ZUMRUT


02-05-2008 09:32 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 02-05-2008 09:32. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment. Last update on 02-05-2008 09:32
Views: 40
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;