Gotina verxelandinê ji bo tiþtên ne li cih
ku madên insên jê li hev dikeve tê bikaranîn. Di van mehên dawîn de madên insên
ji tevayên sazî dezgeh û rexistinên tirkan verdixele û bêhna mirinê difurînin
çarhawîrî kewda ku tê de xerabiyê dikelînin. Tevayên exlaqên mirovayî û
þaristaniyê binpê dikin. Dema guh dibihîze û çav li wan dîmenên ku dibin suret
û bi ber çavan dikeve refleksên dil û mad verxelandinê ji giyaniya mirovî dibe
bihar.
Li welatê me jiyan li xwerû bi seansê
dilverxelandinê derbas dibin. Jiyana mirovan seraser di nava vê dilverxalandinê
de dere û tê. Tê bêjî çima. Dema mirov guh dide çapemenî û çavdîtinên medya
tirkan û qunciknivîsên wan bi yek derbê re kabokên mirovan sist dibin û jiyan
li ber çavê mirovan reþ dibe. Ev atmosfera psîkolojiyê ezmanê Kurdistanê reþ
tarî dixeniqîne. Tu dibêjî qey hema di vê kelikê de wê dê weledê xwe bavêje. Lê
rastiya meselê ne wiha ye. Faþîzm ji karê qulopilo hez dike. Bi deng û sewtan
hukim û bandorê dike. Ziravê nava faþizmê ji xwepeþandanên girseyî diqete. Tu
carî naxwaze rastiyê bibîne û bipejirîne. Dema mirov li faþîzma tirkan mêze
dike tu dibêjî qey kurd ji dinya wî alî hatine û ev cîhana istîla û binpê
kirine. Ma gelo wiloye. Na kurd li ser rûyê cîhanê ya ku îro li ser dijîn ji deh
hezar salan wêdetire û miletekî niþtecih e. Keda kurdan di avakirina
þaristaniya mezopotamyayê de heye.
Kurd li ser axa ku lê dijîn ev ax bi deh
hezar salane ku mîrateya bav û kalên wan e ji wan re mîrat maye. Kurd dixwazin
bi zimanê xwe xwedayê xwe nas bikin. Kurd dixwazin irf û adetên xwe bi zimanê
xwe bi pêþve bibin. Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û cîhanê
nas bikin. Ma gelo ji van daxwazan rewatir çi heye. Ev heþtê sal in ku tirkan
kurd di kûþ û kesefê re derbas kirin. Ma gelo ne bes e…
Kurdan tu carî çav bera talanên xelkê
nedane û xaka tu qewmî neçewisandine. Tim û dawîn xatirên civakên derdora xwe
girtine û bi exlaqekî bilind dan û stendinên civakî bi wan re bihûrandine. Dema
ku ketine rewþên xerab û cirnexweþ xwe kiþandine nava çiyayên xwe û ji wan
cirnexweþan re gotine hûn serê xwe bixwin. Li nava çiyayên xwe bi awayekî
milahîmî li ber xwe dane û jiyan tu carî li xwe nequsandine. Dema ku bêhn li
wan hatiye çikandin û jiyanli wan hatiye qusandin kurdan ji bo jiyaneke bi
rûmet li ber xwe dane. Yek ji van berxwedanên dawîn a “pkk” ê ye.
Tirkiye ji bo ku kiryarên xwe yên bigemar û
qilêr veþêre rêxistinên gelê kurd ên azadiyê bi her awayên fenekî dixwaze wan
terorîze bike û di qada navnetewî de bi vî awayî wan lanse bike. Ji ber vê sedemê
ye ku Tirkiye hebûn û tunebûna xwe daye propagandayê û dixwaze raya giþtî û
raya navnetewî bixapîne û kiryarên xwe yên qilêr li ser wan binuxwimîne.
Tirkiye ev heþtê sal e riyên jiyanê ji ser kurdan dibire û jiyana kurdan felc û
pûç kiriye. Çend ronakbîrên tirkan ne tê de yên din tev bi berçavka serdestan
li pirsgirêka kurdan dinêrin û bi ber bayê faþîzmê ketine. Em hêvîdarin ku
ronakbîrên tirkan bi helwesta “Sartre” ya mezin tev bilivin û gelê xwe ji vê
gerîneka faþîzmê ku dil û madê insanan verdixelîne xelas bike. Ev peywîreke
dîrokî û insanî ye.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 03-12-2007 08:05. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment.
Last update on 03-12-2007 08:05 Views: 479
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 479