Em ê peyvê di ber kanîka pênûsên xwe de binimînin, ji þilêle û gemaran di navê de bineqînin û dawerivînin. Di kevanên dezgaha kevanjeniyê de bijenin û þûnde di dolaba rîsê badanê de birêsin, de ka bê binê çi qet û ben wê jê derên.
Peyva terorîstiyê di qada navneteweyî de bûye gêra gavanan. Her miletekî li gorî berjewendiyên xwe çi nebaþiyên ku hene avêtine stûyên vê peyvê û her kesê li gorî xwe têgehê þîrove dike. Di malpereke internetê de forûmek li ser têgeha “terorîstî çi ye”? hatiye avakirin. Malper, pirsa ji kerema xwe re têgeha terorîstiyê þîrove bike daye ber xwendevanê xwe. Yek ji wan bersiva jî ma hûn zanin çi ye? Terorîstî: ‘PKK’ ye, û ji PKK’ê re daye çêran. Aha ji we re ewropayî. Aha ji we re demokrasî. Aha ji we re sinc û exlaq. Aha ji we re þarezayi. Dema qaryera diyanetê (li ser navê islamê) ku got termê PKK’î yan nayê þûþtin ku melayên kurdan ling li erdê xistana wê cahilên tirkan û ronakbîrên wan jî peyva terorîstiyê wê mîna mirovan þîrove bikirana.
Ev peyv gelek salên dudirêjin li erdnîgariya welatên me li ser zimanan diçe û tê û hinek derdor fîqên diranên xwe pê tûj dikin, xwe pê dihefidînin û kiryarên xwe yê li dijî mirovaniyê bi vê gotina “teroristiyê” ser wan dinixûmînin. Di bingeha têgehina gotinê de xerabiyek heye. Ji ber ku xerabiyê di hundirên xwe de dihewîne gotin bûye goga çêm û gokê. Kî bi kê karibe yê xurt mafdar e û yê qels neheq û bi teroristî tê hesibandin. Terorîstî bûye areneya xurt û qelsan. Lê dîsa jî têgeha terorîstiyê zanistên Andropolok û Civaknasan bi teþe kirine. Bêþek ji tarifkirina terorîstiyê jî ev e.
“Terorîstî; ku hinek saw û tirsa xwe bi ser hinî din bixin û wan têxin bin bandora xwe û di dahatûyê de wan ji esil û feslên wan dûr bixin û beþên civakê ku heye bi tirs û sawê biguherînin û biherifînin bi vê armancê tê kirin.”
Ev peyva li jor wê þivarêka me ronî bike û em ê di bin ronahiya peyva li jor de mijarê ronî bikin. Ji heftên pênc salan zêdetire ku dewletek bi navê komara Tirkiyeyê hatiye damezirandin. Di damezirandina vê dewletê de mafên tevayên kesî/ê heye ku lê xwedî derkeve û neheqiyên ku dewlet an li ser navê dewletê ku li hemwelatiyên xwe dike li dijî derkeve. Ev bi qasî ku ji kurdekî re rewa ye, ew qas ji yeka/î tirk jî re rewa ye. Komar di rastiya xwe de li ser þikêra çanda Anatolyayê û Mezopotamyayê hatibû avakirin û rika dîwarên vê komarê ji gelên Anatolyayê û Mezopotamyayê hatibûn dagirtin. Lê ji ber ku gotina tirkîtiye û navlêkirina komarê “Tirkiye” kesên ku ji vê nijadinê (qewmî) komarê malê bavê xwe dibînin û neteweyên din tune dihesibînin.
Bi kurtayî xiracira dewletê û kurdan ev e. Ji ber ku dewleta ku heye bi têgehên dewletbûniyê tevnagere û tev negeriyaye. Bi mantiq û mîrateya Împaratoriyê tevdigere hîna jî ew beþên xwe ye împaratoriye dev jê bernedaye. Li dora heftê û pênc salan e ku kurd daw û doza mafên xwe yê rewa dikin. Di hundirên van heftê û pênc salan de kurdan bi dehan bi sedan reaqsiyonên xwe yên însanî bilind kirine, lê rayedarên dewletê bi her awayên celebên tirs û sawê li dijî gelên kurd bi kar anîne û daxwazên gelên kurd bi riya saw û tirsê þebotên hesinî li navçavên kurdan dane û ew daxwaz tevizandine û bi wan þemirandine. Vî karê hanê dewleta Tirkiye ev heftê û pênc sal in bi awayekî rêxistinî van pîkoliya li ser serên kurdan dimeþîne…
Ev nivîs dê bidome. Hetanî ku em maf û mafdariyê ji nava hev derînin. Ka bêbîne kî mazlûm e û kî terorîste em ê bigihêjin encamekê û biryara herî qedîm hûn xwendevanên hêja dê bidin…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 09-01-2008 08:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 26 time. You can leave a comment.
Last update on 09-01-2008 08:12 Views: 555
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 555