• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Tayyîp Temel arrow Pirsgirêkên mirovan
Pirsgirêkên mirovan Binivîse E-posta
 

Li gundekî yek bûye mêvan. Hetanî sibê kûçikên gund devê wan neketiye tev reyiyane û mêvan jî heta destê sibê xew neketiye çavê wî. Sibehê mêvan çawa ji xewê radibe ji xwediyê malê re dibêje ez îþev hetanî sibê li ber kûçikên we geriyam lê we tu terbiye nedaye kûçikên xwe.

Dema mirov têgihiþtiye ku bi awayekî komî bijî mêze kiriye ku pirsgirêk jî pê re derketine. Mirovan pirsgirêkên xwe yên navxweyî û derdorî bi awayekî maqûl û edebî çareser kirine. Lê yekderbana jî pîkolî û tadeyiyên mezin li hev du kirine û taliya talî dîsa bi riya aþtiyê pirsgirêkên xwe çareser kirine. Li Tirkiyeyê ji sed salî wêdetir ku kurd li ber tirkan digerin û daxwaza ku pirsgirêkên xwe yên însanî çareser bikin, dikin. Tirkiye li vî guhê xwe dixe û li guhê din re derdixe û guh nade civaka kurd û tu xatirî nade gelê kurd. Ji xwînrijandina gelê kurd zewqê distînin. Mirin û kuþtin karekî zor e û ne karê mirovên þareza ye. Ev kesên ku bi mirinên þa dibin di warê hizirîn û biyolojiyê de hîn xwe ji bavikên xwe heywanê însanî xilas nekiriye.

Gelê kurd daw û doza mafê xwe yê suriþtî dike. Li dijî vê mafxwestinê Tirkiyeyê bi hezar awayî nav bi pey kurdan xistiye. Ew bi terorîstiyê, bi eþqiyatiyê, bi çabûltiyê, bi þaqîtiyê, bi hovîtiyê û bi awayên bê awa nav li wan kiriye û ew di raya xwe de û di raya navneteweyî de sûcdar û tewanbar kiriye. Gir û rika tirkan civaka kurd wê rake ser tapanê. Gir û rika tirkan wê þerê navxweyî yê kurd û tirkan bînê rojevê. Jixwe çirûskên vî þerî beriya niha bi çend salan xwe dane der. Ricimandinên ku li gelek bajarên tirkan ku li kurdan têne kirin vî þerê navxweyî wê gur bike. Heta niha þerê navxweyî ku derneketiye pêþîlêgirtina vî þerî PKK û serokatiyê destûr nedayiyê.

Ji bo ku pirsigirêk bêne çareserkirin berî her tiþtî divê ew pirsigirek di pêvajoyekê re derbas bibe û bê stewandin. Radeyên ku pirsgirêk tê re derbas dibin ev in.

a- Bêhnvedana pirsgirêkan. Ji bo ku hizirîn, fikir û raman li ser pirsgirêkên kurdan bêne kirin bi pirjimarî kurdan agirbest anîn rojevê û fedekariyên pir mezin radestî muxatabên xwe kirin. Encam badilhewa çûn û tirkan terka gir û rika xwe ya li dijî gelê kurd nekirin.

b- Lêkolîna pirsgirêkan. Tim û dawîn bi çavên tunebûnê li pirsgirêkê hate nêrîn. Bi milyonan zarokên kurdan di bin zilma asîmîlasyonê de ji çanda xwe, ji dîroka xwe, ji zimanê xwe hatin bidûrxistin. Ruh û psikolojiya wan di bin vê zilma biþavker de hate xirakirin û ji her tiþtên xwe yên neteweyî xerîb ketin.

c- Armanc û bidestxistina pirsgirêkan. Tevger û lebata ji bo pirsgirêkên kurdan hûr bajo kûr bajo miþayif lêxê. Perda xumamê ji ser raneke û gurên boz deþîfre neke. Ji ber ku alozî maka tevayiya xirabiyan e, pirsgirêkê bi nav neke. Bila pirs di kul û kovanên xwe de birize.

d- Piþtgiriya pirsgirêkan. Mêzîna pirsgirêka kurd dibe tu carî bi rastî neyê wezinandin. Hey entelektûelno, hûn guhar miharan dixin guhên xwe binêrin em bi we re dengê xwe nakin, lê tavil ha tavil hûn hawara dengên kurdan dibihîzîn an tu pirsgirêk misgirêk li vê erdnîgariyê tune ye. Jixwe artêþa me ya ku neferek wê beramberî cîhanê ye ev çend sal in li çiyayên Kurdistanê “estexfîrelah” li þemala welatê me seyda pisîkên bejî dikin. Her ku em pisîkekê dikujin hezar pisîk bi me ve radipeliqin. Tavil devên we diþewite û zimanê we bigere ku hûn bêjin meseleyek me ji dema meseleyên nebîsilêman de di navbera me û kurdan de heye. Jixwe Yaþar Kemalê xurifî bi xêra me bûye entelektûel. Tew dere di mirina mehemedên emirdirêj de behsa aþtiyê dike. Ma jixwe artêþa me ya aþtîxwaz li çiyayên Kurdistanê “euzubilah” li þerqê sorgulên nava ceh û geniman ade dikin. Bêhna çekên kîmyewî didin ber pozên kuliyan ji bo ku simbêl qeytanî bibin.

e- Þopandina pirsgirêkan. Armancên jorîn û jêrîn têne tespîtkirin. Tirkiye di armancên jêrîn de derê dema osmaniyan û bajarên mîna Kerkûkê weke bajarên tewla bavê xwe dihesibînin. Di armancên jorîn de kilama “Yaylalar yaylalar dilo dilo yaylar” dibêjin. Yaho ji bo xwedê hûn ji xwe re li vî Talabanî binêrin dibêje ez pisîkeke kurdan jî teslîmî we nakim. Her ku em dibêjin “yaylalar “ Mesûdê Barzanî jî, “dilo dilo apo can…”

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

24-10-2007 08:28 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 24-10-2007 08:28. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 30 time. You can leave a comment. Last update on 24-10-2007 08:28
Views: 652    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;