• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Īn
16
gulan
Mal arrow Serkeft Botan arrow Newroz cejneke bi hezar salan e
Newroz cejneke bi hezar salan e Binivīse E-posta
 
Newroz cejneke ku ji kûrahiya dîrokê derketiye û heta niha girîngiya xwe berdewam dike. Ev nîrxê hanê bi tekožîna sî salî re bi mane bûye û di roja îro de bûye semboleke berxwedana gelê Kurdistanê. Newroz berî niha di 4350 salan de, di dema Gûdiyan de li parezgehan bi navê “zagmûk” ê weke cejnekê hatiye pîrozkirin. “Zagmûk” bi zimanê gûdiyan tê maneya roja nû. Di cejna zagmûgên de agir dihate vêxistin û keyayên Gûdiyan di nava gel de digeriyan. (çavkanî serxwebûn) Ev adeta hanê di baweriyên Zerdežttiyê de jî cihê xwe girtiye. Ev dêlindeziya (merasim) hanê pižtî Gûdiyan bavikên kurdan Huriyan, Kasitiyan, Mîtaniyan, Ûrartûyan û Mediyan jî ev adeta bavikên xwe berdewam kirine. Mît û mîtolojiya Newrozê di roja îro de bi rizgariya gelê kurd ve pelçimiye.

Bi kurtayi mitolojiya Newrozê: Di zamanên pirî kevn de hîn ku mirov li ser ruhê cihanê kêm hebûn bi navê Zervan xudayek hebûye. Du lawê xwedayê Zervan habûne. Navê yekî Hurmuz bûye nave yê din Ehrîman bûye. Hurmuz xer, bereket û ronahî belav dikir li ser xaka Mezopotmyayê. Žaristaniya Mezopotamyayê berfireh dikir bažî û qencî kar û barê wî bû. Ehrîman jî dijberiya hurmuz dikir kar û barê wî fesadî gelacî û xirabî bû. Hurmuz çêdikir Ehrîman jî xira dikir.

Hurmuz, Zerdežtt weke qasid dižîne cihanê û wî dike nûnerê xwe. Bažî û hezkirinê tavêje nava dilê wî. Ji vê rewža hanê Ehrîman agahdar dibe û erdnîgariya Medyayê li Zerdežtt dike žahr û zemberek. Ehrîman li qewmê Zerdežt tê xezebê û çi xirabiyên ku jê tên li ser erda Medyayê Ehrîman dike. Xela, fesadî bêtifaqiyê bera nava qewmê Zerdežt dide. Ehrîman ji ezmanan bi ser qewmê Zerdežt de agir dibarîne û tofanê li wan radike. Zerdežt ji nûneriya xwe û ji hebandina xwe ya bi Hurmuzê re venagere û hurmeta xwe tim û dawîn rê didiye qet aciziya ji Hurmuz nake. Di riya wî ya rast de dimeže û çiva nade xwe. Ehrîman ji bê navber xirabiyên xwe li ser erda Medan didomîne. Ehrîman Dehaqê zalim peyda dike û çi xirabiyên ku hene dixe serê Dehaq. Li Dehaq êžeke bê nefer peyda dibe. Dehaq di nava ež û qolincên serê xwe de digevize. Lê tu çare ji êža serê wî re nedihat dîtin. Ehrîman weke boberateke neteweyî Dehaq dižîne ser serê gelê Medyayê . Hekîm û loqmanên demê žîreta ku mêjiyê du ciwanan bixwe û di birînên xwe bide wê êža Dehaq bisekine lê dikin. Jê pê de qetleyama ciwanên kurdan dest pê dike. Her roj serê DU ciwanên kurdan ji gewdê wan jê dikin û mêjiyê wan didin Dehaqê zalim û yê mayi mîna melhemê di birînên wî didin. Ev zilumat bi mehan dewam dike. Bina vê Kawa Hedadik (hesinker) di vê riyê de žazdeh lawê xwe dane dor hatiyê yê hevdehan lawê wî ye bi çûkê birayan e. Kawa ji lawe xwe pir hez dike. Ji bo vê zilma hanê bi dawî bike pir difikire. Žûrekî ku mû Taalêsê ji xwe re çêdike. Û xeberê dižîne qesra Dehaq dibêje ez dixwazim bi destê xwe lawê xwe teslîmî keya bikim. Destûrê didin Kawa. Ževa bist û yekê adarê Kawa lawê xwe dide pey xwe Û berê xwe didin kesra Nînovayê dikevin hundirê qesrê Kawa berê xwe dide odeya keyê di hundirê odeyê de žûrê ku bi dilê xwe ji xwe re çêkiribû derdixê û žû rê didest xwe de tavê stûyê Dehaqê zilimkar serê Dehaq ji gewdê wî dipengizîne. Alavên odeya Dehaq dibe ser baniyê qesrê û agir bi wan dixe. Ji wê rojê û pê de bist û yêkê adarê ji bo gelê rojhilatê yê mazlûm bi wate bûye. Bi vê serhildanê gelê Medyayê û gelê derdorê hersal bi çožeke mezin ev roj pîroz kirine.

Bi têkožîna gelê kurd re ya vî sî salên dawî re Newroz hîn bêtir bi mane bûye. Berî vê serhildana dawî Newroz di nava kurdan de li ber tepisandinê bû. Endamê PKK’ê yê mîna Mazlum û hevalên wî di Newrozan de agir bi bedena xwe ve danîn Û agirê Newrozê dîsa xistin rojeva gelê xwe.

Newroza we pîroz be û ez serê xwe li ber Mazlûmên demê ditewênim. Bûyera Kawa û cejna Newrozê ku ji dema Gûdiyan ve dihate pîrozkirin ji hev du cuda ne. Newroz mejûya wê ji çar hezarsalan wêdetir e. Bûyera Kawa kem zêde berî zayinê di žesed û danzdeh salan de ye.

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be


19-03-2008 08:23 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 19-03-2008 08:23. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment. Last update on 19-03-2008 08:23
Views: 180    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;