Tirkiye ev heþtê sal in ku þêwir û tifaqên
xwe yên neteweyî li ser tunekirina kurdan dimeþêne. Kurd jî mîna nanê garisê
zerik diherifin ber nikulên wan. Hîn jî kurd dibêjin qey tirk bi me re henekan
dikin. Hîn jî kurd yeqîn nakin ku wê berkurka tirkan wan bihelîne. Bila kurd li
ser wî guhî razên û xwe bi bixapînin û xwe li xeþîmî daynin.
Radeya ku kurd gihiþtinê rewþeke ne xira be
lê bêtifaqî hîn di nav kurdan de rû dide. Çiqas ev bêtifaqî bê îradeya kurdan û
bi lîskên dîjberên wan ku dertên pêþiya wan jî zemîna bêtifaqiyê kurd xwe bi
xwe amade dikin û darên serên xwe bi destên xwe dinicirînin. Nêzî deh salan e
ku atmosferek nerm li bakura Kurdistan
xwe
dabû der. Ma gelo kurdan baþ ev atmosfera hanê fêm kirin. Ma gelo dezgeh û
rexistinên svîliyê û partiyên ku xwedêgiravî wê pêþengî ji gel re bikirana baþ
ev pêvajo nirxandin. Ma gelo rexistin û partiyên sivîliyên di nava perçeyên
Kurdistanê de çiqasî bûn xwedî rist. An bi rexistin û partiyên perçeyên din re
çi soz û biryar girtin. Ma gelo di pêþerojê de rojên mîna van rojan çima
nefikirîn? Çima bi parçeyên din re bername û peojeyên neteweyî nehate
fikirandin û tifaqeke bi vî rengî nehate girêdan? Ma gelo desthilatdarî wê çawa
bê parastin? Ma gelo kurtêlên nan wê çikasî karibe me biparêze? Ma gelo hetanî
kengî wê kurd dev jî gotinên vala û bi erzanî wê hev bi xayintiyê sûcdar bikin?
Bi destxistina þaredariyên bajar û bajarokên
Kurdistanê ji bo kurdan serfiraziyek bû. Lê kurdên ku li bajarên xwe bûn
desthilatdar û sermiyan bi sermestiya ku wê tucarî nema bajar ji destên wan
derkeve tev liviyan û bi rêbazên feodaliyê tev geriyan. Qet psikololojî û
giyaniya gel di ber çavan re derbas nekirin. Reaksiyon û nerazibûna gel di
erþên xwedê re derketin. Heger xebatên cidî di nava gel de bihata meþandin
zemîna îro wê nehata amadekirin. Heger xebata ku ji bo xwepeþandana þapatên
çûyi ku li Amedê hate kirin, bi tevayên rayedarên dezgeh rexistin û partiyan
nîv tilta wê di van dehsalên ku borîn de bihata kirin wê roja îro ku kurd
ketine vê rewþa xirab wê çênebûya. Qatilê roja îro deh salên ku kurdan li
valahiyê bi awayekî badîhawa buhurandin û zemîna roja îro wan bi destên xwe
amade kirin. Qatilê îro duh baþ bihata meþandin îro wê jê newelidiyana.
Polîtîkayên ku Tirkiye dimeþîne pir erzan
in û bi çarwarê kurdan bi rê ve dibin. Dema mirov li ekranên tv’ê tirkan dinêre
kef û girêzan ku bi ser devên xwe dixin þerm û arek mezin e. Ji bo kurdan ku çawa
tehemul dikin. Kurd jî dibêjin qey adet wisa ye. Kurd çêr û nifiran li malên
xwe ji tirkan re dikin, lê tirk derin malên kurdan di hundirên wan de ji wan re
çêr û nifiran dikin. Kurd li neqþên xwe xwedî dernakevin. Tu bernameyên cidî yê
netewebûnê di kodika kurdan de tune ye. Zimanê wan e, ew jî di devê wan de
girêdane.
Kurd di roja îro de li mirina xwe temaþe
dikin. Dibêjin qey ku Tirkiye li dijî hêzên azadiyê ku bi ser keve wê derfetên
baþ ji me re bizên. Bila qet tu kes xwe nexapîne heger hêzên azadiyê þîv be wê
gel bibe paþîv. Heger ku bakur þîv be wê baþûr bibe paþîv. Ji ber ku þêwra
çiwîka li ser serê garisê zerik e…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-12-2007 07:43. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 24 time. You can leave a comment.
Last update on 05-12-2007 07:43 Views: 494
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 494