Devletên statûkoparêz
ên mîna Tirkiye, Îran an Sûriyeyê
dijberiya kurdan dikin. Kurdistan dagir kirine û kurdan weke
civak tune dihesibînin. Gilî û gazinc ji wan nabe,
rasterast dijminahiya kurdan dikin. Bêminetî ye. Destên
wan ji kevneperestiya wan nabe û saw û tirsa ku wê
biherifin an jî belawela bibin heye. Gelo kurd azad bibin wê
çi bandoreke neyînî li neviyên Adolfan
bikin.
Ku kûçikên xwe bera kurdan didin. An bi
jopan li kurdan didin. Lêdana kurdan wek awayê bûye
moda an adet li ser rûyê cîhanê. Terorîzma
dewletan a li dijberî kurdan yeke din lê zêdebû
bila çavê kurdan ronî be. Hetanî ku di nava
kurdan de bêtifaqî û xemsarî hebe wê
kurd weke keleha nemerdan be nasîn û kî ji ku derê
dê rabe wê piyê xwe pêde berde. Haho kurdino
ji bo xwedê û pexemberan, dijminê kurdan li hev
dikin lê hîna kurd ji xwe re nikarin lihevkirina navxweyi
pêk bînin û konferanseke neteweyî li dar
bixin. Û rê û rêbazên bi revebirina xwe
û makezagoneke neteweyî biafirînin. Ma ev ne
sosreteke ku kurd dijîn. Hetanî niha belkî ew
derfet di destê kurdan de tune bû, þert û mercên
wan li ser xaka Kurdistanê ne mumkûn bû lê
roja îro tu kes kare vê bêje. Xwedêgiravî
behsa Kurdistanek azad tê kirin. Herêmên Medyayê
hene. Konferans ma þert e ku di qesr û qonaxên ku serê
wan digihijîn ber perên ezmanan de bêne kirin.
Dema ku konferansa Erziromê an a
Sîwasê hate lidarxistin, ma gelo çend kes bi
Mustefa Kemalî re hebûn an ew biryar çiqasî
gelê derdorê temsîl dikir.
A muhîm tevger e. Kurd ji tevgerê
ditirsin an ji koletiya xwe þerm dikin ku bêne cem hev.
Qatilên gelê kurd birbir û rayedarên gelê
kurd in. Kurdistan ne malê bavê tu kesî ye. Yê
ku neyê berbar ez bawerim ku wê gelê kurd wan
biricimîne û wê kor û poþman bibin. Tu
demokrasî memokrasî li Tirkiyeyê an jî li
Ewropayê ji bo me Kurdan di asoyên berbangê de nayê
xuyakirin. Birastî em li ber tayê tolikê direqisin
û em xwe dixapînin. Dema ku kurd bibin hêz û
ku jêhatîbin û bi kêrhatîbin belkî
hesabên wan bê kirin.
Biwêjeke kurdî heye “dibê
ar û av disekine lê dijmin nasekinê.” Ji bo ku
kurdan tune bikin, xuya vê dinyayê teva ketiye navrana
birbir û rayedarên tirkan. Gah vir de baz didin gah wê
de baz didin dema ku pisgirêka kurdan tê nîqaþkirin.
Mîna gurên har ji hev re teriya xwe dihejînin û
serî dikutînin ber hev. Wekî din jî har û
mar dibin ku hevdu bixwin. Ev serê çend rojane rejîma
Îranê û ya Tirkiyeyê bazara xwîna
kurdan dikin. Kurd jî çavên xwe ji vê bazarê
re digirin û belkî jî kêfa hinek kurdan tê.
Ku ew jî li ser mîrateya hêzê azadiyê
deyne û hinek wan têxin þûna mirovan. Berxê
bavê xwe, ew tê vê maneyê ku we dijminê
xwe baþ nas nekirine. Hûn li ber wî derî reþ û
þîn jî bibin ew tiþtên ku hûn difikirin wê
bidest we nekeve.
Her malek Kurdistanê mexdûrê
vî þerê sih salî ye. Mîna çêlkewa
wê bi qirpika stûyên we bigirin û serên
we di nava vê xwînê de dakin û derxin hetanî
ku hûn geber bibin. Ya rast ev e ku hûn jî daxwaza
konferansek neteweyî bikin û bingeheke neteweyî di
nava kurdan de çêbibe û makezagonên neteweyî
bêne sererastkirin û îlankirin, ji bo ku em neçin
ber deriyên meclisên xelkê. Xelk mafdar in. Bav û
kalê me jî ji me re gotine “çavên li
deriya xwelî û terpel li seriya” dema ku kurd bibin hêz
wê zarokên Adolfan jî ji me re bihurmet bin û
þîretekê wê li kûçikên xwe
bikin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 23-04-2008 08:08. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 23-04-2008 08:08 Views: 90
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 90