Di van pêvajoyên dawîn de. Rojhilat,
û erdnîgariya Kurdistanê jî tê de mîna kewda li ser agir
dikelê û peþkên kelqijandinê çarhawîre xwe tavêje.
Dewletên
dagirker ê ku Kurdistan dagirkirinê heviyên reþ xeniqî belav
dikin û nahêlin gelê kurd mafê xwe yê rewa û demokrasiyê bi
kar bînîn. Devletên dagirker serî kutandinê nava tariya
Rojhilat. Tê xuyakirin ku wê hîna gelek kul û kederên xerab û
sosret wê bi ser gelen kurd de raweþînin. Dogmatizma di nava
kurdan de ya bi hezar salan û bêtifaqiya navneteweyî tekoþîna
gelê kurd bê nefer dike û nahêle ku kurd encamên baþ bi dest
bixin, tab û sêfiliya ku bi hezar salan e ji bo azadiya xwe ku kurd
cahdê dikin dixwazin bê encam bihêlin. Hêzên kurdan ê baþura
Kurdistanê jî dil dikin ku ji van dewletên faþîst re guhê xwe
biseridînin kirinên ku li Kurdistanê diqewimin çavên xwe ji van
xerabiya re digirin. Dewleta Tirkiyeyê di vî þerê dawin de pozê
we hate firkandin û ketiye nava taswaseke mezin. Bi fût û hilan
dan û standinên xwe dixwazê bi hêzên Baþûr re deyne û dîsa
weke demên berê kurdan bera pêxêla hevdû bide û þerê
birakujiyê xweþ bikin. Ev hizirîn her çiqas di nava kurdan de
hatibe mahkûmkirin jî lê dîsa fikrek bi vî rengî û atmosferek
bi vî rengî tê xuyakirin. Tu berjewendiyên kurdan di þere
birakujiyê de tune ye. Qezencên hetanî roja îro ku kurdan bi dest
xistine ihtîmala ku tev de li ber ba biçin û badîhawa bibin.
Dewleta Tirkiyeyê dev ji finasetê xwe
yê qirkirin û tunekirina kurdan bernedaye. Dewleta Tirkiyeyê li
dijî qirkirina kurdan li seranserî Kurdistanê þer xweþ dike û
berfirehtir dike û þerê Kurdistanê bi heval û hogirên dewletên
derdora xwe re têkiliyên xwe hûrtir û kûrtir dike.
Serokwezîrê Tirkiyeyê ez nizanim bi
çi psîkolojiyê û giyanweriyê berî vî þerê dawîn bi þapatekî
di gerek xwe ya Kurdistanê de çend gotinên ku pirsgirêka kurdan
li Tirkiyeyê heye û ev pirsgirek a min e gotibû. Hêz û derdorên
kurdan ê siyasî û leþkerî û saziyên sivîliyê jî kefa xwe ji
van gotinên Erdoganî re anîbûn û rabibûn reqsa tolikê xwe li
ba dikirin û digotin wê Erdoganî pirsgirêka Kurdistanê bi
awayekî aþtî û demokrasiyê çareser bike. Lê beriya ku hîna
cara nû, ewil Erdoganî bê ser kar Serokê Gelê Kurdistanê Birêz
Ocalan diyariya xwe ji bo Erdoganî aþkera kiribû û wiha gotibû.
Erdogan faþistekî îslamî ye bila tu kes tu hêviyê jê neke.
Kurdan guh nedan serokê xwe, lê bi çend gotinên Erdoganî
xapiyan. Bi lez û bez agirbest hate tezekirin. Li Kurdistanê
agirbesta dema Turgut Ozalî ne tê de. Ku bi kuþtina sîh û sêh
leþkerên bêçek bi dawî bû. Agirbestên dinê teva bi zirarên
pir mezin bi encam bûn ev nêrîna min e. Dibe ku bê nîqaþkirin.
Dewleta Tirkiyeyê bi agirbesta vê
dawiyê re agir û pêtî bera nava Kurdistanê da û operasyonên bê
rawestandin li Kurdistanê dest pê kirin. Bi operasyonên Bakur leza
xwe nestandin û bi awayekî fermî biryara operasyonên baþûra
Kurdistanê di meclîsa xwe re derbas kirin. Li metropolên Tirkiyeyê
ceribandinên þeqebeq (lînç) kirina kurdan xistin rojeva xwe û
pêk anîn. Piçekî dibe ku mirov bi însaf be agirbestên ji 99’an
û hetanî roja îro ku hatine domandin. Di bin zor û zordariyê de
hatine girtin ne li gorî ruhê Apocîtiyê meyiyanê. Serê gotina
rayedarên Baþur û binê gotina wan bila PKK dev ji çekdariyê
berdin dibêjin û bandorê li PKK’ê dikin. Hey bê insafê bê
insafan ku PKK dev ji þerê çekdariyê berde, hal û malê we wê
li ku bimîne. Wê hasil di Mûsilê re derkeve û Kurdistan wê
emirqut bibe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 07-05-2008 09:09 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 07-05-2008 09:09 Views: 33
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 33