Xezeb di hundirên xwe de peyveke nebaþ
dihewîne. Peyva xezebê ji kûrahiya jiyanê, barê ku li xwe kiriye bi sedan bi
hezaran di nava ref û birên nifiran de tê bikaranîn. Têgeh di warên neteweyî, civakî û malbatî
de tê bikaranîn. Dema ku ewladekî kesê nebaþ be jê re wiha tê gotin. Ev xezebek
xwedayî ye xwedê daye te. Dema ku kesê ji ewladên xwe aciz û zivêr dibin dîsa
dibêjin ma xwedayo ev çi xezeb bû te daye min. An du kes ku ji hev aciz dibin û
yê ku neheqî lê dibe bi nifira ‘xwedê xezeba xwe bide te’ dibêjin. Xweda xezebê
bi ser te de bibarîne. Xezeb li ber te ye…
Dema ku mirov li dîrokê mêze bike xezeba ku
bi ser kurdan hatiye ez bawer nakim ku bi ser tu miletî ve hatiye. Bila
miletekî xwedî ziman be û nikaribe bi zimanê xwe bixwîne û binivîsîne. Bi ser
de zimanê wî miletî bila ji hêla miletekî din ve bê qedexekirin. Ma ev ne xezeb
û sosretek e, ma gelo çi ye? Bila miletek xwedî xak be û di roja îro de li ser
xaka xwe geljimara wê bi milyonan bê bilêvkirin û li ser xaka xwe dîl û jar be.
Bila miletek ewladên wê ji bo azadiya xwe þer bikin û heman mensûbê wê neteweyê
li dijî azadxwazên wê xakê dest bi çek bin û þerê azadxwazên wê xakê bikin. Ma
gelo ku ev ne xezebek û sosretek be, ma çi ye? Ewladekî heman malbatê bila yek
leþker be û yê dinê bila gerîla be û li çiyayên Þerefdînê bila herdu hev
bikujin. Ma ev ne xezeb û sosretek be, ma gelo ev çi ye? Bila bi salan xaka te
erdnîgariya te xwezaya te di bin potînên zilmê de bi carîn û kuzîn be û tu hê
jî xwe bawermend an oldar bihesibînî. Ma gelo ev ne þermek û xezebek be, ma çi
ye? Bila kesê xwe hunermend û ronakbîr filan û bêvan bihesibîne û çav û guhên
xwe ji tavayê xerabiyên welatên xwe re bigire. Ma gelo ev ne xezebek û sosretek
be, ma çi ye?
Rojekê ji rojan dibêjin dêlgur û çêlikên
xwe li zozanan digeriyan. Rastî keriyekî pez hatine. Çêlikek ji çêlikên dêlgurê
ji diya xwe dipirse. Ha yadê ev reþehiya ku ji me ve tê xuyakirin, çi ji wan re
tê gotin. Dêlgur bersivê dide çêlika xwe û jê re dibêje keriyê bizin û mîhan e.
Ma gelo çima wiha bêeded pir in. Salê çand caran û çend heban tînin ku wiha pir
in. Dêlgur kesereke kûr ji nava dilê xwe berdide û wisa pirsên çêlika xwe
dibersivîne. Em û ew salê carekê tên gon. Ew bi qasî diya te çêlika naynin. Ê
çima ew pir in lê em hindik in. Dêlgur dîsa keserekê ji dil berdide û wiha
dibêje. Tu vê yekê were ji xezeba nav dilê diya xwe re bipirse.
Ez bi xwe ji vê xezeba di nava dilên
dagirkerên kurdan de fereca xêrê dibînim. Li tevayê cîhanê hewldanên mezin bi
xwe re krîzên mezin tînin. Krîza þerê cîhanê yê yekemîn Împaratoriya Osmaniyan
bi xwe re hilweþand û miletên ku di bin pencên Osmaniyan de dinaliyan ji bilî
kurdan gihîþtin serxwebûn û azadiya xwe. Ez bawerim xezeba ku dagirkerên kurdan
dane ber xwe xezeba hundirên dêlgurê ye. Yeka wan, wê nebe dido. Tu rastiyê
bêjî ji hezar salî wêdetir e ku tirk mîna senîtê li ruhên kurdan ve hatiye
seyandin û jê naçe. Xezeba di çavên wan de nijadperestî û faþîstî ye. Xwedê vê
cîhanê ji tomet û xezeba faþîzmê bistirîne û van çavsorên gelê kurd gemekê li
devê wan xwe û hîdaet bike.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 14-11-2007 08:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 38 time. You can leave a comment.
Last update on 14-11-2007 08:03 Views: 795
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 795