• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Cemîl Bayik arrow Palûte
Palûte Binivîse E-posta
 

Ev der welatê Gilgamêþ e cihê ku cara yekemîn mirov ji mirine tirsiyaye sav û xofa mirinê ketiye dilê wî. Ev der borîka qesrike þivarêka çûn û nehatê ye cih û warê Mem û Zîn e. Ev der cihê ava heyatê ye, di kokelan de textê mîra datîne. Ev dera Mezrabotan e, cara yekêmîn mirovan bêhna xwe lê vedan e. Ev dera çiyayê Kato ye, tujikê waweylê ye ji dek û dolabên vê cîhanê piþtxûz bûye. Ev dera cîdi ye, cihê ku pexemberan lê pal dane. Ev dera gav avêtina mirovî ya nûewile Kermez e Nermik e Makzeliyê ye cirûskên þaristaniyê lê vedane. Ev dera nixuryên hunerê ne. Girê bigobeke, Newala Çorî ye, Çemê Helanê ye, Qotên Berçemê ye. Ev dera çiyayên Þerefdinê mala avê ye þetên kilaman jê diherike çÝh û warên awaza nûewil warê Evdalê Zeynê ye. Ev bexçêyê Edin ne, bihiþta Homa ye. Cih û warên evînê ye. Ev dera Kurdistan e, warê þêr û pilingan e.

Zerdeþt dibêje berê peyv hebû. Peyv mifta jiyanê ye. Mirovan bi peyvê nanê nûewil pijandine û li hev parkirine. Ne bi awayekî lê rasthatî bi zanebûn mirovan li Mezopotamyayê dar çandine û fêkiyên wan xwarine. Bi þêwira bi hev re bi awayekî palûte (îmece) mirovan ked û xwêdan rijandine û mîmariya stara serê xwe xanî û avayî lêkirine û bingeha wargehînê gûnd ava kirine. Mirovan li Mezopotamyayê jiyan li ser dû situnan danîne û qor bi qor bilind kirine. Hezkirine û zik têrkirine. Neçîrvanî û cotkariyê bi xwe re girêdana civakî karê palûteyê xweþ kirine û hezkirina bi biratiyê dostanî kirivanî rindîtî û qencîtî li ser vê xakê bi goþt û hestî bûye, þax berdaye li tevayê cîhanê belav bûye. Li ser vê xakê mirovanî þitil daye bejin avêtiye bûye, terh û bi xwe re þaristanî welidandiye. Ev mekan navê wê Kurdistan e. Ji van teybetmendiyan e ku Kurdistan her tim bûye qada þer û pêvçûnên giran û ku hîna jî ev hiþmendiya dîrokî ne tepisiye li Kurdistanê.

Yên ku mirovan dikin mirov xwezayiya wan e. Gun bajar deþt û çiyayên wan e. Mirov bi rabirdûyan xwe ve girêdayî ne, bi xwe bi walatê xwe bipesinin û bihelan in. Çavderiya herî mezin ya mirovan birka rabirdûyiya wan e. Ku bi xwêdan û hêstirên çavên wan miþt û lêmiþtên hunerê ne.

Xwedêgiravî dibêjin mirov di qirnê bîst û yekê de gihiþtiye qada herî bilind a kamilbûna xwe. Ma gelo ji bo me kurdan ev kamilbûnî tu tiþtekî îfade dike. An miûzên cîhanê yê rengsore ku rengên xwe ji komkujiyên civakan digire ma ji bo me kurdan hatiyê guherîn. Na na na… Hîna kurd li ser xaka ku dijîn nasnameya wan a hebûnê di qada navneteweyiya xwedêgiravî ku navê þarezanî û hemdemiyê bi pey xwe dixin nehatiye qebûlkirin. Pîkoliya ku li erdnîgariya kurdan tê kirin êdî nema dibin ebê de tê veþartin. Tu dibêji qey koka kurdan a qeselê ye. Dibêjin em ê dawiyê li reh û koka wan bînin. Aha ji we re þarezanî aha ji we re bê wijdanî. Çavên wan lê ye ku kurdan li ser erdnîgariya wan hepis bikin û wan bi birçîbûnê terbiye bikin. Dîwarên ji Torosan ê remanî wê di nava dilê Zaxrosan re derbas bikin bigihînin Mêrîvanê û ji wê derê bighîjînin Hewrewanî Kerkûk û Þengalê.

Kirinên ku têne kirin ne bes li dijî gelê kurd in, bê tehamûliya wan li dijî kurmik û kêzîkên Kurdistanê jî nemayê. Erdnigariya ku ji Adem re cenetî kiriye di roja îro de li her derê bêhna þêwatê û kimyasalê jê tê. Bi gotina dagirkerên kurdan ku dibêjin çend eþqiya hene. Ma gelo dar û berên Kurdistanê, kurmik û kezikikên Kurdistanê jî çend heb terorîst û eþqiya ne ku agir berî wan didin û dixwazin dora wan bendên çîmento bigerînin û bermahiyên kurdan ku tarixa wan sînorên pazdeh hezar sal derbas dikin ku ji holê rakin û kurdan þilfîtazî rût û pût bikin…

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

05-10-2007 16:19
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 05-10-2007 16:19. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 27 time. You can leave a comment. Last update on 05-10-2007 16:19
Views: 755    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;