Hin hene xwe ji tiþtekî nahêlin,
roja înê diçine mizgeftê û didin dû melle, çavên xwe digrin û
dikevin “hizûra” nenas de. Û dema dibe yekþem berê xwe didine
dêrê û ji keþe re dibêjin: Yabo ka em çi bikin, da kurê xwedê
Îsa ji me razî be?
Dema diçin baþûrê Kurdistanê du
cemedanan bi xwe re dibin, yeke sor û yeke reþ. Dema li Dihokê bin
kofiya sor li serê xwe digerînin û dema diçin Silêmaniyê hîna
bi rê de ne kofiya reþ ji paþila xwe dertînin û li ber eynika
otobûsê xwe diedilînin û wiha heta vedigerin deriyê Xabûrê.
Piþtî lingê wan dikeve Bakur, her du
kofiyan diavêjin çemê Dicleyê û ji þofêrê dolmîþê re bi
dengekî bilind dibêjin: “Heval me bibe Amedê” û çend
helbestan jî ji Ameda xopan re darve dikin û strana “Vaye PKK
rabû” ji þofêr dixwazin û... wiho heta vedigerin cihê xwe û
bîranînên xwe dinîvisînin û dikin pirtûk û ji “gel” re
dikin diyarî da “gelê razayî” ji xew þiyar bibe û here xwe
fêrî zimanê xwe yê zikmakî bike û ji helbestên wan fêm bike.
Û careke din piþtî çend salan vegerin ji gel re helbestan
bixwînin çi li Amedê be, çi li Dihokê be, çi .. li Nisêbînê
be..! ferq tune. Tenê navan diguherin di helbestan de. Û ji her
derî re û ji her kesî re çêdibe. Mane pîvan di destê wan de
ye?
Dema min ev tekst dinîvisand “dostekî”
min hat û li ba min rûniþt û ji min xwest ku ez jêre bejim bê
ez li ser çi mijarê dinîvisînim. Min jê re got, rabû serê xwe
hejand û keniya, û got:
Taha… tu serê xwe bi tiþtina re
diêþînî ku tu carî çareserî jê re tune ye. Camêr dev ji wan
berde, te qirik û qelem li xwe ziwa kir.
Xwedê bikim ku ne tenê du cemedanan
bikin kofî ji xwe re, bera þêst cemedanî bidin serê xwe, te çi
ji wan e? Te çi helbestê wan e.
Bila “gel” neçe li wan guhdarî
neke.! Dinya nema weke te difikire bira. Divê tu jî xwe biguherîne.
Hîna tu weke berî bîst salan difikire. Hîna ji te heye ku kes li
gotinên te guhdarî dikin… mala min o?
Hinekî ez tevli hev bûm birastî, lê
dîsa jî min ji xwe re got: Mane mesele ketiye xwîna min... Ma îcar
ez ê ji nû ve biçim sûkê ez ê jî ji xwe re li cemedanên rengo
rengo bigerim? Na weleh min wiha ne kir û çi dibe bila bibe. Xwedê
bikim ez tenê jî bimînim ez ê her bêjim:
Wê rojek bê û gihayê bin keviran wê
serê xwe rake… û em ê bang bikin hev bi dengekî zelal û ji hev
re bêjin: Ka jiyan layiqî kê ye?
Û tovê bi salan bi xwînê hatiyê
avdan. Kes wê nikaribe heta dawî destdirêjiyan lê bike!
Û çavreþên ku ev dîrok li ser dilê
xwe nivîsandine. Tu carî nema winda dikin.
Û Navenda Çand û Hunerê ya Mîtanî
li Nisêbînê û li me... pîroz be!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 09-05-2008 08:44 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 09-05-2008 08:44 Views: 68
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 68