Belkî hinek xwendevan bêjin yaho te jî bi
boçika vê komarê girtiye û bela xwe jê venakî. Mirov ji çi êþ û kula xwe hilîne
bandora wê li mirov dike. Ev heftê-hêþtê sal in ku vê komarê xwîn dawerivandiye
nava dil û hinarkên kurdan. Bi qasî serê derziyê tu menfaeteke çandî û edebî û
însanî li kurdan nekiriye. Ji bilî dar û lêdan û piþaftinê pê ve vê komarê
tiþtek nedaye kurdan. Civaka kurdan û erdnîgariya wan seranser kiriye
tîmarxaneya însanan. Ez li mektebeke kêmaqilan mamostatiyê dikim. Mufetiþê
perwerdehiya komarê hatibû teftîþê þagirdekî min bê destûr hat ba min; min bi
kurdî jê re got filan kes derkeve derve. Piþtî ku min zarok derxist derve û ez
vegeriyam hundirê odê cem mifetiþ. Ez bi vê gotinê þiyar kirim; mamoste tu çima
bi þagirt re bi kurdî axivî. Min reaksiyoneke tund da, got, ‘ev gede kurd in û
komarê kemaqil û dînê vî welatî piþaftî nekirine, kesa/î bêaqil û dîn bes ji
zimanên xwe fêm dikin. Tê xuyakirin ku niyeta komarê ne ku însanê dîn û kêmaqil
rehabilîte bike armanca wan asîmîlekirine.
Cih û warê Kurdistanê mekanê mirovan ê herî
kevn e, di roja îro de polîtîkayên ku li ser erdnîgariya kurdan têne meþandin
civaka kurd di zemanên kevin re derxistiye. Civak xistine rewþeke ku nema kare
xwe nas û îfade bike. Li ser erdnîgariya kurdan ên ku ji vê komarê ne bi gilî û
gazin bin pir kêm in. Li tevayê cihanê cihê axaftina herî bi ber û asta
bilindiyê di mekanê parlamenan de tê kirin. Ev mekanên ku pirs û pirsgirêkên
civakan tê de tê axaftin û xwedêgiravî cih û warê ku axaftinên azad lê têne
kirin, ji damezirandina komarê û ji vir ve li ser rûçikên kurdan hatiye girtin.
Heger ku yekcaran derî vebûye jî yê ku hatine hilbijartin bi darê zorê û mîna
kîvroþkan bi xenoqawan girtine û ew ji mekanên parlamentoyê bi dûr xistine. Ev
mekan ev heftê-heyþtê sal in ku ji bo kurdan mekanekî mirî ye. Hêza gelê kurd
ji çap xistine ew îradeya ku gelê kurd xwe bixwe ji xwe re parlameneke bi
fikire û ava bike di demê nêz de nayê xuyakirin. Ne ku ew hêz tune ye. Kurd
nizanin xwe bi rêxistin bikin û cewherên ku di wan de ye bifirkînin. Hewldanên
ku meclisên taxa, navçeyan û bajaran ku bêne avakirin çirûskên bi vî rengî
hene. Lê kesên ku kar û barên vî karî dikin têrî nakin. Ji ber ku kûrbûna
dîrokê bi wan re peyda nabe. Avakirina dîrokê kar û ferasetên kûr û dûr jê re
te xwestin. Yên ku dîrok avakirine guh nedane parî û kurtêlan.
Li ser navê xelkê xwedêgiravî kar û bar tên
meþandin serok û îrade ji devê wî/ê dernakeve. Tu li bin dinihêrî madê mirov jê
li hev dikeve. Ka ev kesayetî wê çawa dîrokê ava bikin. Wê çi hêvî jê bê kirin.
Kesekî ku ji xwe, ji zimanê xwe, ji çand û edebiyata xwe, ji dar û ber çem û
kanikên xwe ku hez neke wê çawa dîroka miletekî binivîsîne û wê ava bike?
Têkoþînên miletan bi fedekarî û seknên mezin hatine avakirin. Em qet dûr neçin.
Bilindahî û mezinbûna têkoþîna neteweyî ya vî sih salî bila baþ bê danhûrandin.
Lê em her tiþtên xwe tune dihesibênin, ferqiya me û dijminên me ji hevdu tune
ye ku çawa dijmin dîroka me tune dihesibîne. Em jî xwe tune dihesibînin. Dijmin
dibêje zimanê we tune ye, em jî dibêjin hay hay zimanê me tune ye. Em bi zimanê
dijmin dipeyivin. Dijmin dibêje hûn nikarin parlameneke ji xwe re li Amedê ava
bikin. Em jî dibêjin ser seran û serçavan paþayê min ê mezin tu rast dibêjî em nikarin. Dijmin
dibêje hûn ne layiqî wî bajarî ne yê ku van gotinan dibêje em wan bi çepikan
peþwazî dikin. Em ne heyranê xwe ne em aþiqên qatilên xwe ne.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 19-02-2008 17:41. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 20 time. You can leave a comment.
Last update on 19-02-2008 17:41 Views: 330
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 330