Dema ku em zarok bûn me karwaniyan berx û karikan dikir. Ev biwêja kurdî me li dijî hev bikar tanî. Dema ku me tiþtekî nê li rê ji hevalê xwe re digot û ku gotin li telê hevalê me diget û lê zor dihat bersiva “þeko nevê xwe li hevalê xwe ko” me li hevdu verdigerand.
Kar û barê ku dewlet li dijî kurdan ku ev hevtê heþtê salin dimeþêne vê biwêja kurdî nemir dike û bi bal mirovan têne. Ev heftê heþtên salin ku dewlet bêrêtiyan û bêînsafiya û qelpîtiyan li kurdan dike. Bi alevên medyayê û propaxandayên qelp dewlet van kirinên xwe serwan dinuxumêne û kirinên xwe yê qelpîtiyê serguherî hev dike. Dema ku pisîgirêkan kurdan û ku kurd dikevîn rojeva Tirkiye û sînorên we derbas dikin di qada navnetewîde ku olandide Tirkiye dikevî nava taswaseke mezin û li van gotina dibiçike. Cudakarî, eþqiyatî, þaqîtî, terorîstî dibêje û her dibêje. Mîna pîra ku þunik li paþ wêkeve serîkî dive wêhêlê û serîkî dive hêladin, kef û girêzê bi ser devê xwe dixe.
Lê dewlet zorbaziya ku li kurdan dike raste rast dema ku di bin tîrijên zanistiyêde bên nîrxandin bi awayekî eþkare wê bê xuyakirin ku dewlet karê rerorîstiye li hember kurdan dimeþîne û nîrê zordariyê li ser sutiyên wan daniye. Dewlet xwe li kerî û korî û xeþîmîyê dêtîne vî karî nayine ser per û bazikên xwe û dirhema tozê nahêle lê dêyne. Dewlet bi kurdan re bi listika sê meymûniyê dileyize. Ji bona xwe ji bin vî karê giran der xwe kurdan potansiyelek terorîstiyê dihesibêne. Navê xwe li hevalên xwe dike. Dema ku navê kurdan te mazatê aha ew çi ye? Qet bahs nekin wê bi refs û sîleha bi we bikivin. Kurdên mîn di qada dewletên de dibin hertiþtî. Serok komar, serok wezir, wezîr û pêçandin û raxistina vir û derewan ji Enqerê hetanî Bexdayê li ber lingên Mem Celal radixin. Mem Celal jî pozisyona ku niha têdeye dibîne û rabirdoya xwe naxwaze ku tev bide û kirinên faþîstên Bexdayê bi bala xwe bîne. Kabûs kabûsin li kêdera cîhanê dibin cûdahiya wan tune ye.
Gelek salên dudirêjin ku kurd daxwazên xwe yê însanî û jiyanî ji vê dewletê dixwazin. Êþ kul û kederên xwe ji vê dewletê re dibêjin. Lê dewlet herdem bi tirt û zirtan li kuradan dizemite û bi alavên tirs û sawên bersiva dewletê bi xînrijandina kurdan têdan. Dewlet bi vî awayi propexandeya xwe dike û xwe di qada navnetewîde vediþêre. Ev nerîn yê cudaxawazane, ev hizir û remanên terorîstiyê ne hun hakaretê li tirkitiye dikin.
Yaho bavê mino em dawa ku bi zimanê xwe perwerdahiyê bikin û bi zimanê xwe bi xwînîn û vê cîhanê nasbikin. Kê li te û tirkîtiya te hakaret kiriye. Kê gotiye em cûdaxwazin û em ê welêt perçe bikin. Ev welat ê bav û kalê me ye. Ku tu bi çi þêwayê hatiyi vî welatî û ku te bi çi awayî ev welat çewisandiye û dagir kiriye tu bi xwe zanî û hatin û dagirgirina te ya Kurdistanê di arþîvên tede hene. Vê cîhanê nav û nasnameyek li min kiriye. Ez mafên xwe yê qewmîtiyê ji te dixwazim. Li hêlikê tu li qirkirina min digerî, li hêladin tu bi xwe dibêjî kurdên min. Baþê kurdên te bila li te bimbarik bin. Ez nabim kurdên te. Ez daw û doza xwe ya qewmîtiye dikim. Tu radibî hezar navî bi pey min dixî û bi terorîtiye min sûcdar dikî. “Tu þekoyi navê xwe li hevalê xwe koyî”
Navê maf xwestinan kurdan ji salên 1920 û pêde hetanî 1939’ an li zîlanê, koçgirî, agirî û dersimê bûn eþqiya. Di salên 1970 û 1980’ yi de bûn cûdaxwaz û anarþîs. 1984’ ra û pêde hetanî niha jî bûn terorîst.
Þabaþ ji wê dewlet re û hezarû pesed çarî ji vê dewletê re û ji kurdên birêz serok wezir re þabaþ. Ez hêvî dikim ku ev bihar nebî þaþ û fahþ…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 23-01-2008 08:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 23 time. You can leave a comment.
Last update on 23-01-2008 08:07 Views: 463
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 463