MalQahir Bateyî Neteweparestiya kurdan û nijadparestiya tirkan
Neteweparestiya kurdan û nijadparestiya tirkan
Gelo tu kes kare agir bi wate bike û
agir bera canê xwe bide. Ev werekî û lehengiya
kurdan e. Kurd ve qehramaniyê ji bo azadî û
rizgariya xwe û ku jiyan li welatên wan bê jiyandin
dikin. Ev hewldaneke neteweheziya kurdan e. Nîjadperestiya
tirkan li Kurdistanê ji zû ve pêtiyên agirê
gur derbas kiriye.
Heçî kurdên perwer û
welatparêz dizanin ku di berxwedana Dersimê de dema ku
gelê kurd dagirtibûn þikeftan û ku agir bera
þikefta didan dibêjin xortekî çardeh pazdeh salî
di nava agirî re xwe digihîne devê þikeftê.
Mêze dike ku subayekî Roma Reþ li ber devê deriyê
þikeftê ye. Xort xilasiya ku wê eskerê roma faþîst
wî xilas bike nafikire û dîsa xwe davêje nava
pêtiyên agir.
Kurdno tiþtekî ku ev dewleta
faþîst û zirzope ku bide me kurdan tune ye. Ji bilî
kezepreþî û telaqreþiyê pê ve ne hewce ye
ku ez çîroka Çetoyê ji kerê keto ji
were bibêjim ji ber ku herkes wê çîroka
rûreþiyê dizane. Gelê Kurdistanê bi deh
hezar salan e ku li ser xaka xwe ya pîroz jiyana xwe bi her
awayê sinc, çand û adetên xwe bi mêranî
û serpêhatiyên xwe bênavber domandiye û
hîna jî didomîne.
Dewletek ku hîn çavê
wê li destê xelkê be wê çi guherînê
û xêrê bi yên derdora xwe bike. Kurd biratiya
dewleta zirzope nema dixwazin em hêvî û ricayê
ji birbir û rayedarên kurdan dikin bila bes kurdan ber bi
biratiya sextekariyê ve daf bidin. Demokrasiya Tirkiyeyê
demokrasiya duvik þikestî ye . Li Kurdistanê di piyê
ciwanên kurd ê pazdeh salî de þikestiye. Li zap,
wan, çolemêrg û li Geverê bawî bûye.
Tu mafê tu kesî tuneye ku gelê kurd eware bikin û
ku duayên ku nebin ji wan re bêjin amîn. Faþîzm
faþîzm e, nehewce ye ku em wê ji nû ve kiþf
bikin, ew bes bi zilma ku pê diaxive fêm dike. Ev heftê
heþtê sal in ku kurd li qedandinê û çareseriyê
digerin lê dijberên wan li qetandinê ecele dikin.
Ji îro pê ve rayedarên kurdan pespektîfên
nûjên û yên netewî dibe ku li ber
kurdan bixin.
Em baþ pê dizanin ku gelê
kurd di gelek zaboqên teng re derbas bûye û hebûna
xwe gihandiye roja îro. Di roja îro de dewletên ku
cîranên kurdan in tu mafê jiyanê ji wan re
nehiþtine. Kurdan zorgayî yekbûnê dikin. Dîrok
ve cebirandina kurdan radestî partî û dezgahên
ku hene kiriye. Heger vê peyvîrê ku bi cih nêynin
wê dîrok naletê li wan bîne. Ýmparatoriyên
herî mezin kurd tune nekirine împaratoriya Asûran û
keyayê wê “Nabûkatnezar” gelek tehdeyî li
kudan kirine. Kurdan yekbûna xwe pek anîn û ev
imparatoriya zalim bi ser serê zulmkarê wê de
hilweþand. Daryûsê mezin an Îskenderê
Zilqerneyn kurd tune nekirin. Kurd þahidên dîroka kevin
in û îrojî maxdûrê wê ne. Ji ber
ku kurdan zanibûn yekitiya xwe pêk baniyana. Di dîrokê
de em mezê dikin kurd hem ji xwe re bûne û hem ji
civakê derdora xwe re bûne mînakên pir baþ.
Di roja îro de ku çawa
gêrîla muzika xwe, çîroka xwe û dîroka
xwe pêk bînin. Ez bawer im ku wê yekitiya kurdan jî
wê pêk bîne. Hesabên biçûk wê
ji Enqere, Tehranê, Þam û Bexdayê korî
poþman wê vegerin û li bin guhê rasyonalizma
Kurdistanê bikevin û wê telaqreþî bibin,
bicehemin li Kurdistanê. Ez zordestiya dewletên dagirker
û zirzorbetiya ku di vê Newrozê de li Kurdistanê
meþandin nalet dikim û duadar im Xuda gelê kurd ji van
nijadperestên faþîst sitar bike.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 02-04-2008 09:04. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment.
Last update on 02-04-2008 09:04 Views: 145
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 145