• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Īn
16
gulan
Mal arrow Mamosta Silźman arrow Žam dūr e mižar va ye
Žam dūr e mižar va ye Binivīse E-posta
 

Ez bawerim ku çîroka vê biwêja kurdî em hemû dizanin. Le dîsa jî ez ê bi kurtasî serpêhatiya kurteçîroka biwêje bi were par ve bikim. Dibêjin kesekî kurd çûye Žamê. Weke ku tê zanin kurd ji kar û barê çandin û hilanîna çotkariyê hez dikin.

Li Žamê jî kar û barê çandina fêkiyan kiriye. Ji bo ku žitlên fêkiyan biçînin, ax sererast kirine û kirine mižar. Ji vegera Žamê, kurdên me dema behsa serpêhatiyên xwe dike dibêje min li Žamê xwe di ser heft mižara re pilozanî (çeng) dikir. Yên derdora wî jê re dibêjin heyran Žam dûr e, lê mižar va li vir e em ê heft mižara çêbikin û xwe di ser wan re biqevizîne. Em ê wê gavê ji te yeqîn bikin.

Tižtên ku li welatên me diqewimin vê biwêja kurdî bi bîra mirov tîne. Lê ev nayê vê wateyên ku kesên xirabiyan dikin, dê encamên mezin bi xwe re nînin. Lê carwara ku xirab derdixin tižtekî fewqalede ye. Ji sibê hetanî nîvê ževê propagandaya kužtin û mirinê dikin. Dewleteke wisa ku heyranê kujeriyê ye, ez bawer nakim ku weke vê dewletê li ser rûyê cîhanê hebe. Ji ber ku meseleya kurdî meseleyeke însanî ye, nûnerên wê jî dixwazin vê meseleyê bi awayekî însanî çareser bikin.

Dewlet alaveke rexistinî ya civakê ye. Ked û taba her kesî di ve alava çêkirî de heye. Dewlet weke berî ku digotin ne milkê xwedê ye. Alaveke çêkirî berhema însan e. Xwedêgiravî di bingeha dewletbûnê de wê parastina mafên hemwelatiyan bike. Lê dewleta Tirkiyeyê vê alava hanê ji bo ku maf û hiqûqên hemwelatiyên xwe tune û binpê bike bi kar tîne. Dewleta Tirkiyeyê vê nehiqûqiyê ji hežtê salî zêdetir e, mîna žûrê “Demokles” li ser serê kurdan dibe û tîne. Kurd daw û doza zimanê xwe dikin dewlet bi hezar tonan bomba di žikefta devên kurdan de diteqîne. Ma ev e hiqûq? Ma ev e demokrasî? Ma ev e misilmantî?

Ma ev cara çendan e ku hûn xwe li qapanê dixin. Ma ev cara çendan e ku hûn xwe li ser mižarên çiyayên zagrosan re diqevizînin û di žewil û newalên wê de geda û korîpožman dibin û kortika stûyê xwe dixurînin û vedigerin. Çi cara ku hûn êrîžên bi vî rengî li dar dixin û korî požman vedigerin, požmaniya xwe bi bangên požmaniyê fetlenekan didin xwe û deng û hisên kanûnên požmaniyên we li navserên zagrosan diteyisin û dibe žîqamek li brûska eniya we tê lêdan. Ez bawer nakim ku li ser rûyê cîhanê tu rêxistinên dewletbûniyê ew qas bi gir e û bi cir e û bê rû ye.

Psîkanalîst û antropologê binav û deng Norman O. Browin di hevpeyvîneke xwe de wiha dibêje. Beyi xwîna mazlûman li ser rûyê cîhanê tu civak nehatine avakirin û težeyek bê vî rengî tune ye. Ji ber wiha di navbera ol û zorê de tekiliyên nuansan pir girîng e. Zor di nava pîroziya hebandî de vežartî ye. Însan jî di nava zorê de hatiye nixumandin. Rê û rêbazên zordariyê bi nuansên nexuyayî ol û bawerî wan kežf dikin û rê li ber însanan dixin. Însan jî encama ol û baweriya pêkanînên wan e. Lêkolînerên ku li ser mêjûya zordariyê lêkolîn kirine wiha dibêjin destpêk û huložkirina zordariyê pir rehet e lê rawestandin û tepisandina wê pirî zor e.

De heydê em mêze kin “Žam dûr e mižar va ye”. Bi teyarên bambebaran hûn hetanî niha xwe di ser mižarên zagrosan re diqevizînin. Ka vê cara dawîn jî xwe biceribînin û li ser mižaran re çeng bikin. Lê celxa navrana we wê têrê neke û hûn ê ji hev biqeližin. De haydê agirê zorê dadin û xwedê ne tebayî we be.

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be

 
26-12-2007 07:29 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-12-2007 07:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 22 time. You can leave a comment. Last update on 26-12-2007 07:29
Views: 512    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;