• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mamosta Silêman arrow Xurifandin
Xurifandin Binivîse E-posta
 

Dema kesên ku bi nava salan de diçin û gotinên nelirê dikin di nava civakên de ji wan re dibêjin xurifî. Gotina xurifî ne ji kesên pîr tene re tê gotin. Yek carina serokomar û serokwezîrên dewletan jî gotinên ku ji xwe berdidin ê xurifiyane ne. Xwedê kesî/ê ji aqil neke û nexurifî ne.

Ez ê ji we re kurteçîrokeke herêma surguciya bi kurtasî bêjim. Rojekê ji rojan jin û mêrek diçin palahiya nîskan li ber berê palahiyê dilê mêrik dibije jina wî. Ji jina xwe re dibêje keçê tu çiqas xweþik bûyî hema weleh ez ê te birevînim. Aman zeman jin xwe ji tora mêrên xwe xelas nake û jina xwe li hespê xwe siwar dike rast berê xwe didin mala Ehmed Axayî. Ji axayî re dibêjin hal û mesela me ev e. Min bi xwe jina xwe revandiye û min xwe avêtiye dexl, bext û namûsa te. Ehmed Axa ji mêrik dipirse ka hûn çi ji min dixwazin. Dawa min û revandina jina min safî bike axayê min. Baþ e. Ehmed Axa çav bera hespê wan ê kihêl daye. Bavo ez ê dawa we çêkim, lê sozê ku hûn hespê xwe bêdêla daw çêkirinê xelatî min bikin. Mêrik dibêje ser çavan. Axa ji wan re dibêje min dawa we çêkir, de rabin biçin mala xwe. Jin û mêr kortika stûyên xwe dixurînin û didin pey hev diçin gundên xwe.

Her pevajo di dem û dewrana xwe de bi xwe re hinek tiþtên bi sosret jî tîne. Lê þewata pirsgirêka Kurdistanê di hemû zemanan de li pey xwe þopên sosretiyê hiþtin e. Rayedarên tirkan ji bo têkoþîna gelên kurd terorîze bikin xwe ji eyarê xwe derdixin û tiþtên sosret dibêjin û dikin. Dema mirov binheþiya zemanê nêz tev bide pirsgirêkên Kurdistanê ku çawa kes ji hiþ xistine mirov lê rast tê.

Dema ku carekê Tansu Çillerê çûbû ba bavê Bushê niha daxuyaniyek li Amerîkayê dabû. Xwedê giravî helîkopterên PKK’ê ji Rûsyayê rabûne û hatine gundekî bajarê Dersimê bombebaran kirine. Dîsa birêz Erdoganê ku niha serokwezîrê Tirkiyeyê, li Ewropayê daxuyaniyek dabû û digot tang û topên PKK’ê hene. Ma xurifandin ku ne ev be ma gelo çi ye. Ma gelo ev kesên ku rapeliqîne qada jorîn û ku weke kabûsa li ser dilê gelên kurd û tirkan de mexel hatine ma qey nezane ku PKK bi çi rê û rêbazan têkoþînê dide. Ma tang û top wê di ku dera tûrikên gerîlayan de biedilîne. Dema ku van daxuyaniyan didin ma gelo ji xwe fedî nakin. Tirkiye û rayedarên wê di nava tirseke mezin de dijîn. Pirsgirêka gelê kurd ew ji aqil xistine.

Di þapatên nêz de dîsa serokwezîrê Kasimpaþayî berê xwe da Amerîkayê. Xelk û alem tev zanin ku serokwezîr çima berê xwe daye Amerîkayê û wê rica daw û doza çi li Bush bike. Wê stûyên xwe li ber Bush xwar bike ji bo ku statukoya xwe ya li ser gelê kurd bi sed salan e ku dimeþînin wê jê rica bike. Tirsa xwe bi zirtoletiya xwe dixwaze sernuxumadî bike û vê daxuyaniyê dide. Di nava gotinên xwe de wiha dibêje. Amerîka aliyek e. Birêz Erdogan muxatabê gelê kurd Amerîka û serokwezîrê wê Bush dibîne.

Ma gelo ev serê sih salan e Tirkiye bi Amerîkayê re þer dike. Ma gelo di van sih salên dawî de Artêþa Tirk welatê Amerîka dagir kiriye. Ma gelo, bi awayekî bêînsafî bikaranîna çêkên ku têne bikaranîn (çekên kîmyewî jî tê de) li dijî gelê Amerîkayê tê bikaranîn ku Erdogan, Amerîka û serokomarên wê muxatabê Kurdistanê û gelê kurd dibîne.

Ez bawerim Erdogan heta niha tawîzên ku nedane Amerîkayê belkî jî wê bide û mîna mêrikê surgucî wê piþta stûyê xwe bixurîne û berê xwe bide taxa Kasimpaþayê Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

07-11-2007 07:59 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 07-11-2007 07:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 29 time. You can leave a comment. Last update on 07-11-2007 07:59
Views: 669    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;